Ji komkujiyê bigire heya lêgerîna mafan: Dîrokçeya 8’ê Adarê –II-

Li hawîrdorek ku her roj bi dehan jin têne qetilkirin û li deverên cûda rastî şîdeta laşî û derûnî tên,dewlet û dadgeh parastina vê pergalê digirin dest, berxwedana jinan dibe hêvî… Ev sedema ku, em heroj hin zêdetir bi encamên xisara giran a ku mêtîngeriya kapîtalîst li ser jiyana jinan afirandî re rû bi rû diminin re, berxwedanên girseyî yên bi pêşengiya jinan dîrokê dinivisê.

Li hawîrdorek ku her roj bi dehan jin têne qetilkirin û li deverên cûda rastî şîdeta laşî û derûnî tên,dewlet û dadgeh parastina vê pergalê digirin dest, berxwedana jinan dibe hêvî… Ev sedema ku, em heroj hin zêdetir bi encamên xisara giran a ku mêtîngeriya kapîtalîst li ser jiyana jinan afirandî re rû bi rû diminin re, berxwedanên girseyî yên bi pêşengiya jinan dîrokê  dinivisê. 
ZEYNEP AKGUL
Enqere - Di 8’ê Adara 1857’an de, li bajara New York’ê a Dewletên Yekbuyî yên Amerîkayê (DYA) 40 hezar karkarên tekstîlê ji bo şert û mercên xêbatê baştir bibin, li kargeha tekstîlê  de dest bi grevê kirin. Lêbelê, 129 karkerên jin di encama êrişa polêsan ya li karkeran û karkerên ku xwe li kargehê kilît kirinê û heta dawiyê ji barîkatên xwe nerevinê û derketina şewat de  jiyana xwe dest dan. Zêdeyî 10 hezar kes beşdarî merasîma cenazeyê  ya karkeran bûn.
Di 26-27 Tebaxa 1910’an de, li  bajara Kopenhag a Danîmarkayê, II. Di Civîna Jinên Navneteweyî de (Konferansa Jinên Sosyalîst a Navneteweyî), yek ji seroka Partiya Sosyal Demokrat a Alman Clara Zetkin,  pêşniyar kir ku  ji bo biranina jinên karker ên ku di şewata kargeha tekstîlê ya di 8’ê Adara 1857’an de jiyana xwe dest danê, 8’ê Adarê  wekî biranin "Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê"  (Internationaler Frauentag) were kabul kirin û pêşniyar bi yekdengî hate qebûl kirin.  
Di salên pêşîn de, tarîxek taybetî tune bû, lê ew her dem di biharê de hate bîranîn.Di 3’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ya di sala 1921’an de li Moskovayê li  hat  derxistin de, dirok wekî 8’ê Adarê hat diyarkirin.Navê wê  ji wekî "Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê  Navneteweyî" hatiye diyarkirin. Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, ku di navbera salên şerên Cîhanê yê Yekem û Duyemîn de li hin welatan biranina wê qedexe bû, lê piştî di dawiya salên 1960’an de  li Dewletên Yekbûyî hate bibîranîn, bi awayekî hêztir hate rojevê.Piştra, Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 16’ê Kanûna 1977’an de qebûl kir ku 8 Adarê wekî "Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê" bi bîr anîne.
Yekemîn Konferansa Jinên  Sosyalîst a Navneteweyî
II. Kongreya Navneteweyî ya ku di 1889 de hate li dar xistin mijara azadkirina cinsê bindest dixgre rojevê. 
Di kongreyê de, jiyana kargeriya jinan, nirxandin û yekkirina têkoşîna wan a herêmî, rêxistina navneteweyî ya jinên sosyalîst û awayê derbaskirina pirsgirêkên di vê çarçoveyê de têne nîqaş kirin. Clara Zetkin nîqaşan revê dibe.
Kongreya 1889’an di rêxistinkirina tekoşîna jinan û navneteweyîbûn û navendîkirina wê de xalek girîng bû. Clara Zetkin ji yek ji navên sereke ye ku di rêxistina rastîn a têkoşîna azadiya jin de, di Kongreya 1889 dest pê dike.Clara Zetkin di sendîka bûna  jinan de jî bi rengek çalak cih digire.Zetkin di  sala 1891’an de rojnameya "Jina Karker" û di 1892 de "Wekhevî" weşand. Rojnameya Wekhevî di rêxistin kirina tevgera jinên sosyalîst de mezin dilîze. Armanca Zetkin rêxistinkirina tevgera jinên enternasyonal sosyalîst bû. Clara Zetkin 1. Konferansa Jinên Sosyalîst ên Navneteweyî ya ku di 1907 de li Stuttgartê pêk hat, rêxistin kir. Ji 15 welatan 59 jin beşdarî konferansê dibin.
