Rojek li Jinwar I

Diyarê Jinan, ango JINWAR... Di nava çolek germ û zuha de bi destên jinan bereket li ser wê axê de dibare. Deryayek kesk, bi rengê sor yê axê re dibe yek û henaseyek paqij hundirê mirov dadigre. Jinên wê xaka pîroz kevneşopiya ji xwedawendanên wê xakê cardin zindî dikin û jiyanê li derdora xwe cardîn avadikin. Şaş fahm nekin; ew ne stargeheke, ew ne cihek ê jinên bê çare dihewîne ye. Ev der cihê ji nû ve zayîna jinên bi hêze. Ev der cihê xwebûna jinan JINWAR e...

Navenda Nûçeyan - Em li JINWAR in, ango li warê jina ne...  Gundê aramî û watedayîna jiyana bihevrebûnê Jinwar, her dem dîdarên wê hene. Her kî serdana Rojava bike, teqez rêya xwe bi Jinwar ê dixe. Ji bo rojek şopandina gundê jinê Jinwar em ketin rê. Dema me Dirbêsiyê derbaskir ber bi Serêkaniyê ve diçun li ser rê lewheya ser Jinwar nivîsiye xwiya kir. Em bi aliyê lewheyê vegeriyan û hinek bi deştê de çun JINWAR ji dur ve xwiya kir. 
Avahiyên gund bi heriyê hatine lêkirin, rengê wê ji dur ve diyar nake heya mirov baş nêz dibe. Derdora gund vekirî û bînfere ye. Ji dur ve gundên cîran xwiya dikin. Nêz jî baxçeyê gund zebzeyê havînê heye. Her ku em nêzbûn nivîsa ser derî bi renga reng nivisiye JINWAR baş xwiya kir. Dema em ber bi aliyê derî ve diçun jina ku nobedara rojêbû derî li me vekir û bi xêrhatinê em vexwendin hindir. Dema me lingê xwe avêt hundir weke ku em bikevin cihek pîroz de, em di hundirê xwe de hinek veciniqîn. Piştî silavdayîna nobedar, wek çawa li derdorê qubek pîroz bigerî, em geriyan despêkê di nava gund de. Her ku me avahî û jiyana tenê bi destê jinan hatî avakirin dît serbilindayî û kelecana me zêdetir bû.  
Em destpêkê bûn mêvanê dermanxaneya ‘Şifa Jin’... 
Avahiya herî nêzî derî li aliyê çepê Dermanxaneya Şifa Jin e. Avahî amadeye li ser deriyê wê jî xweşik navê wê bi keviran li hev anîne. Navenda tenduristiyê û gund bi hev re dermanên xwezayî berhevdikin û piştî komkirina giyayên biharê bi destê wan ê bi şifa derman tê çêkirin. 
Akademiya gund 
Li kêleka ‘Şifa Jin’ piştî çend malan akademiya jinên gund heye. Mêvan û şagirtên xwe bi şîara ‘Jin Jiyan Azadî’ pêşwazî dike. Ev şîar bîra me jî ser û binê hev dike; qalibên ku ji aliyê pergala baviksalarî ve bi hezar salan hatiye pejîrandin û ferzkirin di ruxîne. Tişta ku di kurahiya bîra mejiyê me de mayî cardin şîn dike. Hestên me cardin geş dike... Ne tenê şêniyên JINWAR, em hemû jin bi wê şîarê ji xwe re dibêjin; “Belê em ewin” yên ku jiyanê avadikin, yên ku azadiyê misoger dikinin...
Xemil û xêza hindir ji xelatên tevger û şandeyên jinan ên hatine serdana gund bi xwe re anîne. Ji remzên jinan ên di dirokê de tu carî wunda nebuyî û nehatî ji bîrkirin heya remzên dîrokî, weke pêşangehê xweşik li hev anîne. Di nava wê dîroka nûkirina binhişiyê de jin li ser zanista civakî, pergala baviksalarî, pirsgirekên civakî û rêbazên çareseriyê perwerdê dibînin. Di wê hewaya lêhurbûnê de, xwe ji nû ve digrin dest; ji hişmendiyê bigre heya hest û helwestan xwe ji nû ve birêxistin dikin. Li beramber zanist û ilma civaki ya baviksalarî zanista JİNEOLOJÎ bingeh digrin û xwe li ser himê JİNEOLOJÎ yê perwerde dikin...
