Parzemîn bi parzemîn têkoşîna jinan - DOSYA (1)

Li Îspanyayê jin di şopa Dolores ve Lucia de ne… Li Îspanyayê ku li di nav welatên li Ewropayê de herî zêde jinên naxebitin lê zêde ne, rojeva sereke ya jinan ‘qedexeya kurtajê’ ya hikumeta muhafezekar e. Encama polîtîkayên neoliberal xizanî û şîdeta nava malbatê ye. Jinên spanyolî ku ji aliyê zagonî ve xwedî gelek mafan in, li hemberî faşîzmê, têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinên pêşeng Luci Sanchez Saornîl û Dolores Ibarrurî dimeşînin. Dirûşma jinên spanyolî “No pasaran” (Cih ji faşîzmê re nîn e) li hemberî polîtîkayên nêr tê gotin.

Li Îspanyayê jin di şopa Dolores ve Lucia de ne…
Li Îspanyayê ku li di nav welatên li Ewropayê de herî zêde jinên naxebitin lê zêde ne, rojeva sereke ya jinan ‘qedexeya kurtajê’ ya hikumeta muhafezekar e. Encama polîtîkayên neoliberal xizanî û şîdeta nava malbatê ye. Jinên spanyolî ku ji aliyê zagonî ve xwedî gelek mafan in, li hemberî faşîzmê, têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinên pêşeng Luci Sanchez Saornîl û Dolores Ibarrurî dimeşînin. Dirûşma jinên spanyolî “No pasaran” (Cih ji faşîzmê re nîn e) li hemberî polîtîkayên nêr tê gotin. 
Navenda Nûçeyan - Li Îspanyayê bi sedan salan e têkoşîna jinan heye. Di serdema navîn de ji ber li Îspanyayê nêçîra pîrebokan çêbû; di sedsala 19’an de têkoşîna jinan bi pêş ket. Li wê derê yek ji mijarên girîng ên serhildana jinan, xebata jinan, girtina dirav wekî mêran wekhev û tevlibûna jiyana civakî bû. Li gorî tevahiya Ewropayê, li Îspanyayê têkoşîna jinan dereng di 1930’yan de dest pê kir. Di wan salan de di têkoşîna li hemberî faşîzmê de jin roleke pêşeng lîstin. Jinên anarşîst, sosyalîst û komarparêz, di têkoşîna li hemberî tîktatoriyê de di aliyê çekdarî de jî cih girtin. Tevî gotina mêran a; “Li eniyên dawî bigrin” jî jinan li refên pêş cihê xwe girtin û ev yek ji bo jinên cîhanê bû mîraseke girîng. 
 Jina azad û Lucîa Sanchez Saornîl 
Yek ji van jinan jî Lucîa Sanchez Saornîl e. Saornîl di 13’ê kanûna 1895’an de li Madrîdê hat dinyayê. Ji bo jin di karê xwe de bi qasî mêran dirav bigrin têdikoşiya. Wê dixwest bide zanîn ku karê jinan ne tenê welidîna zarokan, karên malê, bicihanîna pêdiviyên mêran e. Wê hewl dida feraseta serdestiya mêr a zayendperest, heteroseksîst biguherîne. Lucîa di heman demê de tevgera jinên anarşîst a Îspanyayê bi rêxistin dikir. Di 1931’ê de wê piştgirî da greva ku CNT-FAI’yê wê bi rêxistin dikir û di 1933’yan de li buroya Madrîdê ya vê sendîkayê bi karên nivîsan re têkildar bû, li wê derê nivîsên li ser têkoşîna ku roj bi roj bi pêş diket nivîsî. Vê yekê jî nîşan da ku Lusîa di têkoşîna azadiyê de çiqas bi pêş ketiye..
Mîsyona pêşengiya jinên azad 
Di 1936’an de Mujeres Lîbres bi Mercedes Comaposada û Amparo Poch Gascon re ji bo têkoşîna bi pergala heteroseksîst re; bingeha (Jina Azad) tevgera azadiya jinan ava kirin. Bi avakirina Muceres Lîbres, dengê jinan ê ji bo azadiyê bilind dibû hatibû bihîstin, her roja diçû hejmara jinên bi wî dengê şiyar dibûn û tevli têkoşînê dibûn zêde dibû. Wisa bû ku hijmara jinên ku Mujeres Lîbres gihîştibû wan bûbû bîst hezar. Piştî Mujeres Lîbres jî Lucîa, di kovarên bi navê “Piştgiriya karkeran” “Kovara Spî” û “Ax û Azadî de nivîsand û bi nivîsên xwe yên feminist, gelek qalibên komên çepgier û anarşîst ên jinan ji nedîtî ve tên, biçûk dibînin şikand. Lucîa ji ber nexweşiya penceşêrê di 1970’yî de li surgunê jiyana xwe ji dest da.
