Li Silêmaniyê Konferansa Jinan bi dirûşmeya “Dengê Jinan Siyasetê Diafirîne” hate lidarxistin
Li Silêmaniyê bi pêşengiya rêxistinên jinan konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de bal hate kişandina ser rola jinan a di nava siyasetê de û ji bo pêşketina demokrasiyê û guhertineke rastîn, divê jin bi awayekî xurtir beşdarî biryargirtin bibin.
Silêmanî – Di bin dirûşmeya "Dengê Jinan Siyasetê Diafirîne û Vediguherîne Guhertineke Rastîn" de, rêxistina Azadbûn û Rêxistina Jinên Rojavayî îro li Silêmaniyê konferansek li dar xistin. Gelek çalakvanên mafên jinan û rewşenbîr beşdarî konferansê bûn.
Di çarçoveya vê konferansê de ajansa me bi siyasetmedar û çalakvanên mafên jinan re hevpeyvîn kir.
Jinên Kurd li Başûrê Kurdistanê di qada siyasetê de gavên girîng avêtine
Rozaw Golî Mehmûd diyar kir ku pirî caran jin ji pêvajoyên hêz û biryardanê tên dûrxistin, lê bi saya hewildan û têkoşîna wan, jinan karîne beşdarî siyasetê bibin. Wiha pê de çû: “Ji hilbijartinan bigire heya avakirina partiyan û afirandina pozîsyonên siyasî, jinên Kurd li Başûrê Kurdistanê di qada siyasî de gavên girîng avêtine. Ev pêşketin di civakeke kevneşopî ya baviksalar de guhertinên erênî temsîl dikin û bi awayekî sembolîk xebata di nav pergaleke demokratîk de nîşan didin ku jin di beşdariya siyasî û rêberiyê de xwedî mafên wekhev in. Lê belê, bicihkirina kevneşopiya baviksalar di nava saziyên hikûmetê de bûye asteng.”
‘Zîhniyeta eşîrî jinan xistiye aktorên duyemîn di qada siyasî de’
Zêde kir ku jinên Kurd di hêza siyasî de wekî aktorên duyemîn û mêr wekî aktorên sereke tên dîtin û ev rewş ji domandina zihniyeta eşîrî ya ku ji aliyê piraniya partiyên siyasî yên li Kurdistanê ve hatiye pejirandin derketiye. Wiha dewam kir: “Di vê zihniyeta eşîrî de, jin tenê wekî amûrên ji bo zarokanînê, kedîkirinê û têrkirina daxwazên mêran hatine dîtin. Dema ku em li rola siyasî ya jinên Kurd a di demên berê de dinêrin, em dibînin ku ev feodalîzma mîratî ye. Rewşa me ya siyasî mêranî ye, rewşek e ku jin herî kêm cih û pozîsyonan digirin. Nebûna jinan di vê qadê de ne bi pirsgirêkên zayendî ve girêdayî ye, belkî bi têgihîştina ku koka wê di çand û perwerdehiyê de ye ve girêdayî ye. Em dipirsin, zihniyeta mêr di qada siyasî de çi hildiberîne ku ji zihniyeta jinê jêhatîtir e? Ezmûna siyasî ya berê li vê herêmê nîşan daye ku ew ne ezmûneke serketî bû, lê belê ezmûneke têkçûyî bû; ne tenê nekarî têgihîştinên kevneşopî biguherîne, di heman demê de nekarî sedemên bingehîn ên pirsgirêkên civakî jî çareser bike. Heman zihniyeta ku bawer dike ku pirsgirêka jinan li vî welatî tenê pirsgirêkek zayendî ye, nikare bingehên civak, çand û perwerdehiyê wekî ku hene nas bike.”
‘Beşdarbûna jinan di siyasetê de pêdiviyeke bingehîn e’
Bêrîvan Mahmûd Mihemmed diyar kir ku beşdarbûna jinan di siyasetê de pêdiviyeke bingehîn e ji bo pêşxistina demokrasî û edaletê di civak û saziyan de. Wê nêrînên xwe wiha anî ziman: “Ji ber vê yekê, divê derfet bê dayîn ku jin bi bandor beşdarî jiyana siyasî bibin. Di civaka Kurd de gelek sedem ji bo kêmbeşdariya jinan hene (olî, çandî, baviksalar û nebûna baweriyê bi şiyanên jinan) û hebûna van faktoran bi tevahî bandorê li ser zihniyeta civakê dike. Wekî ku em li vir dibînin, jin hîn jî di gelek waran de mîna kêmneteweyan tên dîtin. Wekî jinekê, ez vê rewşê girîng dibînim. Sedemeke din a rola kêm a jinan di siyasetê de, şermezarkirin û marjînalîzekirina wan e; ev yek bûye sedem ku jin di nava navaenda siyasî ya Kurdistanê de dixe pozîsyona kêmneteweyî.”
Bêrîvanê her wiha destnîşan kir ku “Em ji elîtên siyasî yên ku siyasetê şekil didin natirsin, lê em ji tevahiya avahiya îstîxbarata siyasî û çandî bi guman in, ji ber ku pirsgirêk ne tenê ji elîtên mêr ên di qada siyasî de, lê ji wê zihniyetê bi xwe derdikevin.”
‘Ji bo pêşketina demokrasiyê beşdariya jinan girîng e’
Çalakvan Kîjan Elî got: “Dîrok nîşan dide ku jinan her tim di her warî de rolek lîstine û beşdariya wan a di siyasetê de ji bo pêşketina demokrasî û edaletê di civak û saziyan de pêdiviyek e. Bê guman, bêyî beşdariya jinan di pêvajoyên biryargirtinê de, pêvajoya siyasî nikare bi awayekî saxlem pêş bikeve.”
‘Mafê jinan heye ku beşdarî karûbarên hikûmet û siyasî bibin’
Her dawî Endama Desteya Nûnertiya Kongra Star, Şêrîn Şêx Hamêd wiha got: “Li Rojavayê Kurdistanê, pirî caran jin ji mafên xwe yên bingehîn bêpar mane û di karûbarên fermî de ti rolek negirtine. Bilindbûna têkoşîna tevgerên jinan bûye destpêka têkoşîna li dijî cudakariyê. Jin xwedî wê hêzê ne ku beşdarî karûbarên siyasî yên welatê xwe bibin, nêrînên xwe diyar bikin û biryaran bidin.”