Ji Rojava heta Rojhilat berxwedana sedsalan –III-

Jinên ku li Tirkiyeyê yekem car 1921’ê de, derketin qadan, ev 100 sal in bi daxwazên cuda 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin. Tevî hemû zextan jî jinên ku qedexeyan nas nakin, her sal rêxistinbûna xwe zêde dikin û derdikevin qadan. Dema ku bayê 8’ê Adarê ji rojava ber bi rojhilat ve diçû jinên Kurd ji salên 1990’an ku êrîşên herî dijwar hebûn, bi rengên xwe, tilîliyên xwe û bi daxwazên xwe bi coşeke mezin cejna jinan pîroz dikirin.

 
ZEYNEP AKGUL
Enqere- Li Tirkiyeyê tam 100 sal e, "8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê" ji Stenbolê heta Amedê,  ji Îzmîrê heta Mêrdîne, ji  Dêrsimê heta Şirnexê, ji Edenê heta Mersîne li çar parçeyên welat  pîrozbahî tên lidarxistin. 8’ê Adarê yekem car çawa û ji hêla kîjan kesan ve hat pîrozkirin. Li Tirkiyeyê 8’ê Adarê di sala 1921’ê de, cara  yekem bi pêşengiya jinên TKP’ê ya xwişkên bi navê Rahîme Selîmov, Cemîle Nuşirvanova û Naciye Xanım ve di mercên demê de bi dizî hat lidarxistin. Li Tirkiyeyê cara yekem di sala 1921’ê de, 8’ê Adarê bi raya giştî re hat pîrozkirin û ev pîrozbahî ji aliyê Komeleya Jinên Pêşverû (KJP) ve hat organîzekirin. Heta derbeya leşkerî ya 1980’yan, 8’ê Adarê her sal ji hêla jinên KJP’ê ve bi çalakiyên cihêreng dihat pîrozkirin. Di kongreya KJP’ê ya ku di 1976’an de, ji bo roja 8’ê Adarê ji bo jinan roja betlaneya giştî were îlankirin, li  Meclisa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê di însiyatîfê de hat plankirin. Armanca KJP’ê, ew bû ku pîrozbahî girseyî bin û pîrozbahiyên xwe li salonên civînên mezin pêk anîn. Di dema derbeya 1980’yan de çar sal şahî çênebûn. Di 1980’tan de, derbeya leşkerî çêbû û civîn hatin qedexekirin. Jinên KJP’ê piştre biryar girtin ku çalakiyên "Laçik Spî"organîze bikin.
Jinên “Laçik Spî” yên ku qedexeyan nas nakin
Di 8’ê Adara 1980’yan de, li bajar, bajarok, cihên kar, meydan, sûk, salonên sînemayê û kolanan çalakiyên "Laçik Spî" hatin lidarxistin. Laçikên spî; li dijî dijwariyên jiyanî, bêkarî û kaosa li welat wekî sembol hatin bikaranîn. Li seranserê Tirkiyeyê bi deh hezaran jin dema diçûn kar, bazar û geryanê laçikê spî bi kar dianîn. Li Stenbolê, jinan bi laçikên xwe yên spî û beroşên vala li walîtiye çalakî li dar xistin. Li gelek kargehan, xebat hatin rawestandin. Li ser vê yekê, li hin cihan bi “rêveberiya awerte” bikaranîna laçikên spî qedexe kirin. Pîrozbahiyên 8’ê Adarê di 1984’an de ji nûve dest pê kirin û di sala 1984’an de, “Xeleka Jinan" (Kadın Çevresi”) ya ku xwe wekî femînîst pênase dikir hat sazkirin û ji vê dîrokê şûnde 8’ê Adarê ji hêla rêxistinên jinan ve tê pîrozkirin. Dema ku jin li dijî tundî, kuştin, tacîz û tecawizê radiwestin, ew di çalakiyên xwe de dengê aştiyê bilind dikin.
18 sal berê Meşa Şevê ya Femînîstan dest pê kir
Yek ji çalakiya girîng a li Tirkiyeyê "Meşa Şevê ya femînîst" bû. Meşa Şevê ya Femînîst cara yekem di 8’ê Adara 2003’an de hat lidarxistin. Lê belê, di 2005’an de nav lê hat kirin û biryar hat girtin ku her sal were lidarxistin. Çalakiya femînîstan a 8’ê Adarê ya salên 2003 û 2004’an a li Taksîmê bû sedema biryargirtina herdemî ya pîrozbahiyan. Gava ku meş her sal bi beşdariya jinên nû qelebalix bû, ew ji destpêka 2010’an ve mezintir bû û bi sala 2020’an re ew bû meşek bi heybet ku deh hezaran jin li hev civiyan. Perspektîfa herî bingehîn a meşê ev bû ku meş wekî meşa femînîst bimîne û peyva femînîst derxe pêş. Qadek ku her jina were xwe lê bi ewle hîs bike, biafirîne û ji temsîla rêxistinê dûr bikeve.