Dolares Ibarrurî: Kulîlka Dildar
Di dawiya şerê Îspanyayê de ku demên herî faşîst ên Ewropayê bû; bi piştgiriya Hîtler û Mussolînî Franco bû desthilatdar. Bi hatina wî re ji şerê têkçûyî pêşengek jin Dorares Ibarrurî ya keça bavekî karker û dayikeke Îspanyol, pêşenga komarparêzan bû. Doloros xwedî dirûşma “No Passaran” a îro jî tê gotin bû. Dolares, di rewşa pirnasnameyî ya Îspanyayê de hat dinyayê. Di 1910’an de dev ji perwerdeya xwe berda karê dirûtinê û li malên dewlemendan karên xizmetkarî û xwarinpêjiyê kir. Di wan salan de Marksîzmê nas kir, bi çepgiran re xebitî. Dûre piştî ku di Partiya Sosyalîst de der bare tevlibûna Enternasyonala 3’yemîn de fikar û nîqaş çêbûn, navên girîng ên Sendîkaya Karkeriya Giştî veqetiyan, Partiya Komunîst a Îspanyol ava kirin. 
Bi salan li surgunê jiya
Dolares, bi Koma Sosyalîst Somorrosto re tevli partiyê bû. Di wê pêvajoyê de Dolares, di rojnameya komunîst “El Mînero Vizcaîno” de bi navê "La Pasionaria" (Kulîlka Dildar) dinivîsand. Dolares di 1920’an de bû endama partiyê û ji bo delegetiya Baskê hat hilbijartin. Dolares dûre di dezgeha weşana partiyê "Mundo Obrero" “Cîhana Karkeran) de edîtoriyê kir û bû berpirsyara rêxistinbûna jinan. Di 1930’yan de Dolares di Komîteya Navenda Navendî ya partiyê de cih girt û di wê demê de hat girtin du sal di girtîgehê de ma. Di 1934’an de derket û Komîteya Neteweyî ya Jinên li Hemberî Faşîzmê ava kir. Piştî salek ji bo Lijneya Rêveber a ÎKP’ê hat hilbijartin. Dolares, dûre cihê xwe di nav delegeyên Îspanyolê ya Enternasyonala Komunîst de girt. Di 1935’an de jî di kongreya 7’emîn a Enternasyonala Komunîst de ji bo Komîteya Rêveber hat hilbijartin. Di çileya 1936’an de bû namzeda Eniya Gel a ku li gorî polîtîkayên “Eniya Hevgirtî” bi Partiya Sosyalîst re ava bûbû û li herêma Asturîasê bû parlamenter
No Passaran: Rê tune ye. 
Di tîrmeha 1936’an de dema ku faşîstên di bin şefîtiya Franko de ber bi Madrîdê ve ketin rê wê bê fikar cihê xwe di şer de girt. Gelê Îspanyayê bi têkoşîna li dijî faşîzmê ya ku dê sê salan bidomiya re rûbirû mabû. Dolares di şeva pêşîn a şerê navxweyî de di radyoyê de axivî. Dolares Îbarrurî Seroka Partiya Komunîst a Îspanyol bû bi dengê xwe yê ji radyoyê li qadan bilind dibû, bi axaftina di mîtîngan de, bû sedem ku berxwedan berdewam bike. Dolares bi gotinên “Mirina li ser piyan, ji jiyana çoktewandî çêtir e. Jinebîtî, ji hevjîniya kesên newêrek baştir e” dengê xwe di bîra têkoşeran de hişt. Di axaftinek xwe de ji jinan re gotiye ku ger çekan nebînin, bi kêrên metbexan an jî amûrên bi wî rengî şer bikin, heta bi ava kelandî jî dikarin êrîşên li ser Madrîdê têk bibin. Dolares dê bigota "No Passaran” (Rê tune ye) û ev dirûşm dê dûre li hemû sefên berxwedana dij faşîst bilind bibûya. 
