Komeleya Dar: Divê di bin çavdêriya navneteweyî de koçberên Serêkaniyê vegerin malên xwe
Endama Komeleya Dar Êva Îbrahîm diyar kir ku pirsgirêka koçberên Serêkaniyê ne tenê ya herêmî ye, pirsgirêkek mafên mirovan e û ji bo pêvajoya vegera wan daxwaza çavdêriya saziyên navneteweyî kir.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Beriya ku yekemîn karwanê koçberên Serêkaniyê di 10’ê Tebaxê de ber bi Serêkaniyê ve birê bikeve, Komeleya Dar ji bo Qurbaniyên Koçberiya bi Zorê daxuyaniyek dabû, tê de daxwaza temînatên bo parastina koçberan piştî vegerê kiribû. Koçberên ku gihîştin bajarê xwe Serêkaniyê ji aliyê komeke çekdarên nenas ve rastî êrîşan hatin û gelek kes birîndar bûn.
Endama Komeleya Dar ji bo qurbaniyên koçberiya bi zorê Êva Îbrahîm li ser geşedan û rûdanên ku di demên dawî de pêşketine û daxwazên komeleya wan bersiv da pirsên nûçegihana ajansa me.
*Hûn ji bo êrîşa li ser koçberên Serêkaniyê yên ku piştî 7 salên koçberiyê vegeriyan malê xwe çi dibêjin?
Ew tiştê ku me li dijî niştecihên Serêkaniyê, di dema rêwîtiya wan a vegera yekem de dît ku qaşo bi ewle bû, me pir xemgîn kir. Me binpêkirinên ku li dijî wan hatine kirin dema ketin bajêr dît. Ji ber vê yekê, Komeleya Dar ji bo Qurbaniyan û Koçberên Bi Zorê bi karwanê yekem ê vegerê re amade bû, nêzî 400 malbat di nav de bûn û heya cihekî bi wan re çûn. Piraniya malbatên Kurd rastî binpêkirinan hatin, em vê yekê wekî sûcek li dijî mirovahiyê dibînin. Ew rê li ber kesên ku berê koçber bûne digrin, nahêlin vegerin malên xwe. Ji ber vê yekê, wekî komele, me ji bilî organîzekirina vegera hevrêz û kolektîf di bin çavdêriya hevbeş a civakî û sivîl de, ji bo niştecihan temînatên vegera bi ewle û qanûnî xwest. Her wiha me daxwaza avakirina komîteyên qanûnî kir da ku xwedîtiya milk belge bikin, nakokiyên heyî çareser bikin, ji bo vegerê, mercên parastinê ava bikin û pêşî li pratîkên tolhildanê yan cudakar ên li dijî gel bigrin. Em girîngiya xurtkirina aştiya sivîl û jiyana hevbeş di navbera hemû niştecihên bajêr de, nemaze yên ku li Serêkaniyê dijîn, tekez dikin. Her wiha em bang li hikûmeta Sûriyeyê ya demkî û rayedarên pêwendîdar dikin ku ji bo vegera kesên koçber, di nav de çûnhatin û parastin, ji bo afirandina hawirdoreke bi ewle, tesîsên pêwîst bibînin.
*Hûn bawer dikin şert û mercên heyî ji bo vegera ewle dilxwaz û bi rûmet a şêniyên Serêkaniyê guncaw in?
Komeleya Dar a Qurbaniyên Koçberiya Bi Zorê, li ser bingeha şahidiyan û çavdêriya berdewam a rewşa xelkê koçber, bawer dike ku şert û mercên heyî hê jî ji bo vegera ewle, dilxwaz û bi rûmet a xelkê Serêkaniyê têra xwe ne guncaw in. Veger ne tenê tê wateya gihîştina bajêr an ketina mala xwe, tê wateya xwe di ewlehiyê de hîskirinê, ji bo jiyan, malbat, milk û pêşeroja xwe. Heta niha jî dijwarî û astengiyên cidî nahêlin ev şert û merc bi tevahî werin bicihanîn. Ji ber vê yekê, piraniya koçberan baweriyê hîs nakin û dibînin ku mercên heyî baweriya pêwîst nade wan loma nikarin biryara vegerê bidin.