Jinên şoreşger hatin girtin 
Pêwîst e em di pîrozbahiyên 8'ê Adarê de, li dîroka jinên Kurd binêrin. Biryardariya wan a şer ji bo gelek jinan bûye îlham. Jinên Kurd di 1919’an de dest bi vê têkoşînê kirin û îro 8’ê Adarê bi mîtîngên ku bi sed hezaran bi çalakî û çalakiyên berfireh îfade dikin, pîroz dikin. Jinên Kurd di pêşengiya têkoşîna qirkirina zayendî û her wiha têkoşîna nasnameyê de ne. Yekem têkoşîna rêxistinkirî ya jinên Kurd, di sala 1919’an bi navê Civata Tealî ya Jinên Kurd hat damezrandin. Piştrê cihê Civatê, Komeleya Jinên Şoreşger ên Demokrat (KJŞD) girt. KJŞD, yekem Komeleya jinên Kurd e ku 8’ê Adarê pîroz dike. Rêveberên komeleyê piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’an, ji ber ku 8’ê Adarê pîroz kirin hatin darizandin û girtin.
Yekem mîtînga 8’ê Adarê ya Jinên Kurd
8’ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê her sal li seranserê cîhanê bi babetên cihêreng derdiket pêş, li Tirkiyeyê pîrozbahiyên qelebalix ên wilayetê di bin zextek giran de dihatin meşandin. Dema ku 8’ê Adarê ji hêla jinên Kurd ve di 1997’an de yekem car hat pîrozkirin, yekem mîtîng di 1998’an de hat lidarxistin. Ji ber ku pîrozbahiya yekem bû, jinên ku bi cil û bergên gelêrî reng û bi tilîliyan hatin qada pîrozbahiyê rastî şîdeta polîsan hatin. Di 2001’an de, jinan bal kişand ser tecrîda li girtîgehan. Di navbera 2002-2005’an de, jinên Kurd her sal 8’ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê bi daxwazên cuda pîroz kirin. Di 8’ê Adara sala 2006’an de jin bi dirûşma "Ji bo cîhanek bê tundî û bi aştî" daketin kolanan.
Jinan li "Bajarê Jinê" bajar birêve bir”
Jinên Kurd ên ku ji ber 8’ê Adarê Roja Jinan her sal li qadan bi hejmarên zêde dagirtin, di navbera 2007-2009'an de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qîriyan. Wekî din, di bin pêşengiya Partiya Civaka Demokratîk (PCD) de, jinan di 8’ê Adara 2009’an de li qada îstasyonê mitîngek li dar xistin. Di sala 2010’an, li Amedê di çalakiya 8’ê Adarê de ji hêla Tevgera Jinên Azad a Demokratîk ve "Bajarê Jinê" hat îlankirin û jinan sê rojan bajar birêve bir. Di sala 2011’an de, polîsan mudaxeleyî meşa 8’ê Adarê ya ku di bin pêşengiya Tevgera Jinên Azad a Demokratîk de li Yenîşehira Amedê tê lidarxistin kirin.  
Jin li her du aliyên sînor civiyan
Daxwaza jinên Kurd ên ku di 8'ê Adara 2012’an de daketin kolanan "Ji Ocalan re azadî, ji qirkirina siyasî re dawî" bû. Dema ku dor hat sala 2013’an , jin li meydanên mîtîngê bi şîara "Ji Rosayan heta sakîneyan rêya we rêya me ye, soza ww soza me ye" civiyan. Jinên Kurd di pîrozbahiyên sala 2014’an de Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn. Di pîrozbahiya 8’ê Adarê a sala 2015'an de, di bin pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) de, bi dirûşma "Em bi berxwedêriya jinên li Kobanê re xwe bi rêxistin bikin û jiyanê azad bikin" “Pakêta Ewlekariya Navxweyî” hat protestokirin. Dîsa, di çarçoveya Meşa Jinên Cîhanê (MJC) de, li her du aliyên sînorê Nisêbîn û Qamişloyê mitîng hatin lidarxistin.
Jinan bi strana 'na, na' qadan dagirtin
Di sala 2016'an de, di bin pêşengiya KJA’yê de, jinan qadan bi dirûşma "Jin ji bo pêşeroj û azadiya xwe li ber xwe didin" dagirtin. Di sala 2017’an de jin bi strana “na, na” daketin qadan. Di saala 2018’an de ji hêla Platforma Jinan a Dîcle Amed ve çalakiyek hat organîzekirin. Sala 2019'an jinan greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê silav kirin. Jinên li herêmê bi gotina "Leyla Guven Rûmeta me ye" qadan  dagirtin. Di sala 2020’an de, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi pêşengiya Meclisa Jinan, bi şîara "Em berxwedanê bi rêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin" 8’ê Adarê pêşwazî kirin.
Îsal jî di bin pêşengiya TJA’yê de dê jin li seranserê welat bi şîara "Em li dijî qirkirina jinan jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparezin " 8’ê Adarê pêşwazî dikin.
Jinên ku bi sedsalan e bêewlehî, hejarî, bêkarî, her cure şîdet, şer, nijadperestî û mîlîtarîzma ku ji hêla kapîtalîzm û serdestiya mêr ve bi teşeyê herî tund û dijwar dijîn; bi dewlemendkirina daxwaz û têkoşîna xwe ya di rojên 8’ê Adarê de li dijî her cure mêtinkarî, zordarî, tundî û şerê ku ji ber qeyrana aboriya cîhanî û hikûmetên paşverû xirabtir bûne, hevgirtina xwe xurt dikin.