Li Tunisê yekemîn platforma belgekirina kuştinên jinan ket meriyetê
Komeleya Dengê Jinan bi civîneke çapemeniyê ragihand ku wan yekem platforma ji bo çavdêrîkirin û belgekirina kuştinên jinan li Tûnisê avakirine.
ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tunis – Komeleya Dengê Jinan bi civîneke çapemeniyê tekez kir ku platform weke qadeke berxwedanê xizmetê dike, armanca wê çavdêrîkirin, belgekirin û analîzkirina bûyerên kuştina jinan û balkişandina ser aliyên wan ên civakî û siyasî ye.
'Yekem platforma ku bûyerên kuştina jinan belge dike hat avakirin'
Lêkolîner û hiqûqnasa Komeleya Dengê Jinan Meryem Malikî, diyar kir ku platform, yekem platform e ku kuştin û hewldanên kuştina jinan belge dike. Da zanîn ku armanc ew e van sûcan li seranserê parêzgehên Tûnisê bişopîne da ku bêdengiyê bişkîne û perdeya li ser wan rake. Platforma ku hatiye avakirin hewl dide beşdarî avakirina bîreke jinan a kolektîf bibe, çîrokên jinan biparêze û maf û ezmûnên wan bigre navenda hilberîna zanîn û lêgerîna edaletê.
'Armanca platformê ew ew e ku kuştina jinan wekî sûcên taybet nas bike'
Meryem Malikî diyar kir ku platform her wiha armanc dike bûyerên kuştina jinan weke sûcên taybetî nas bike û ji bo polîtîkayên giştî yên dikarin jinan ji hemû cureyên şîdeta li ser bingeha zayendî biparêzin, parêzvaniyê bike.
'Di sala 2025'an de 35 sûcên kuştinê li dijî jinan hatin belgekirin'
Meryem Malikî destnîşan kir ku Komeleya Dengê Jinan di sala 2021'ê de dest bi belgekirina bûyerên kuştina jinan kiriye, bi doza Refqa Çarnî re hevdem bûye û got: “Ew ji aliyê hevjînê xwe yê endamê hêzên ewlehiyê ve bi çekê hat kuştin. Bûyer bi riya medyaya dîjîtal hatine belgekirin. Di sala 2025'an de hejmar gihîşt 35’an.”
Tevî hebûna qanûnan jî tundî pêk tê
Tûnis xwediyê yek ji qanûnên herî bihêz ên li dijî tundiya li ser jinan e, ne tenê di çarçoveya xwe ya Efrîkî û herêmî de, di heman demê de li seranserê cîhanê wiha ye. Di warê berfirehiya qanûnê de ku nêzî hemû cureyên tundiyê ye, di nav de tundiya dîjîtal û siyasî jî vedihewîne. Tevî vê rêjeyên tundî û kuştinê zêde bûne, civaka sivîl vê yekê bi nebûna parastinê, darizandina qels a sûcdaran û normalîzekirina civakî vê girêdide.
'Qanûn hene lê pêk nayên'
Profesor û hiqûqnas Mouniya Qarî got ku bêcezatî di civakeke muhafezekar û welatekî ku qanûn hene lê nikarin polîtîka yan mekanîzmayên pêwîst ji bo bicîhanîna wan bi rêkûpêk bi cih bînin, berdewam dike. Ev hemû faktorên siyasî, çandî û perwerdeyê dibin sedema zêdebûna vê diyardeyê di civakê de.
'Nebûna cezayên hişk derî li ber zêdebûna sûcan vedike'
Moniya Qarî destnîşan kir ku nebûna astengkirina rastîn an cezayên hişk dihêle ku sûcdar û kesên binpêkirinan dikin netirsin û got ku bi taybetî ji ber hinek kevneşopiyên civakî dibe ku bi awayekî ne rasterast bibin sedema veşartina pirsgirêkan.