*Astengiyên cidî û krîtîk ên li pêşiya vegera koçberan çi ne?
Astengî pir in û bi hev ve girêdayî ne. Astengiya yekem nebûna ewlehiyê ye. Ya duyemîn meseleya milk e ku fikareke sereke ye ji bo kesên koçber, ji ber ku bi hezaran malbatan mal, erd û karsaziyên xwe li dû xwe hiştine. Wekî din, mekanîzmayên zelal û bi bandor ji bo vegerandina mafan an tezmînkirina zirarên ku di salên koçberiyê de çêbûne, tune ne. Her wiha tirs heye. Raporên tacîz an gefên ku hinek kesên dixwazin vegerin bi wan re rû bi rû bimînin hene. Dema ku em van hemû faktoran bi hev re binirxînin, em digihîjin wê encamê ku vegera ji bo beşek mezin a nifûsa koçber hê jî bi xeterê dagirtî ye.
*Bêaramiya domdar, desteserkirina milk û nebûna mekanîzmayên ji bo vegerandina mafan çi nîşan dide û çarenûsa kesên ku vedigerin dê çi be?
Ev rastî nîşan dide ku mercên guncaw ji bo vegera domdar hê temam nebûne. Dema ku kesek ji hesta ewlehiyê, mafê xwe yê milk an gihîştina edaletê bêpar bimîne, biryara vegerê pir dijwar dibe. Em naxwazin kesên koçber vegerin û piştî salên koçberiyê bi êşên nû re rû bi rû bimînin. Ji ber vê yekê, çarenûsa kesên ku vedigerin, nediyar e ev jî fikaran diafirîne. Heya ku temînatên rastîn û berbiçav li ser erdê neyên dayîn dê tenê weke sozên bicihnehatî bimînin. Armanc ne tenê qeydkirina vegera hejmarek kesan e, misogerkirina şiyana wan a mayînde, bicihbûn û jiyana normal a bi rûmet û aramî ye.
*Gelo vegera kesên koçberbûyî dê kengê guncaw be û çi temînat hewce ne?
Bi dîtina me, guftûgokirina vegerê cidî dibe dema ku komek şertên bingehîn werin bicihanîn. Ya yekem; peydakirina hawirdoreke bş ewle, aram û bê gef e. Ya duyemîn; parastina sivîlan û divê temînat were dayîn ku ku ew ê rastî tu cure tolhildan an tacîzê neyên. A sêyemîn; vegerandina milk ji xwediyên wê yên rastîn re ye. A çaremîn; avakirina mekanîzmayên zelal ji bo tezmînat û ziyanan. A pêncemîn; berpirsiyarên binpêkirinan e, li gorî prosedurên qanûnî divê hesab ji wan were pirsîn. A şeşemîn; hebûna temînatên siyasî û qanûnî yên ku rê li ber koçberiya pêşerojê û guhertinên demografîk li herêmê digrin. Tenê dema ku kesên koçber bûne hîs bikin ku ev şert hatine bicihanîn, em dikarin behsa vegera rastîn, dilxwaz û domdar bikin.
*Çima Komeleya Dar daxwaz dike ku dosyaya Serêkaniyê tenê wekî dosyekeke siyasî yan danûstandinê neyê dîtin?
Ji ber ku ev dosya di bingehê de dosyaya mafên mirovan e berî ku bibe dosyayeke siyasî. Em behsa bi hezaran sivîlan dikin ku mal, erd û milkên xwe ji ber koçberiya bi darê zorê winda kirine. Ji ber vê yekê divê rewşa wan tenê li ser maseya danûstandinan a di navbera aliyên cuda de neyê çareserkirin. Divê her rêkeftineke siyasî yan îdarî li ser bingeha maf û berjewendiyên qurbaniyan be, ne berevajî wê. Nayê qebûlkirin ku biryarên li ser pêşeroja bajêr bêyî beşdariya koçberan bi xwe yan jî bêyî temînata mafên wan ên veger û tazmînatê werin dayîn.
*Hûn çawa li lezandina pêvajoya entegrasyonê ya di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û QSD'ê de dinêrin? Gelo ev yek dê bandorê li pêvajoya vegerê bike?
