rojane
-

Li Xezarê krîza avhewayê
Germahiya Deryaya Xezarê di bîst salên dawî de pileyek û nîv zêde bûye û ev yek dibe sedem ku asta avê salê bi qasî 20 santîmetreyan kêm bibe. Ev rewşa metirsîdar gefê li tevahiya jîngeh, aborî û binesaziya herêmên peravê dixwe.
-

Li Cezayirê mafên jinan û azadiya derbirînê di bin gefê de ye
Piştî ku li Cezayîrê li dijî rojnameya jinan û xebatkarên wê kampanyayeke tundiya dîjîtal û teşwîqkirinê dest pê kir, komeke rêxistin û kesayetên mafên mirovan daxuyaniyek da û gotin, “Ew ê nehêlin tirs û nefret civaka wan dîyar bike.”
-

Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê li ser mafên jinan û astengiyên li herêmê gotûbêjkirin
Di panela herêmî ya li Tûnisê de rewşa jinên li Sûriye, Iraq, Filistîn, Sûdan, Lubnan û Mexribê hat nîqaşkirin. Di panelê tê gotin ku, destkeftiyên jinan ji ber tevgerên rastgir di bin gefê de ne û girîngiya parastina maf û wekheviyê hat tekezkirin.
-

Xewnên ku di bin siya Talîbanê de hatin tarîkirin
Xewna pîlotiyê ya Şemsiya Safî ya 21 salî bi zewaca bi zorê û qedexeyên Talîbanê re bû kabûs. Çîroka wê bîranîna bi milyonan keçên Efgan e ku ji perwerde û mafên xwe bêpar mane.
-

Li Kobanê krîza ceyranê
Piştî ku rêveberiya av û ceyranê bi peymanekê hate guhertin, li Rojavayê Kurdistanê û bajarê Kobanê krîza ceyranê derket. Tevî ku asta ava Firatê bilind e jî, jinên herêmê diyar dikin ku ceyran bi "minet" tê dayîn.
-

Xurbet Îşlek: Vegera me ya Bakurê Kurdistanê dê bi komî û komînal be
Hevşaredara Mexmûrê Xurbet Îşlek diyar kir ku qanûna çarçoveyê tevî kêmasiyan ji bo destpêkê gaveke dîrokî ye û got ku di çarçoveya vê qanûnê de cihgirtin û vegera wan a welat dê bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan be.
-

Festîvala berhemên herêmî û çandî li Helebceyê dest pê kir
Li bajarokê Ehmedawayê ya Helebceyê, yekem festîvala berhemên herêmî û çandî bi beşdariya zêdetirî 100 cotkar û karsazan dest pê kir. Festîvala ku dê sê rojan bidome, balê dikişîne ser girîngiya berhemên xwezayî û xurtkirina rola jinan a di warê aborî de.
-

Li Kobanê festîvala xwarinên gelêrî
Bi dirûşmeya “Festîvala Kobanê lêvegerandina li çanda dayîkê”, bi sedan jinên navçeya Qinê ya bajarê Kobanê bi riya festîvaleke gelêrî ya berhem û keda jinan, bi dehan xwarinên çanda bajarê xwe pêşkêş kirin.
-

Ji Nifşê Z daxwaznameya îstifayê ji bo Qeyîs Seîd û banga hilbijartinên pêşwext
Li Tûnisê Nifşê Z, helwesta desthilatdariyê rexne kir û diyar kir ku dewlet ji bo ravekirina qeyranan serî li teoriyên komployê dide, nîqaşên giştî digire û xebatên civaka sivîl û sendîkayan sînordar dike.
-

IFJ daxwaza betalkirina sûcdariyên li dijî Yelda Mûîrî kir
Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan (IFJ), bertek nîşanî cezayê girtîgehê yê li wênekêşa Îranî Yelda Mûîrî hatiye birîn da û daxwaz kir ku sûcdariyên li dijî wê werin betalkirin û bikaranîna sûcdariyên ewlehiyê yên ji bo sînordarkirina çalakiyan.
-

