rojane
-

Li Kongoyê heta niha ji ber Ebolayê zêdeyî du hezar û 300 kes mirine
Şewba Ebolayê li Kongoyê leztir dibe; heta niha 2 hezar û 300 kes mirine. Daneyên fermî nîşan didin ku şewb li şeş parêzgehan belav bûye û tirsa vedirîna berfirehtir zêde bûye.
-

Li Mehabadê 16 welatiyên Kurd bi giştî bi 77 sal girtîgehê hatin cezakirin
Li Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê, 16 welatiyên Kurd ku di nava wan de jin jî hene, di dozeke hevbeş de bi bihaneya "çalakiya siyasî û medyayî" bi giştî bi 77 sal cezayê girtîgehê hatin cezakirin.
-

SOHR: Di nava 15 rojan de 26 kes li deverên Sûriyeyê hatin kuştin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) 26 sûcên di nîvê yekem a Tebaxê de li hinek bajarên Sûriyeyê belge kir, belge nîşan didin ku tundî li Sûriyeyê bûye diyardeyek dubarekirî û zagon rolên xwe pêk naynin.
-

Sûzan Heme Seîd: Girêdana exlaqê pîşeyî mifteya serkeftina rojnamevanan e
Rojnamevan û pêşkêşvana xwedîezmûn Sûzan Heme Seîd ku ji sala 1995’an ve di nava cîhana rengîn a televîzyon, radyo û şanoyê de ye, vegotina serpêhatiya xwe ya 30 salî dike. Balê dikişîne li ser, pêwîstiya wêrekiya jinan li hember astengiyan.
-

Parêzer Ozum Vurgun: Qanûn destpêk e û gavên nû pêwîst in
Parêzer OHD’ê Ozum Vurgun diyar kir ku divê Meclîs, piştî çarçoveya qanûnê sazûmaniyên mafê hêviyê û înfazê bike rojev, Qanûna têkoşîna dij-terorê betal bike, rejîma qeyûm bi dawî bike û mafên çandî, zimanî û olî mîsoger bike.
-

Li wargeha Mexmûrê nobeta azadiyê dewam dike
Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 216’an ve didome.
-

Parêzvana mafên mirovan a Mexribî Sureyya Bouabîd Koça dawî kir
Parêzvana mafên mirovan a Mexribî Sureyya Bouabîd a ku zêdetirî 25 salên jiyana xwe ji bo pêşxistina çanda mafên mirovan terxan kir, koça dawî kir.
-

Parêzvan Şede Beşîr bang kir: Bila jiyana jinan tenê di daneyên kuştinê de nemîne
Parêzvana mafên jinan Şede Beşîr li ser zêdebûna qetlîamên jinan ên li Başûrê Kurdistanê axivî, bal kişand ser bêdengiya saziyên têkildar û banga têkoşînek hevpar û xurtir kir.
-

Li Îranê ji malbatên nexweşên CF xwepêşandan
Malbatên nexweşên fîbroza kîstîk (CF) li ber Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, li dijî zêdebûna bilez a lêçûnan û kêmbûna dermanên ku nexweş hewce ne, xwepêşandan li dar xistin.
-

Şahbanda Saad Elî fînala kûpaya jinan a Efrîkayê birêve dibe
Konfederasyona Futbolê ya Efrîkayê (CAF) hekema Misrî Şahbanda Saad Elî erkdar kiriye ku maça fînalê ya Kûpaya Neteweyên Efrîkayê ya Jinan a 2026'an a di navbera Kamerûn û Malawiyê de li Rabatê birêve bibe.
-

Yekem hakema navneteweyî ya Îranê Gelareh Nazemî teqawid bû
Yekem hakema jin a navneteweyî ya Îranê Gelareh Nazemî, piştî 25 salên di warê futbol û hakemtiya futbolê de, bi peyamekê li ser hesabê xwe yê Instagramê teqawidbûna xwe ragihand û diyar kir ku hakemî ji bo wê bûye "derseke jiyanê.”
-

Karesata erdhejê li Endonezyayê 51 mirî û nêzî 5 hezar kes koçber bûn
Li Endonezyayê erdhejeke wêranker a bi pileyî 7.7 li parêzgeha Nusa Tenggara ya Rojhilat xist; di encamê de 51 kesan can anîn dan, bi hezaran kes ji ber hilweşîna xaniyan neçar man ku biçin kon û salonên werzîşê
-

Kovara Jinê: Di pêvajoya nû de jin kirdeya damezrîner in
Hejmara 181’an a Kovara Jinê bi berga ‘Civaka Demokratîk, Aştiya Mayînde’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
-

-

Li Başûrê Kurdistanê bûyera qetilkirina jinan digihîje asta metirsiyê
Di navbera 25’ê Tîrmehê û 15’ê Tebaxê de li Başûrê Kurdistanê 12 jin hatin qetilkirin an jî bi rengekî gumanjî jiyana xwe ji dest dan. Parêzer Geşa Dara destnîşan kir ku ev cînayet bi awayekî pergalî tên kirin.
-

Sedsaliya Qamişloyê bi komxebateke hunerî tê pîrozkirin
Bi boneya sedsaliya damezirandina bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, Komîna Şêwekarî ya Kantona Cizîrê komxebateke hunerî bi diruşmeya "Ji bo Qamişlo… Sed sal jiyan û em berdewam dikin bi afirandin û berxwedanê" li dar xist.
-

Mafên girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evînê tên binpêkirin
Rapora Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê, şert û mercên xirab ên li Girtîgeha Evînê eşkere kir. Li gorî raporê, girtiyên siyasî ji mafên bingehîn bêpar in û xizmet û lênerîna tenduristiyê jî her ku diçe xirabtir dibin.
-

Di êrîşa RSF’ê ya li dijî Sûdanê de zêdetirê 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF), êrîşî herêma Um Arada ya li eyaleta Kordofana Bakur kir. Li gorî raporên destpêkê, di êrîşê de zêdetirî 14 sivîl hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
-

Jinên çalakvan ên Îranî ji bo bi hêz kirina jinan di qada siyasî de"Şewra Şoreşa Jinan" ava kirin
Komek jinên çalakvan ên Îranî bi armanca xurtkirina hêza siyasî ya jinan û misogerkirina tevlîbûna wan di biryargirtinê de, “Şewra Şoreşa Jinan” a demokratîk, pirreng û fêmînîst ava kirin.
-

Li Şengalê salvegera 12’emîn a komkujiya Koço hat şermezarkirin
Li gundê Koço yê Şengalê, ji bo şehîdên komkujiya 15'ê Tebaxa 2014'an merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Tevî ku 12 sal di ser komkujiya DAIŞ'ê re derbas bûne jî, beşdaran bal kişandin ser wê yekê ku hîna hestûyên piranîya qurbaniyan nehatine vegerandin