Em her gaveke ku aramiyê bi pêş dixe û dabeşkirinê bi dawî dike, wekî gaveke ku dikare bi awayekî erênî beşdarî afirandina şert û mercên guncaw ji bo çareseriyê bibe dibînin. Lê belê helwesta me jî zelal e. Mafên koçberan divê nebin qurbanê tu peyman an rêkeftinên siyasî. Ji ber vê yekê, em tekez dikin ku lezandina pêvajoya entegrasyonê di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û QSD'ê de divê rasterast pirsgirêka koçberan çareser bike, mafên wan di nava pêşîniyên sereke de bi cih bike û divê nebe sedema paşxistin an jî marjînalîzekirina vê pirsgirêkê. Ji bo me, serkeftina her pêvajoyeke siyasî bi şiyana wê ya parastina sivîlan, vegerandina mafên xwediyên wan ên rastîn û bidestxistina vegera ewle û domdar ji bo koçberan tê pîvandin.
*Daxwazên Komeleya Dar ji bo Qurbaniyên Koçberiya Bi Zorê çi ne?
Daxwazên me zelal û taybetî ne. Pêşî, em daxwaza temînata mafên hemû koçberan ji bo vegera xwebexş, ewle û bi rûmet dikin. Em daxwaza vegera milk, mal û erd ji xwediyên wan ên rastîn re dikin ku tu rewabûn an bandoreke qanûnî ji tu kiryarên der barê milkê kesên bi zorê hatine koçberkirin de tên kirin re, neyê dayîn. Her wiha em daxwaza avakirina mekanîzmayeke serbixwe û zelal dikin da ku zirar û binpêkirinan belge bike, asta windahiyan binirxîne û tezmînata wekhev peyda bike. Em her wiha lêpirsînên cidî li ser hemû binpêkirinên têkildarî koçberkirina bi darê zorê, desteserkirina milk û gefên li dijî sivîlan dixwazin. Her wiha divê kesên berpirsiyar li gorî pîvanên edalet û serweriya hiqûqê hesab bidin. Heman demê em daxwaz dikin ku nûnerên qurbaniyan, kesên koçber û rêxistinên civaka sivîl di her nîqaş an rêkeftinên derbarê pêşeroja bajêr û pêvajoya vegerê de beşdar bibin.
*Hûn ji rayedarên hikûmetê yên têkildar çi temînatan dixwazin?
Em temînatên rastîn, zelal, ewlehî û zagonî yên giştî dixwazin. Em ji rayedarên têkildar sozek fermî dixwazin ku hemû koçberên vegerandî bê îstîsna biparêzin û ewlehiya wan a kesane û ewlehiya malbatên wan bigrin bin temînatê. Em ji bo parastina milk û pêşîgirtina li her destdirêjiya li ser xelkê û hesabpirsîna her kesê ku gefê li kesên vegerandî dixwe yan jî li dijî wan dike, temînatan dixwazin. Di heman wextê de jî em girîngiya çavdêriya zagonî û dadwerî ya bi saziyên dewletê ve girêdayî ji bo misogerkirina pêkanîna pratîkî ya van sozan tekez dikin. Em daxwaza çavdêriya navneteweyî û mafên mirovan a pêvajoya vegerê dikin, ji ber ku pirsgirêka kesên koçber ne tenê pirsgirêkeke herêmî ye, pirsgirêkeke mafên mirovan e hewceyê baldariyê û çavdêriya saziyên navneteweyî yên têkildar e.
Di encamê de, em piştrast dikin ku derbasbûna demê mafên kesên koçber tune nake. Mafê vegerê mafeke xwezayî ye û nikare bibe mijara tawîz an paşxistinê. Peyama me ya sereke ew e ku xelkê Serêkaniyê ne îmtiyazên taybetî, mafên xwe yên bingehîn dixwaze. Ewlehî, edalet, vegera milkê xwe, tazmînat û vegera bi rûmet a malên xwe mafên wan e. Tenê dema ku ev şert werin bicîhanîn em dikarin behsa vegera rastîn û domdar bikin. Bi vê yekê dê mirov bikaribe behsa aramî û aştiya sivîl a herêmê bike.