Bi derketina ji akademiyê re cardin rêza malan dom dike heya aliyê dinê yê gund, lê em bi rêzê diçin. Di dorê de jî dibistana zarokan a seretayî heye. Dibistan ji pola yekan heya pêncan  tevahî bi zimanê Kurdî û Êrebî ye. Mamosta yên zarokan jî ji navçeya Qamîşlo Dirbêsiyê tên wan perwerde dikin. Zarokên dibistana seretayî qedandine li Dirbêsiyê navîn û amadeyî didomînin. Zarokên gund piranî biçukin dibistana seretayiya gund dixwînin. Ji derveyî du keçikên Fatma ya ji Kobanê ye. Du keçikên Fatmayê diçin dibistana navîn a Dirbêsiyê dixwînin. Serê sibê wesayît wan digire, demjimêr yekê piştî ku dewama wan diqede cardin vedigerîne gund. 
Teyîrên tawis ên nava gund 
Cardin rêza malan dom dike ber bi aliyê dinê yê deriyê gund ve. Mal hemû mil dane milê hev weke govendek mezin hatine lêkirin. Ev awayê lêkirina malan ji ber xwe de nîne tê wateya hevgirtînê, wekhevî ye jî... Di nîvê de jî cihek biçuk ê du teyîrên tawis hene. ‘Çima teyrê tawis?’ pirsek pewîste ku bê bersiv nemine ye. Di olan da hindek ajal wek remza baweriyan e. Lê jin parazvanê hemû xweza û ajala ye jî. Ji ber wê yekê hemû ajal pîrozin û wateya wan cudaye li gel jinan. Ango remza bê mirin û vîna pîroz, wateya herî giringe ji bo jinên JINWARÊ jî...  Li pişt wan jî xwaringeha gund a komî heye. Cihê teyîrên tawis gelek xweş û tayîbete li nava gund, ji derê hemû malan xwiya dike. Ji xwe derê hemû malan li yek hewşê ye, hewşa wan jî mezin û hevpare. 
Pîroziya hermelê
Berî çuna xwaringehê hewceye em giyayê hermel bidin nasîn. Li derdora gund hermel li her derê ji ber xwe ve çêdibe. Weke hemû giyayên deştê biharê şîn dibe, disewhe, havînê zer dibe, dibe puş û ber bayê dikeve. Dibe ku şînbûn û zerbûna hermel weke hemû giyayên deştê be lê, welatiyên herêmê wiha lê nanêrin. Hermel sîmgeyek pîroz a ji çaxên kevnar hatiye. Berî xwendin û nivîsandinê, bi libikên wê gundên herêmê roj û mehên salê jimartine. Ev kevneşopî heya niha jî dom dike. Havînê pîrên temen mezin neviyên xwe didin dora xwe û diçin komkirina hermelê. Dema kom kirin, anîn malê vêcarê li ber çavê zarokan çêdikin ji bo ew jî hîn bibin. Ji ber çêkirina wê hemû bi hêjmare û bi şêwazek tayîbet tê amade kirin. Ji livikên wê rojên meheke salê hemûyê dijmêrin û dikin yek ruşî, heya dazdeh ruşiyan diçin. Her ruşiyek nûneriya mehek salê ye. Despêkê çargoşeyek dîk çêdikin, di hindirê wê de çar çargoşteyên biçuk çêdikin. Ew çargoşên biçuk jî nûneriya çar demsalan dikin. Heya nava çargoşê xweşik li hev tînin, paşê jî wan ruşiyan bi aliyê xwarê yê çargoşeyê ve rêz didanin heya her dazdan bicîh dikin. Dema hemû bi cîh kirin êdî amadeye dikarin bi diwarê malê ve bikin.
Tenê ne weke salname, di heman demê de ji bo pîroziyê jî kar tînin. Baş pîroziya wê nayê zanîn, dibe ku pîroziya wê ji destê bişifa yên xwediyê sirên jiyanê yên pîrên herêmê be jî. Mala salnameyên bi destê dapîrên mamostayên jiyanê hatîn amade kirin têde nebe weke tiştek jê kême û bê parastine. Hermel a ku di herêma fereh a derdora gund de xwediyê wateyek wiha pîroze bi heman şêwazî ketiye nava jiyana gund jî. Hê di pêvajoya avakirinê de salnameya Hermel weke sembola JINWAR ê li ser sipî danîne û kirina alaya gund. Hem li ser banê giştî danîne, hem jî di hemû malan de heye. Her mala ku mirov derî vedike salnama hermel li pêş çavê mirov dikeve.  
Xwaringeh 
Xwaringeha gund jî mezin û hindirê wê baş li hev dayiye. Kevaniya gund mehane tê guhertin. Ji xwe meclisa gund heye, hemû jinên gund di heman demê de endamên meclisa gundin. Mehane şivanê pezê gund, kevanî û karên dinê di civîna meclisê de diyar dikin. Hinek caran kevanî xwe pêşiniyar dike û du mehan ser hev xwarina gund amade dike. Ne tenê kevanî karên dinê jî wiha bi dildarî dikin û gelek caran du mehan ser hev bi heman karî re mijul dibin. Kevaniya vê mehê jî Zeyneb a ji Colemêrgê ye. 
