rojane
-

Li Sûdanê ji ber pevçûnan zêdetirê 5 hezar kes ji cih û warên xwe bûn
Tora Bijîşkên Sûdanê, ragihand ku ji ber êrîşên Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF), 5 hezar kes ji herêma Qaysan a li Eyaleta Nîla Şîn ber bi bajarê Damazinê ve reviyan. Torê, hişyarî da ku dibe ji ber barana giran a ku bandorê li Eyaletê dike.
-

Li Sûriyeyê 232 zarok û jin bûn armanca bermahiyên şer
Bîlançoya nû ya li Sûriyeyê careke din metirsiya bermahiyên şer û teqemeniyên neteqandî derxist holê. Dane nîşan didin ku ev bermahî li ser zarok û jinan dibin xetereyeke kujer.
-

Ji bo girtiyên Fîloya Sumûdê daxwaza berdanê
Komîteya Neteweyî ya Parastina Çalakvanên Fîloya Sumûd û Mafên Filistînî li Tûnisê civîneke çapemeniyê li dar xist da ku pêşketinên nû yên derbarê çalakvanên ku 5 meh in ji bo şikandina dorpêça Xezayê girtî ne bişopîne.
-

Sophie Adenot bû yekem jina derveyî ÎSS’ê meşiyayî
Astronota Fransî Sophie Adenot îro xwe amade dike ku bi pêkanîna meşa fezayê, ji derveyî Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî wek ku 6 saet û nîv dom bike, bikeve dîrokê.
-

Li Tûnisê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin kuştin
Li Tûnisê di rojên dawî de du jin, rastî êrîşa hevjînên xwe hatin. Ji ber bikaranîna amûrên tûj her du jinan jî jiyana xwe ji dest dan. Van bûyeran dubare tundiya navmalî li Tûnisê anîn rojevê.
-

Qanûna Çarçoveyî di Rojnameya Fermî de hat weşandin
Qanûna Çarçoveyî bi îmzeya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hat ragihandin û dê piştî raopra MGK'ê qanûn bikeve meriyetê. Her wiha deste dê ji bo sepandina qanûnê bên avakirin.
-

Kampanyaya "Sêşema Na ji Darvekirinê re" di hefteya 134’an de li 60 girtîgehan belav bû
Di salvegera komkujiya 1988’an de, kampanyaya “Sêşema Na ji Darvekirinê re” li 60 girtîgehên cuda dest bi greva birçîbûnê kir. Girtiyan banga lezgîn li welatên cîhanê kir ku têkiliyên xwe yên bi Îranê re li gorî rawestandina darvekirinan bidomînin.
-

NY: Xeza cihê herî kujer e ji bo xebatkarên mirovî
Bi raporek nû ya NY’ê eşkere dibe ku Zivîla Xezayê par di serê lîsteya cihên xeternak ji bo xebatkarên mirovî de bûye. Her wiha hatiye qeydkirin ku di cîhanê de ji nîvê zêdetir mirovên jiyana xwe ji dest dane li Xezayê bûne.
-

Ji Konferansa Yekemîn a Yekîtiya Ragîhandina Êzidxanê banga xebatên hevpar
Yekîtiya Ragihandina Êzidxanê di encamnameya konferansa yekem a bi dirûşma “Ên armanca wan mezin be têkoşîna wan jî mezin e” de bal kişand ser rola ragihandina azad a di pêşketina civakê de û banga xebatên hevpar kir.
-

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî banga parastina mafên jinan li Iraqê dike
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li hikûmeta Iraqê kir ku tedbîrên lezgîn ji bo parastina jin û jinên ciwan bigire û tekez kir ku binpêkirinên berdewam û nebûna ewlehiyên qanûnî ji bo bidawîkirina bêcezatiyê û xurtkirina mafên wan, hewcayî tedbîran e.
-

Hunermenda xemilandina cilên Kurdî: Em çanda xwe biparêzin
Fatma Elî ku aksesuran çêdike û li gorî demsalan cil û bergên Kurdî dixemilîne, got ku “Her karek ku remza neteweyî heye, mirov dixwaze wê biparêze, erkê hikûmetê ye ku cihên taybet û qursan vekin” û banga parastina çandî kir.
-

