rojane
-

Yekem karwana koçberên Serêkaniyê bi rê ket
Piştî 7 salan ji êş , zehmetiyên jiyanê ên dijwar, Îro, yekem karwana koçberên Serêkaniyê dest bi vegera xwe ya ber bi bajar û gundên xwe ve kir. Di vê qonaxa yekem de zêdetirî 400 malbat ber bi Serêkaniyê ve çûn.
-

Li Sûdanê pêla koçberiyê berfireh dibe: Nezî 5 hezar kes ji cih û warên xwe bûn
Ji ber şer û pevçûnên li herêma Serba ya Sûdanê, bi hezaran kes ji cih û warên xwe bûn û piraniya wan ji sînorê Çadê derbas bûn. Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) hişyariyê dide ku rewşa mirovî her ku diçe xirabtir dibe.
-

Krîza aborî ya Îranê: Dahat kêm bûye xizanî û bêkarî zêde bûne
Li gorî daneyên dawî, ji sala 2018’an ve li Îranê buhayê kelûpel û xwarinê bi dehan qatan zêde bûye. Bi milyonan kes ketine bin xeta xizaniyê û bi taybetî jin û ciwan bi qeyraneke giran a aborî re rûbirû ne.
-

Têkoşîn û berxwedana gelê Mexmûrê didome
Li Wargeha Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, bi tevlêbûna koma 215’an dewam dike. Çalakgeran tekez kirin ku “Ew ê heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya rêbertiya xwe têbikoşin.”
-

Rêveberiya Tevgerê: Pêkanîna qanûnê yekser bi rêvebirina Rêber Abdullah Ocalan pêkan e
Rêveberiya Tevgerê, der barê qanûna çarçoveyê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di qanûnê de şaşî û kêmasiyên cidî hene lê dîsa jî divê ev gav wekî destpêkek nû bê dîtin û qebûlkirin.
-

Pêşnûmeya zagona ku berpirsiyariya cezayî ya zarokan zêde dike hat qebûlkirin
"Pêşnûmeya Qanûnê ya li ser Guhertinên Qanûna Parastina Zarokan û Hinek Qanûnan" ku rêziknameyên li ser pergala dadweriya zarokan, darizandin, parastina zarokan dihewîne bi dengên AKP û MHP'ê li meclîsê hat qebûlkirin.
-

Tora jinên Efganî: Li dijî polîtîkayên Talîbanê bêdeng nemînin
Tora Beşdariya Siyasî ya Jinên Efganî bi bîr xist ku desthilatdariya 5 salî ya Talîbanê bi zilm û tepeserkirinê derbas bûye. Û bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî van polîtîkayan bêdeng nemîne û têkoşînê bilind bike.
-

Rejîma Îranê cezayê girtîgehê li du wênekêşan birî
Li Îranê xwendekar, wênekêş û hunermend Şeqayeq Afşar Necefî ya 18 salî rastî 9 sal û wênekêşa navdar Yelda Muîrî jî 15 sal cezayê girtîgehê hatin. Her du wênekêş jî bi beşdarî xwepêşandan û çalakiyên xwe yên medyaya dîjîtal tên sûcdar kirin.
-

Hebra Jinan: Li Misrê platformek nû ya ji bo nivîskar û lêkolînerên jin
Navenda Jinolojiyê ya Raman û Lêkolînan li Qahîreyê însiyatîfa “Hebra Jinan” ava kir. Însiyatîf hewl dide ku ji bo pêşxistina şiyanên jinan a di nivîsandin û berhemanîna zanînê de cihekî veke.
-

Piştî xwepêşandanên li dijî darvekirinan herî kêm 100 kes hatin gazîkirin
Nêzî 100 Hunermend, lîstikvanên fîlm û televîzyonê, çalakvanên sivîl û kesayetiyên din ên navdar ku darvekirinan protesto dikirin jî di nav de ji bo îfade bidin bangî 20 lîstikvanan hat gazîkirin.
-

Li Yemenê bi semînerek li ser dijwariyên şer û beşdariya çalak a jinan nîqaş hatin kirin
Bi beşdariya akademîsyen, çalakvan û pisporên aborî, Platforma Jinên Serbixwe li Taîzê semînerek li da. Di semînerê de li ser rewşa jinên Yemenê yên di nava dijwariyên şer de û li ser derfetên çêbûne nîqaş hatin kirin.
-

Sernavê Kovara Jin: Di jiyana rojane de serdestî û lêgerîna civakek demokratîk
Hejmara 180’emîn a Kovara Jin bi sernavê “Di Jiyana Rojane de Serdestî û Lêgerîna Civakek Demokratîk” derket. Hejmara nû li ser bandorên polîtîkayên şerê taybet ên li ser civakê disekine.
-

Bazara serhêl ji bo jinan debara jiyanê ye
Jin her dem hewl didin dahatek serbixwe bi dest bixin, bi demê re bigihîjin hev û bi qezenckirina debara xwe bi riya bazara serhêl bi pêş bikevin.
-

Li Mexmûrê 7’emîn pêşbirka Denîz Firat bi dawî bû
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, 7'emîn Pêşbirka Çîrok, Helbest û Wênekêşan a di bîranîna rojnamevan Denîz Firat de hate lidarxistin, bi merasîmekê bi dawî bû. Pêşbirka îsal diyarî cangoriyên azadiyê Rohat Rover, Ziyad Heleb û Denîz Çiya hat kirin.
-

10 kesên ku gef li malbata Rojîn Kabaîşê xwarin hatin binçavkirin
Di operasyona polîsan a li 8 bajaran de 10 kes bi sûcdariya ku li ser medyaya dîjîtal gef li malbata Rojîn Kabaîşê û malbatên zarokên xwe winda kirine xwarine hatin binçavkirin. Di encamê de 2 kes hatin girtin.
-

Bi kêmbûna dermanan re jiyana 4 hezar nexweşan di xeteriyê de ye
Li gorî seroka Komeleya Hemofîliyeyê ya Îranê, ev zêdeyî 8 meh e, zêdetirî 4 hezar nexweşên hemofîliyeyê nikarin xwe bigihînin dermanên pêwîst.
-

Li Kongoyê şewba Ebolayê sînorê 4 hezarî derbas kir
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, hejmara bûyerên Ebolayê 4 hezar derbas kir. Rêjeya belavbûna bilez fikarên li ser taybetmendiyên vîrusê zêde dike.
-

Li Efrînê pêla binçavkirin û êrîşên zayendî didome
Li Efrînê, binçavkirina jineke ciwan û li Cindirêsê hewldana revandin û êrîşa zayendî ya li dijî zarokek keça, fikarên li ser ewlehiya jin û zarokan ji nû ve anî rojevê.
-

Fîgen Yuksekdag: Pêdivî bi rêziknameyên demokratîk û hiqûqî yên berfirehtir heye
Fîgen Yuksekdag, der barê qanûna çarçoveyî de wiha got: "Erê, ev destpêkek e. Lê divê vê yekê bi awayekî lez ji destpêkek derxin û bi rêziknameyên demokratîk û hiqûqî yên berfirehtir temam bikin.”
-

Dayîkên Şemiyê: Bêyî komîsyonên heqîqetê aştî pêk nayê
Dayîkên Şemiyê di hefteya 1115’emîn de li aqûbeta Suleyman Cîhan ê ku 45 sal berê hatibû binçavkirin û pişt re hatibû kuştin, pirsîn û wiha gotin: “Çîroka Suleyman mekanîzmaya bêcezahiştinê nîşan dide. Bêyî heqîqetê aştiya mayînde pêk nayê.”