Di konferansê de yek ji ciyawaziyên ramanê ji mafê hilbijartinê yê jinan e. Pirsa  ji bo ve mafî têkoşînek çawa were meşandin tê nîqaş kirin.Aleksandra Kollantai di civînê de wekî tenê delegeya ku Rûsyayê temsîl dike cih digire. Clara Zetkin di konferansê de helwestek zelal digire. Di konferansê de, biryar hate girtin ku rêxistinek navneteweyî ku jinên sosyalîst were avakirin.
Duyemîn Konferansa Jinên Sosyalîst a Navneteweyî
Duyemîn Konferansa Jinên Sosyalîst a Navnetewî  ku di 1910’an de li Kopenhagê hate li dar xistin. Di konferansê de nîqaş li ser mafê giştî yê jinan û ewlehiya kar hatin kirin. Aleksandra Kollantai jî bi Clara Zetkin re beşdarî konferansê dibe.Wekî din, pêşniyarek tê kirin ku 8’ê Adarê wekî Roja Jinên Kedkar ên Navneteweyî were ragihandin û her sal were pîroz kirin.Di konferansê de, bi pêşniyara Clara Zetkin, biryar e ku her sal rojek wekî roja têkoşîna navneteweyî ya jinan were pîroz kirin. Ji ber vê yekê, 8ê Adarê wekî Roja Jinên Kedkar ên Navneteweyî tê qebûl kirin.
Ji wê dîrokê şûnda, 8ê Adarê dibe rojevek navneteweyî û di tekoşîna azadiya jinan de cih digire. 8’ê Adarê 1913’an ya li. Petersburgê vediguhere çalakiyek girseyî.
Şewata Kargeha  Cil a Traangle ye 
Fîlozofê femînîst Kate Millet mirina 146 karkerên jin,a ku piraniya wan zarok bûn, di encama şewata ku li New York  kargeha cil a Triangle wiha vedibêje:
“Di 25ê Adar 1911 de, avahiyên bilinda kargehê şewitîn. 700 karkerên ku di mesafeyên kem yê dinavbera makîneyan de navpişt di xebitin.Piraniya deriyên ber bi rêya şewetê ve hatibûn qefilandin. Ber bi evarê, 146 jin, piraniya wan keçên ciwan mirin… Du xwediyên kargehê hatin darizandin û beraet kirin. Yek ji hevparan 20 $ cezayê pere hatê birî. "
Nêzî ji pênc sed jin, bi piranî zarok, 146 kes  ku di kargehê de bi berdêla 6-7 $ di hefteyê de 60 heya 72 demjimêran dixebitin di şewatê de jiyana xwe dest dan.
Avahiya ku, şewata cil a Triangle, ku di dîroka pîşesaziya Amerîkî de şewata herî trajîk tê hesibandin, li New Yorkê di 1901’an de hate çêkirin. Şîrketa ku bi hevkariya Max Blanck û Isaac Harris ve hate damezirandin, roj bi roj destkeftiyên xwe zêde kir, û şert û mercên xebatê dest bi xirabiyê kirin.Piraniya karkerên kargehê jinên ciwan ên koçber bûn û bi İngîlîzî nizanin. Şert û mercên xebata dirêj, westiyayî û dijwar neyînî bandor li jinên ciwan dikir. Ev  mercên giran berdelê jiyana 146 jinan bû. 
Di 25’ê Adarê 1911’an de piştî nîvro, ji sedemek nediyar şewata ku  li qadê heştemîn ket, û karkerên li qatên jorîn bi hilkişîna ser ban û avahiya paşîn ve bi ewlehî ji kargehê derketin. Lêbelê, dema ku karkerên qata nehem şewat pê hesiyan, wan dît ku yek ji du deriyên derketina erdê bi dûman û şewatê hatiye girtin û yê din jî qefilandî ye. Ti şansê karkerên ku asê mane tunê bû ku birevin.
Hin karkerên jin ku mirin, ji ber nikarbûn xwe ji ber  şewatê bigrin, tercîh kirin ku  xwe ji pencereyan bavejîn. Gelek jin  ji  bi şewatê jiyana xwe dest dan. 146 karkerên koçber, bi piranî ji jinên ciwan, ji ber mebesta qezenc û xemsariyê jiyana xwe dest dan.
Sibê: Ji Rojava ber bi Rojhilat ve 100 salên berxwedanê