rojane
-

32 welatan li dijî Îranê helwesta xwe ya hevpar ragihandin
Îranê ku di sala 2025'an de herî kêm 1.639 kes darve kirine, vê carê bû hedefa nerazîbûna tûj a 32 welat û Yekîtiya Ewropayê. Welatên rojavayî banga rawestandina tavilê ya darvekirin û serbestberdana girtiyan kirin.
-

Li Tunisê yekemîn platforma belgekirina kuştinên jinan ket meriyetê
Komeleya Dengê Jinan bi civîneke çapemeniyê ragihand ku wan yekem platforma ji bo çavdêrîkirin û belgekirina kuştinên jinan li Tûnisê avakirine.
-

Li Yemenê xurtkirina nûnertiya jinan a di navendên biryargirtinê de
Rêxistinên jinan ên li Yemenê, bi armanca xurtkirina rêveberên jin ên nifşa duyemîn a li Adenê, ji bo misogerkirina nûnertiya ji sedî 30 ya jinan atolye li dar xistin û belgeyên siyasetê amade kirin.
-

Bahra Osman: Me azadiya xwe bi berxwedan û têkoşînê bidest xist
Bahra Osman têkoşîna jinên Kurd a salên 1970 û 1990’ î, ya li dijî rejîma Baasê û rojên girtîgehê vegot; bal kişand ser wê yekê ku azadî bi hêsanî nehatiye bidestxistin û bi berxwedaneyeke mezin hatiye qezenckirin.
-

Remziye Canbeg: Ji bo azadiyê em di xaleke bê veger de ne
Pêvajoya nû ya siyasî gelek pirs û hêvî bi xwe re anîne. Dayîka Remziye Canbeg a ku bi salan e têkoşîneke dijwar dimeşîne, da xuyakirin ku ew ê mil bi mil bi zarokên xwe re li derve têkoşînê bidomînin.
-

Komeleya Dar: Divê di bin çavdêriya navneteweyî de koçberên Serêkaniyê vegerin malên xwe
Endama Komeleya Dar Êva Îbrahîm diyar kir ku pirsgirêka koçberên Serêkaniyê ne tenê ya herêmî ye, pirsgirêkek mafên mirovan e û ji bo pêvajoya vegera wan daxwaza çavdêriya saziyên navneteweyî kir.
-

Li Silêmaniyê Konferansa Jinan bi dirûşmeya “Dengê Jinan Siyasetê Diafirîne” hate lidarxistin
Li Silêmaniyê bi pêşengiya rêxistinên jinan konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de bal hate kişandina ser rola jinan a di nava siyasetê de û ji bo pêşketina demokrasiyê û guhertineke rastîn, divê jin bi awayekî xurtir beşdarî biryargirtin bibin.
-

Ji Homa Teymûrî û hevjînê wê re 10 sal cezayê girtîgehê
Di doza xwepêşandanên dawî de li Îranê, 10 sal cezayê girtîgehê li Homa Teymûrî û hevjînê wê Yaser Azadeh hate birîn. Dadgehê her wiha li Teymûrî qedexeya rêwîtiyê û bikaranîna medyaya dîjîtal birî.
-

Hesabên medyaya dîjîtal a Servîsa Kurdî ya ajansa me NûJINHA hatin girtin
Hesabên Instagram û YouTube yên beşa servîsa Kurdî ya ajansa me NûJINHA, ji aliyê platformên medyaya dîjîtal ve hatin girtin.
-

Li cîhanê bêkariya ciwanan mezin dibe rêjeya herî xirab li herêma Ereban e
Tevî ku bêkariya ciwanan a cîhanî gihîşt ji sedî 12.4an, li welatên Ereb û Bakurê Afrîkayê ev krîz hê kûrtir e. Pispor balê dikişînin ser wê yekê ku nebûna karên guncav aboriyê ji potansiyela mirovî bêpar dike.
-

Fîlozofa Fransî Catherine Malabou ji Abdullah Ocalan re name şand
Fîlozofa Fransî Catherine Malabou, di nameya ku ji Abdullah Ocalan re şand de piştgiriya xwe anî ziman û wiha got: "Mafê we ye ku piştî ewqas salan weke mirovekî azad bijîn. Azadî mafê we ye; ev yek ne cihê nîqaşê ye.”
-

Li Qeşmê metirsiya ekolojîk
Li gorî rayedarên Girava Qeşmê, ji ber qirêjiya petrolê ya ku ketiye nav daristanên mangrovê yên bi qîmet, xebatên paqijkirinê û lêpirsînê hatine destpêkirin da ku pêşî li zirarên mezin ên ekolojîk bê girtin.
-

‘Pêwîst e kêmasiyên wê li gorî prensîbên qanûnî yên gerdûnî werin çareser kirin’
16 baroyên bakurê Kurdistanê li ser qanûna nû ya "Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî" helwesta xwe nîşan dan û diyar kirin ku tevî kêmasiyên qanûnî jî, ji bo bidawîkirina pevçûnan û misogerkirina aştiya civakî ev gav derfeteke dîrokî ye.
-

Daneyên kuştina jinan li Başûrê Kurdistanê bilind dibin
Tevî hişyariyên rêxistinên herêmî yên li Başûrê Kurdistanê, di rojên dawî de li Silêmanî û Germiyanê bûyerên kuştin û tundiya li dijî jinan zêde bûne û ev rewş xetereyên nû li ser jiyana jinan çêdike.
-

UNICEF: Li Sûdanê zarok bi xetereyên mezin re rûbirû mane
Rapora UNICEF’ê piştrast kir ku krîza mirovî li Sûdanê di asteke xeternak de ye, kêmbûna fînansmanê hewldanên alîkariyê asteng dike û gefê li jiyana zarokan dixwe.
-

Li Biyarayê du projeyên nû yên geştiyariyê hatin vekirin
Ji bo parastina çand û mîrata Kurdî û di çarçoveya Pêşbirka Gundê Cîhanê ya UNESCO’yê de, li gundê dîrokî yê Biyarayê du projeyên geştiyariyê hatin vekirin.
-

Çîroka Şadana ku mala xwe kir qursa zarokan
Li parêzgeha Helebceyê, çîrokeke cuda ya perwerde û evînê di maleke sade de dest pê dike. Mamoste Şadan her roj ji bo bîranîna kurê xwe bi dilxwazî 40 zarokan perwerde dike.
-

Li Amedê: Ciwan li dijî madeyên tîryak li qadan in
Li bajarê Amedê yê bakûrê Kurdistanê jinên ciwan ên ku li dijî belavbûna tiryak û fihûşê li taxan dest bi nobedê kirine, bal kişandin ser armanca qirêj a van polîtîkayan. Jinan ragihandin ku ew ê vê pergalê qebûl nekin û banga têkoşîna rêxistinkirî kirin
-

Şêra Osê: Divê jinên Sûriyeyî tifaqa xwe ava bikin
Endama Desteya Hevserokatiyê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Şêra Osê diyar kir ku di vê dema nexşeyek nû ji bo Rojhilata Navîn tê xêzkirin de jinên Sûriyeyê xeterên li pêşiya xwe cidî bibînin û tifaqa xwe ava bikin.
-

Rêxistinên mafên mirovan ji bo êrîşên Hûsiyan bang li rayedaran kirin
Rêxistin û dezgehên mafên mirovan ên Yemenê ji bo lêpirsînên, êrîşên li ser taxên qerebalix, daxwaza mudaxeleya lezgîn kirin û tekez kirin ku êrîş û zirara li ser tesîsên xizmeta giştî divê werin rawestandin.