Dikana xwişkan
Jin di JINWAR de hemû pêdiviyên xwe yên jiyanê bi derfetên xwe pêşewazî dikin. Ji bo jiyan bi rêve biçe pêwîstî hatine berhevkirin. ‘Dikana Xwişkan’ jî yek ji wan cihê ku pêdiviyên jiyanê pêktîne ye. Avahiya dikanê jî ne kêmi yên dinê ne, gelek li hev hatî û xweş hatiye amadekirin. Tayîbetî jî hunerê li ser derî neqişandîn balê dikişine. Hema li ser derî bi kevirên hurik û li hevanînek bedew nivîsîne ‘Dikana Xwişkan’ Li aliyek derî bi kevirên hurik şahmaran çêkirine, li aliyê dinê jî tiştek pir xweşik ew jî yek ji sembolên jinên herêmê ne. Jinek Efrîni ya niha li Şehbayê dimîne bi destê xwe amade kiriye û dema hatî gund bi xwe re diyarî aniye. Ji xwe weke her avahiyê sembola gund a ji giyayê hermel tê amade kirin û hemû libên dikevin nava nexşê wê li hev hatî û bi hijmarin jî kêm nemane. Bi ketina hindir re ew nîgarê bedew ê hermelê dikeve çavan.
‘Dîdarên gund teqez ji dikanê tiştekê digirin’
Ji karê nava gund herî dereng dikandar tê guhertin. Elîf demek dirêje li dikanê dinêre di hesaban de serwextbûye, ji ber wê jî her ku jinên gund li meclisê ji bo guherîna peyîwirê û xebatên xwe yên mihane kom dibin dubare Elîf ê hildibijêrin. Dema em li dikanê vegeriyan me dît Elîf vala namîne gelek çun û hatin heye tayîbetî jî zarok. Me henek bi Elîf ê re sohbet kir. Elîf di sohbetê de ji karê xwe jî kêm nema, her carê pêdiviyên dîdaran dabîn dikir û cardin vedigeriya aliyê me. Elîf a bi baldariyek mezin dixebite da zanîn ku ji gundên derdorê jî tên ji dikana wan tiştan digirin û ev lê zêde kir: “mêvanên gund, li gel xwe xelatekê ji gund re tînin. Teqez dema tên serdana dikanê tiştekê ji dikanê jî digirin. Zêdetir bala wan ser hunerê deste, tiştên li vêderê bi destan tên amadekirin digirin. Herî zêde jî şahmaran û sembola Jinwarê dibin. Diyare ji bo demdirêj radikin, an jî ji cihna re xelat dibin. Hemû rojan dîdarên gund hene, hinek rojan gelek zêde çun û hatin heye. Bi wê re dikan jî di nava tevgerê dene. Em pêre nagihînin tiştên dest ên em jinên gund êvaran li ber sohbetan êdikin zu diqedin. Ji xwe şahmaran nakeve erdê, ji dîdaran kê serê xwe xist dikanê hema yekser şahmaran ber çavê wan dikeve.”
Bi vî şêweyî me gerek da gund û paşê jî li ber derê Fatimê runiştin. Ber êvare keçikên wê jî ji dibistana Dirbêsiyê hatine, çayek li ber derî daniye û bi hev re vedixwin. Em jî hatin li gel wan runiştin. Keçika Fatimê ya biçuk jî giyayek komkiriye, anî nîşa dayîka xwe da. Dayîka wê Fatim ê got: “Keçka min, na ev giya ne merwele nayê xwarin. Ezê paşê merwel nîşa te bidim, li van deveran çêdibe û tam jî dema wê ye. Rojekê ez ê we jî li gel xwe bibim, em ê bi hev re kom bikin ji bo hun jî hîn bibin.” 
Tarî daketiye êdî dema çuna hindir hat, her kes berdaqên çayê digirin û berê xwe didin malê. Berî  Fatim û keçikên xwe jî rabin û ber bi malê biçin, em ji sohbeta wan rabûn, me êvarbaşî li wan kir û ber bi mala seroka meclisa gund Şêrîn ê çun. Ji xwe her mêvanên li gund dimînin, Şêrîn wan bi cîh dike, berê de cihê me jî diyar kiriye. Ji ber wê em li gel zarokên Fatim ê neman, li Şêrîn ê vegeriyan.
Sibê jî emê demjimêr şeşan bi despêkirina firinê despêbikin û roja gund çawan derbas dibe bişopînin.