Li Suweydayê paneleke li dijî tundiya li ser jinan hat lidarxistin
Li Suweydayê li dijî tundiya li ser jinan panelek hat lidarxistin. Beşdaran di çalakiyê de bal kişandin ser zêdebûna sûcên navmalî û ji bo parastina maf, ewlehî û rûmeta jinan xwestın tedbîrên qanûnî û perwerdeyê werin xurtkirin.
-

Ayşegul Dogan: Ji bo qanûn were sepandin divê hin gav werin avêtin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe daxuyaniyek da û qanûna çarçoveyî ya ku di Meclisê de hatiye erêkirin nirxand. Dogan diyar kir ku "Ev qanûn dê zemîneke hiqûqî ji bo çareseriyê ava bike û deriyekî nû veke.
-

Li Îzmîtê hovîtiya li dijî zaroka Sûriyeyî
Li bajarê Tirkiyê Îzmîtê keçeke Sûriyeyî ya 15 salî rastî êrîşa zayendî hat. Tevî ku temenê wê di îfadeyê de 19 salî hate nîşandan û malbata wê xistin navenda vegerandinê jî, bi îtîrazan rastî derket holê û gumanbar hatin girtin.
-

Rojnamevan Wîda Rebbanî rastî şîdeta navmalî hat
Rojnamevan û girtiya siyasî ya berê Wîda Rebbanî ragihand ku ew ji aliyê hevjînê xwe ve rastî lêdan û şîdetê hatiye û bi zorê ji mala xwe hatiye derxistin. Rebbanî bang li jinan kir ku li hemberî şîdetê bêdeng nemînin.
-

Komeleya Jinên Demokratîk a Tunisê li ser Qanûna Rewşa Kesane semînerek li dar xist
Beşdarên panêlê girîngiya danûstandina ezmûn û pisporiyê di xizmeta mafên jinan de li Bakurê Efrîkayê anîn ziman ku di warê wekhevî, derfetên wekhev û azadiyan de bi dijwarî û paşketinên eşkere re rûbirû ye.
-

Navenda Jineolojiyê û Enstîtuya Misrê hevkariyeke nû saz kirin
Navenda Misrê ya Lêkolîn û Ramanên Jineolojiyê û Navenda Misrê ya Lêkolînên Ragihandinê ji bo xurtkirina têkiliyên di warê lêkolînên ciwanan, perwerde û danûstandina pisporiyê de li hev kirin.
-

UN Women: Li Efganistanê tunekirina tevahî ya mafên jinan
Rapora nû ya UN Women diyar dike ku zêdetirî 100 fermanên li dijî jinan li Efganistanê bûne beşek ji jiyana rojane. Aboriya welat hilweşandine û bi mîlyonan jin rûbirûyê qeyranên mirovî hiştine.
-

Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê di salvegera Qanûna Rewşa Kesane de daxuyanî da
Di salvegera 70'yan a Qanûna Rewşa Kesane de, Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê daxuyaniyek weşand û xwest 70 salên reformê werin nirxandin. Komeleyê tekez kir ku pêwîstî bi misogerkirina beşdariya jinan di jiyana giştî de heye.
-

32 welatan li dijî Îranê helwesta xwe ya hevpar ragihandin
Îranê ku di sala 2025'an de herî kêm 1.639 kes darve kirine, vê carê bû hedefa nerazîbûna tûj a 32 welat û Yekîtiya Ewropayê. Welatên rojavayî banga rawestandina tavilê ya darvekirin û serbestberdana girtiyan kirin.
-

Li Tunisê yekemîn platforma belgekirina kuştinên jinan ket meriyetê
Komeleya Dengê Jinan bi civîneke çapemeniyê ragihand ku wan yekem platforma ji bo çavdêrîkirin û belgekirina kuştinên jinan li Tûnisê avakirine.