rojane
-

Li girtîgeha Meşhedê 4 jin bi xetereya darvekirinê re rûbirû ne
Li Girtîgeha Vekîlabadê ya Meşhedê, herî kêm 4 jin bi xetera darvekirinê re rûbirû ne. Pisporên Neteweyên Yekbûyî, der barê zêdebûna darvekirin û zextên a li dijî hemwelatiyên Kurd û Belûc hişyarî dan
-

Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bîranîn
Rojnameger Denîz Firat di salvegera xwe ya 12'emîn de ji aliyê nûnerên Komeleya Rojnamegeriyên Jin a Mezopotamyê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ve liser gora xwe hat bîranîn.
-

Tora Tevgera Jinên Efgan: 15’ê Tebaxê ji bo jinên Efgan rojeke reş e
Tora Tevgera Jinên Afgan 15’ê Tebaxê ku pêncemîn salvegera hilweşîna komarê û vegera Talîbanê ye, wekî “Roja reş a Efganistanê" bi nav kir û kiryarên li dijî jinan rexne kir
-

Li Efganistanê tundiya li dijî jinan û krîza bêcezabûnê
Lêkolînek der barê 231 bûyerên kuştina jinan de li 10 eyaletên Efganistanê nîşan dide ku jin di gelek rewşan de ji aliyê hevjîn û endamên malbata xwe ve tên kuştin û tevî şahidan jî mirina wan wekî ‘xwekuştin’ tê ragihandin.
-

Cezayîrê bi riya duyemîn Festîvala Şîn Deryaya Spî pîroz kir
Duyemîn "Festîvala Şîn" bi dirûşma "Jiyanê di Şîn de Bijî" bi armanca pîrozkirina Deryaya Spî û xurtkirina çanda parastina jîngeha deryayî dest pê kir. Lêkolîner û jîngehparêzên deryayî tevlî festîvalê bûn.
-

SOHR: Şer û bêewlehî li Sûriyeyê rêjeya sûc zêde dike
Li gorî daneyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji destpêka sala 2026'an ve li Sûriyeyê 307 tawan hatine tomarkirin ku di encamê de 335 kesan jiyana xwe ji dest dane.
-

Wênekêşa Kurd Evîn Abbasî di pêşbirka navneteweyî de bû fînalîst
Wênekêşa Kurd a ji Bane, Evîn Abbasî, bi berhema xwe ya bi navê "Ketin Qedexe Ye" di nav sed hezaran serlêdanên ji 124 welatan de û di nava 41 fînalîstên dawî yên pêşbirka navneteweyî ya LensCulture 2026’an de bû fînalîst.
-

Sîdar Karaçelîk: Qanûna çarçoveyî mifteyek e lê têkoşîna ji bo demokrasiyê didome
Hevseroka Partiya DEM’ê ya Bedlîsê Sîdar Karaçelîk têkildarî qanûna çarçoveyî diyar kir ku her çendî qanûn ji gelek aliyan ve kêm be jî wekî pêngaveke dîrokî ye û got ku weke mifteya ku dê deriyê serdemeke nû veke dibînin.
-

Denîz Firat: Rûyê rojnamevantiya rast
Rojnamevan Denîz Firat ku di sala 2014’an de li Mexmûrê jiyana xwe ji dest da, di salvegera xwe ya 12’an de bi xebatên xwe yên rojnamevaniyê tê bibîranîn.
-

Rûksen Mihemed: Di demên pêş de dê civîn di navbera me û hikûmeta Şamê de çêbibin
Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed li ser entgrasyona demokratîk axivî û diyar kir ku di meha Nîsanê de hevdîtinek Fermandariya YPJ’ê bi Wezîrê parastina Sûriyeyê re çêbûye lê heta niha tu bersivek fermî nehatiye dayîn.
-

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Armanca me avakirina Komara demokratîk e
Pêşnûmeqanûna Çarçoveyî ya"Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ya têkildarî pêvajoya aştî û çareseriyê, di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de tê gotûbêjkirin.Di nîqaşan de girîngiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hate destnîşankirin
-

-

Cezayê girtîgehê li girtiya siyasî Azade Yakubî hat birîn
Girtiya siyasî Azade Yakubî bi 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin û rewşa wê ya tenduristiyê di nava şert û mercên girtîgehê de xirab dibe.
-

Wênesaz û hunermend Jîla Hedayî koça dawî kir
Wênesaz û hunermenda navdar Jîla Hedayî li Tehranê koça dawî kir. Jîla Hedayî bi berhemên xwe yên di warê wênesaziya zarokan û çalakiyên navneteweyî de dihate naskirin.
-

Li Yemenê komxebata parastina parêzvanên mafên mirovan ên jin hat lidarxistin
Di komxebateke li Taîzê de, bal hat kişandin ser rastiya parêzvanên mafên mirovan ên jin, qelsiya hevkariyên bi medyayê û civaka sivîl re, zêdebûna binpêkirinan, hewcedariya torên piştgiriyê bi vîzyonek parastinê ya domdar.
-

Li Mexribê ji bo beşdariya siyasî ‘Hevpeymana Wekheviyê’
Yekîtiya Karûbarên Jinan, li Dar El-Beyda ji bo xurtkirina wekhevî û derfetên wekhev di nava partiyan de, hevpeymanek nû da destpêkirin. Yekîtiyê, bang kir ku jin ji tundiyê werin parastin û di pêvajoyên biryargirtinê de hebin.
-

Li Tûnisê nûnertiya jinan û rola medyayê hat nîqaşkirin
Li Tûnisê Navenda CREDIF’ê bi beşdariya pispor û lêkolîneran civîneke zanistî li dar xist, li ser wêneya jinan di medyayê û civakê, analîzkirina nûnertiya jinan a di qadên giştî û dîjîtal de anî ziman.
-

Li Îranê qeyrana avê kûrtir dibe: Barê herî mezin li ser milên jinan e
Tevî zêdebûna baranê û başbûna qismî ya rezervên bendavan a li Îranê ya di sala avê ya 2026’an de jî, pispor hişyarî didin ku qeyrana avê berdewam dike. Pirsgirêkên wekî kêmbûna ava vexwarinê, koçberî û bêewlehiya xurekê herî zêde bandorê li jinan dike.
-

Li ber çareseriyeke demokratîk: Bingeha qanûnî û qanûna çarçoveyî
Gavên ber bi bidawîanîna şerê çekdarî ve, serdemeke nû vekirine. Lê belê, çarenûsa aştiya mayînde êdî dê bi gavên ku li ser bingeha îradeya siyasî, qanûna demokratîk û hemwelatîbûna wekhev têne avêtin bê destnîşankirin.
-

Yuksel Genç: Divê şert û mercên ku Abdullah Ocalan dê pêvajoyê bi rê ve bibe mîsoger bin
Koordînatora SAMERê Yuksel Genç diyar kir ku qanûna çarçove girîng e, lê dûrxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji çarçoveya wê, kêmasiyeke cidî ye û got, “Divê şert û mercên ji bo kesê ku pêvajoyê bi rê ve dibe bi zelalî bên destnîşankirin.”