100 jinan bi rêxistin kir
Dolares Ibarrurî dûre bi avakirina “Alaya Pêncemîn” di rêxistinkirina milîsên komunîst de bû propagandavan. Ji bo “Komîteya Alîkariyê” ya ji jinan pêk dihat 100 jinan bi rêxistin kir. Di wê navberê de ji bo piştgiriyê nedin Franko li welatên cuda yên Ewropayê hevdîtinan kir. Rojnameya jinên komunîst Mujeres De Madrîd (Jinên Madrîdê) û Companera (Hevrê) a Komîteya Jinan a Navneteweyî ya li Dijî Faşîzmê û Şer ku Dolares Seroka wê bû hat weşandin. Ji bo berxwedan bidome û zindî bimîne zêdetirî 100 hezar jinan di komîteyên dij-faşîst de cih girtin. Ji çêkirina barîkatan, heta kolandina kozikan, avakirina xwaringehên hevpar û cihê cilşûştinê, heta îstasyonên alîkariya lezgîn, hemû jin xebitîn. Dema ku şerê navxweyî bi serkeftina Franko bi dawî bû; wek gelek şoreşgeran Dolares jî surgunê Parîsê bû dû re ji wir derbasê Yekîtiya Sovyetan bû û heta 1977’an li wir ma. Sekreteriya giştî ya partiyê heta demek domand, dûre ji ber extiyariyê dev jê berda lê peywirên xwe yên ji ber serokatiya rûmetê domand. Dolares di 1977’an de vegeriya Îspanyayê, ji herêma Madrîdê ji bo parlamenteriyê hat hilbijartin lê dûre ji ber pirsgirêkên tendirustiyê dev jê berda. Di 12’ê mijdara 1989’an de ji ber nexweşiya zatureyê jiyana xwe ji dest da. Dema ku mir, bi dirûşma ku bû ya hemû bindestan "No Passaran" hat bibîranîn. 
Li Îspanyayê rewş îro çawa ye? 
Bi salan di bin dîktatoriyê de xwestin jin bi referansên olî ji derveyî jiyana civakî werin hiştin. Li dijî rolên “xirîstiyanek baş, hevjînek baş, dayikek baş” têkoşîna femînîzmê li Îspanyayê ji salên 1970’yî ve ji nû ve zindî bû. Li Îspanyayê ku welatê Ewropayê yê jinên malan lê zêde ne ye; bi têkoşîna bênavber a feministan, bi rojevên wekî “mafê kurtajê” “pêşîgirtina şîdeta li hemberî jinan” “ji karê wekhev re diravê wekhev” “di siyasetê de temsîleya wekhev” Partiya Sosyalîst (PSOE) bû desthilatdar û li parlamentoyê hejmara wezîrên jin ji wezîrên mêr zêdetir bû. 
Li Îspanyayê rojeva jinan ‘qedexeya kurtajê’ ye 
Ji dîktatoriya Franco û vir ve êrîşa herî cidî ya li hemberî mafên jinan, zagona Partiya Gel a Îspanyayê ya di 20 kanûnê de dirxist bû. Bi zagona partiya hikumetê, “Jiyana Yên Nehatine Dinyayê û Parastina Mafên Jinên Ducanî” kurtaj qedexe bû. Li gorî zagona ku ji bo jinan kurtajê qedexe dikir; jin tenê heta 12 hefteyan tecawiz; heta 22 hefteyan ger (nîşe min ev gotin fam nekir. Di ferhengê de jî tunebû Dîlan) fetusta... bêyî çêbûna bi qisûr ger tendirustiya ruhî û fizîkî ya jinan di bin xeterê de be dikarin kurtaj bibin. Li ser zagonê ji tevgera feminist heta pirsporên tendirustiyê û tevgerên çepgir îtîrazên xwe anîn ziman. Di encama têkoşîna tevgera feminist de zagon neket meriyetê lê jin ji bo vê zagona ku bi referansên olî hatiye amadekirin bi tevahî ji rojevê derkeve û rabe, têdikoşin.
