Li Yemenê xurtkirina nûnertiya jinan a di navendên biryargirtinê de

Rêxistinên jinan ên li Yemenê, bi armanca xurtkirina rêveberên jin ên nifşa duyemîn a li Adenê, ji bo misogerkirina nûnertiya ji sedî 30 ya jinan atolye li dar xistin û belgeyên siyasetê amade kirin.

FATÎMA REŞAD

Aden – Di çarçoveya hewldanên berdewam ên rêxistinên jinan ên li Yemenê ya ji bo bicîhanîna biryarên li ser xurtkirina jinan û misogerkirina nûnertiya jinan a di navendên biryargirtinê yên saziyên dewletê de, li paytexta demkî ya Adenê bi armanca xurtkirina hebûna rêveberên jin ên "nifşa duyemîn" a di qadên siyasî û îdarî de, hewildanên mezin hatin kirin.

Weqfa Aştiyê ji bo Civakan (PASS), bi hevkariya "Hevkarên Yemenî" bi beşdariya gelek rêveberên dadwerî, nûnerên civaka sivîl û rêxistinên navneteweyî û herêmî rêze atolye û civînên maseyên girover li dar xist. Armanca van xebatan, ew e ku di serdema pêş de ji bo li ser biryarderên di hikûmetê de bandorek berbiçav avabike, belgeyên siyasetê werin amadekirin.

Belgeyên pêvajoya perwerdehiyê û siyasetê

Endama tîma rêverberên jin a Projeya Hêzdarkirina Jinan (Nifşa Duyemîn) Ghayda Elî, diyar kir ku proje bi bernameyên perwerdehiyê yên dijwar ên rêveberiya pevçûnan, siyaset û qeyranan, danûstandinan, parêzvaniyê û nivîsandina belgeyên siyaset dest pê kir. Ghayda Elî, wiha axivî: "Di qonaxa duyemîn de, her tîmek belgeyek siyasetê ku mijarên cûrbecûr digre dest amede kir. Yek ji wan ên herî girîng belgeya bi navê 'Jinên Derveyî Sehneyê’ bû. Her wiha, lêkolîn û analîzên kûr ên çarçoveya herêmî hatin kirin. Em armanc dikin ku bi rêya van belgeyan li gorî pêkanîna encamên Konferansa Diyaloga Berfireh a Neteweyî pêşniyaran dayîna nûnertiya ji sedî 30’î ji jinan re, pêşkêşî hikûmetê bikin.”

Rûniştinên parêzvaniyê yên ji bo navendên biryargirtinê

Ghayda Elî, diyar kir ku tîmê civînên parêzvaniyê yên ku çar komên sereke ya di nav navendên biryardanê de armanc dike, li dar xist û wiha got: “Rûniştina ewil li ser rêveberiya serokomariyê bû. Rûniştina duyemîn, rêxistinên civaka sivîl û saziyên piştgirî yên navneteweyî û herêmî bû. Rûniştina sêyemîn, ji bo partiyên siyasî, avabûnên siyasî û lîderên neteweyî hate veqetandin û rûniştina çaremîn jî li ser dadweriyê bû. Bi gelemperî nîqaş li ser mekanîzmayên pêwîst a ji bo hêzdarkirina jinan û misogerkirina gihîştina wan a navendên biryargirtinê ya di astên cûda de bûn.

Ghayda Elî, piştrast kir ku niha ji bo zêdekirina hay jê hebûna girîngiya beşdariya jinan û teşwîqkirina hikûmetê ya ji bo derxistina biryarek bi fermî ya ji bo pejirandina pergala "kotayê" ya ji bo jinan, belgeyek berfireh ku wekî amûrek zextê were bikaranîn tê amedekirin.

‘Diyaloga bi kesên xwedî ezmûna rêveberiyê gelek dewlemend û sûdmend e’

Ghayda Elî, di berdewamiya axaftina xwe de behsa ezmûna xwe ya nifşa duyemîn kir û diyaloga ku bi kesên xwedî ezmûna rêveberiyê ya di saziyên hikûmetê û dadweriyê de, wekî "dewlemend û sûdmend" bi nav kir. Ghayda Elî, da zanîn hêvî dike ku ev ezmûn ji bo fêrkirina nifşên pêşerojê yên rêveberên jin berdewam dike.

Ghayda Elî, di dawiya axaftina xwe de têkildarî zehmetiyên hatine jiyîn wiha got: “Ev zehmetî bi cûrbecûrkirina rêxistinên jinan a li gorî pîvanên zelal û rasterast a bikaranîna ezmûnên nifşên berê ya di xebata siyasî, sivîl û rêxistinî de veguherî derfetan. Her wiha ev yek rêya afirandina belgeyên parêzvaniya jinan ên bibandortir vekiriye.”

‘Em armanc dikin ku pêşniyarên pratîkî bihilberînin’

Rêvebera Giştî ya Weqfa PASS’ê Xeydaa Elî jî, diyar kir ku ev civînên maseya gilover berdewamiya xebata berê ya weqfê ne û rêyeke girînge ku ji ezmûna berhevkirî sûd werbigrin û got: “Armanca me ew e ku pêşniyarên pratîkî ku nîqaşan di qadê de veguherînin gavên berbiçav û bicîhanîne, werin hilberandin.

Garantî kirina derfetên wekhev

Her wiha nûnera rêverberên jin parêzer Fathîe Ehmed jî, balkişand li ser girîngiya afirandina jîngehek piştgir ku derfetên wekhev garantî dike û prensîba hemwelatîbûna wekhev xurt dike. Fathîe Ehmed, daxwaza kir ku encamên çalakiyê, tevkariyê bide pêşvebirina hewldanên neteweyî ya ji bo karanîna jêhatîyên jinan a di rêveberiya karûbarên giştî de.

Piştgirî dayîna nûnertiya dadperwer a jinan

Hêjayî bibîrxistinê ye ku civînên maseya gilover di navbera aliyên têkildar ên cûda de qadeke diyalogê ya berfireh afirandiye. Di encama civînan de, pêşniyarên pratîkî ku dê bingeha qonaxên din ên projeyê pêk bînin, derketin pêş. Armanca van xebatan ew e ku piştgirî bidin nûnertiya dadperwer a jinan a di pêvajoyên aştiyê û rêveberiya dewletê de.