‘Bêcezatî komkujiyên jinan zêde dike’
Li Wanê, jinên di rêxistinên jinan de dixebitin, bal kişandin ser zêdebûna kuştina jinan û mirina bi guman a jinan û diyar kirin ku polîtîkayên bêcezatiyê cesaretê dide û xwestin lêpirsîn werin destpêkirin.
-

Rojnamevanên jin ên Şengalê: Ragihandinê dengê fermanê gihand cîhanê
Li Şengalê yekemîn Konferansa Yekîtiya Ragihandina Êzîdxanê bi beşdariya delege û nûnerên saziyan li Geliyê Kersê hat lidarxistin. Di konferansê de rola ragihandinê ya di şikandina tecrîdê de hat tekezkirin û 10 endam ji bo meclîsa wê hatin hilbijartin.
-

Li Suriyeyê di navbera 2011 û 2024’an de 30 hezar û 293 zarok hatine qetilkirin
Rêvebera Nivîsgeha Parastina Zarokan Nûdem Şero ragihand ku hejmara zarokên ji Adara 2011'an heta Mijdara 2024'an hatine qetilkirin, gihîştiye 30 hezar û 293’yan û banga bihîstyariyê li UNICEF’ê kir.
-

Li peravên Lîbyayê keştiya koçberan noqî avê bû 7 koçber mirin
Rêxistina Îtalî ‘Emergency’ ragihand ku li peravên Lîbyayê keştiyeke koçberan noqî avê bûye, di encamê de heft kesan jiyana xwe ji dest daye û 50 kes jî hatine rizgarkirin.
-

Li Iraqê zext û gefên li dijî rojnamevanên jin mezin dibin sendîka daxwaza parastinê dike
Sendîkaya Rojnamevanên Jin ên Iraqê kampanyaya gefxwarin, heqaret û zextên li ser rojnamevanên jin şermezar kir û hişyarî da ku berdewamiya van kiryaran dê encamên cidî li ser azadiya çapemeniyê û ewlehiya wan bîne.
-

Li Qaemşehrê cezayê girtinê ji bo welatiyekî Bahaî û li Urmiyê jî binçavkirin
Dadgeha Şoreşê ya Îranê 2 sal û 1 roj cezayê girtîgehê da welatiyê Bahaî Frank Zabihî, li aliyekî din jî li Urmiyê zarokek bi navê Befrîn Ehmedûş û du apên wê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û birin cihekî nediyar.
-

Ji Talîbanê yasaya nû: Mêr ‘hikumdarên’ jinan in
Wezareta Dadê ya Talîbanê ragihand ku bi ‘Yasaya Ragihîner’ re zilm û qedexeyên li ser jinan hatine mezinkirin. Li gorî vê yasayê, mêr wekî ‘hikumdarê’ jinan tên nîşandan, jin mecbûr in ku li gorî daxwazên mêrên xwe tevbigerin.
-

Li Yemenê ji ber belavbûna nexweşiya sorikan di nava 7 mehan de 93 zarok mirin
Li Yemenê ji ber belavbûna nexweşiya sorikan û kêmbûna rêjeyên vakslêdanê fikarên tenduristiyê mezin dibin; di nava 7 mehên ewil ên salê de li herêmên di bin kontrola hikûmetê de 93 zarokan jiyana xwe ji dest dan û li herêmên Hûsiyan jî rewş girantir e.
-

Halîde Tûrkoglû îdiayên tecawîz û îşkenceyê yên çalakvana Alman bir parlementoya Tirkiyê
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya DEM'ê Halîde Tûrkoglûyê, der barê îdiayên tecawiz, îşkence û tundiyê de yên ku çalakvana enternasyonalîst a Alman Paula Maîerê di dema binçavkirinê de dîtibûn, pêşniyarnameya lêpirsînê da Parlamentoyê.