Li Îspanyayê 246 jin ji ber şîdeta malbatê mirin 
Li gorî lêkolînên hatine kirin; şîdeta nava malbatê di navbera salên 1999-2003’yan de bû sedema mirina 246 jinan. Di 2002’yan de Zagona li “Dijî Şîdeta li ser Zayendê Tedbîrên Parastina Berfireh” derket. Di nava tedbîrên zagonê de ev yek hebûn: Têkildarî şîdeta li hemberî jinan Servîsa Piştgiriya bi Telefonê, Mala Çavdêriya Dewletê ya taybet, ji bo alîkariyên civakî yên têkildarî mijarê butçeyek taybet, ji bo parastina mexdûrên şîdetê Daîreya Qeyda Navendî û yekîneyên Dozgeriya Edlî were avakirin û ji bo mexdûrên ku cihê bixebitin nîn e alîkariya madî were kirin. Her wiha ev zagon cezayê girtîgehê ji bo kesên şîdetê dikin dibire. Bi zagona ji bo “Wekheviya Ji Bo Jin û Mêr” a di nîsana 2007’an de ket meriyetê jî mafên wekî; ji karên wekhev re diravê wekhev hatin dayîn lê neketin pratîkê. Bi zagonê, mafên jiyana kar a jinên dixwestin zarokên wan çêbibin diket bin temînatê, ji bo bavan 15 roj mafê destûrê, mafên jinên şîr didin zarokên xwe zêdetir dibû, ji bo xwedîkirina zarok an jî kesên nexweş, berasteng kêmkirina sateên kar dihatin dayîn. Bi zagona Zewaca Hemzayendan a di 2005’an de derket, zewaca di navbera kesên ji heman zayendê, bi awayê zagonî hat pejirandin.
   
Dêr muxalifê her zagona di lehiya jinan de ye 
Zagonên Hevberdanê yên di 2005’an de derketin bûn sedema berteka dêrê. Bi “Zagona hevberdana ekspres” hevbardan hêsan bû. Bi van zagonan re ji temûza 2007’an vir ve ji bo her bebika welidandine yan jî kirine ewlad, ji malbatan re du hezar û 500 avro alîkariya pere hat xwestin, ji bo 500 malbatên xizmên xwe yên berasteng xwedî dikin jî alîkariya madî, di çarçoveya plana (2006-2009) a Stratejiya Neteweyî ya Ciwan û Zarokan de başkirina mercên navendên giştî yên ji bo xwedîkirina zarokan, proje ketin meriyetê. 
'Tevgera jinan bi pergala kapîtalîst tê helandin' 
Tevgera feminist, bi hewldanên xwe li cihê ku di rewşa civakî ya jinan de guherînên bingehîn çêbike; hewl dide serhildana femînîst, di nava pergala kapîtalîst a rûniştî de bihelîne. Li welatê Yekitiya Ewropayê Îspanyayê ku xwedî hejmara zêde ya ‘jinên li malan’ e, hikûmet girîngî nade keda jinan a li malê. Tê îdiakirin ku bi hemû zagonan rola jinan a xwedîker saxlemtir dike. Li gorî femînîstan, ger hikûmet bixwazin rewşa jinan a di civakê de baş û sererast bikin, li cihê ji bo jin zarokên xwe, extiyarên xwe, berastengên xwe xwedî bikin, alîkariya madî bidin, divê xizmetên giştî yên her diçe kêm dikin zêdetir bikin. Divê mafê tendirustiya bê pere û perwerdeyê bide û navendên xwedîkirina zarok û berastengan vebike. Komên femînîst balê dikşînin ser sedemên civakî û dîrokî yên şîdeta li hemberî jinan û tedbîrên demborî yên li dijî şîdeta li nava malbatê tên girtin wekî encama ramana cezakirinê ya desthilatdariya mêr dinirxînin. Di pergalek ku li cihê pêşî li şîdeta di nava civakê de zêde bûye were girtin şîdetê teşwîq dike, bi xistina girtîgehê ya kesê li hevjîna xwe dixe; rewşa civakî ya jinan nikare were guherandin.   
Li Îspanyayê di 8’ê adara 2018’an de jinan di dîroka welat de îmze avêtin bin greva herî mezin. Ji 5 milyonan zêdetir jin tevli greva 24 saetan bûn û 10 sendîka û siyasetmedarên jin ên navdar ên cîhanê piştgirî dan. Greva ku bi dirûşma “Ger em bisekinin dê cîhan bisekine” hat lidarxistin deng veda.