Li Kobanê krîza ceyranê

Piştî ku rêveberiya av û ceyranê bi peymanekê hate guhertin, li Rojavayê Kurdistanê û bajarê Kobanê krîza ceyranê derket. Tevî ku asta ava Firatê bilind e jî, jinên herêmê diyar dikin ku ceyran bi "minet" tê dayîn.

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê –  Di 29’ê Çileya îsal de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî ya Şamê de pemanek hat îmzekirin û der barê pêvajoya nû de hilevkirin çêbû. Di vê navberê de pêvajoya entegrasyona demokratîk dest pê kir. Yek ji wan saziyên ku bi awayekî lez û bi rêkûpêk entegre bû, navendên giştî yên xizmetê bûn. Di nav de bendav jî cih digrin û êdî hikûmet berpirsiyarê pergala av û cereyanê ya herêmê ye.

Ji wê demê ve bajarê Kobanê şahidiya aloziya nebûna cereyanê dike û ev krîz di nava xelkê Kobanê de tê jiyîn. Li gorî pêvajoyên berê, saetên cereyanê gelekî kêm in û têra pêwîstiyên gel nakin. Ev yek jî tevî bilindbûna rêjeya ava Firatê tê jiyîn. Li gorî çavkaniyên herêmî, Kobanê û gundewarên wê bi tena serê xwe vê pirsgirêkê dijîn û ev yek jî xwe dispêre berpirsên nobedarên bendavê yên ku di parvekirina saetên cereyanê de xemsar in.

Jinên bajarê Kobanê jî di vî warî de hêrs û bertekên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

‘Cereyan bi minet tê dayîn’

Neîma Aqîl a ku helwesteke tund nîşan da, wiha dibêje: “Rewşa cereyanê li bajarê Kobanê gelekî xirab e saetên wê yên heyî têra pêwîstiyên me nakin. J xwe dema tê jî gelekî lawaz e, ji ber wê em nikarin bikar bînin. Em wisa hîs dikin ku van çend saetên ku didin Kobanê jî weke minet li hemberî me tên bikaranîn. Gelek malbat hene pêwîstî bi cereyana giştî nîn e û alternatîfên xwe ava kirine lê rewşa aborî ya bi sedan malbatan têrê nake ku heman tiştî bikin. Gelo ev çi bêwijdanî ye? Di van pileyên bilind ên germahiyê de bajarek bê cereyan bimîne?”

‘Di parvekirina cereyanê de newekhevî heye’

Neîma destnîşan kir ku ew xwediyên av û bendavê ne, çima rewşeke wiha dijîn û nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Gelê me ji bo ku av û cereyana xwe biparêzin li Bendava Tişrînê canê xwe kirin mertal. Piştî ewqas fedakariyên ku hatin raberkirin, em dibînin niha heman polîtîka li ser Kobanê tên meşandin û em astengiyên mezin dijîn. Ji ber vê yekê banga me ji hikûmetê re ew e; me digot qey em êdî ji desthilatdariya rejîma Baasê rizgar bûne lê em dibînin ku heman nêzikatî xwe dubare dikin, cudahî dikeve navbera herêman û di parvekirina saetên cereyanê de newekhevî heye. Çemê Firatê û Bendava Tişrînê jî yên vî gelî û welatî ne, wê demê çima em bêav û cereyan in?”

‘Em ji ber nebûna cereyanê gelek bi hêrs in’

Li aliyekî din, Mûna Silêman bal kişand ser astengiyên ku dijîn û wiha got: “Em wekî gelê Kobanê di vê havînê de bi gelek astengiyên dijwar re rûbirû man û hê jî dijîn. Her wiha em ji xizmetên cereyanê bêpar in. Ji ber vê yekê em neçar dimînin derkevin derveyî malê û li ber siya dar û dîwaran rûnin. Niha li Kobanê cereyan 2 saetan li pey hev nîn e; her dem qut dibe, ev yek jî nahêle ava sar peyda bibe, em cilan bişûn. Em înkar nakin ku di destpêkê de rewşa cereyanê baş bû lê ev demek e em hîs nakin ku cereyana vî bajarî heye.”

Mûna diyar kir ku ew gelekî bi hêrs in û wiha berdewam kir: “Dema em nêzikatiyên cuda li hemberî Kobanê dibînin, em pirtir hêrs dibin. Bi taybetî dema ez goristana şehîdan dibînim û keda keç û xortên me yên ji bo parastina Kobanê tînim bîra xwe, gelek xemgîn dibim. Niha jî em wekî bajar ji mafên xwe yên herî rewa bêpar dimînin. Dema dilê wan bixwaze cereyanê didin, dema nexwaze jî rewşa me weke niha dibe.”

‘Ma qey dibe mirov ji ber germê roja xwe li ber deriyan derbas bike?’

Emîne Îbo diyar kir ku ew havîna xwe li ber deriyan derbas dikin û wiha axivî: “Ji bo rewşa cereyanê tiştekî mirov bibêje nî ne. Mirov tenê dikare bibêje mixabin Kobanê ketiye rewşeke wiha. Parçeyekî biçûk ê sîstema enerjiya rojê li ba min heye ku em tenê dikarin perwaneyê li ser bixebitînin. Ev rêbaz jî têra vê germa havînê nake, lewre şev û rojên me bûne yek û em tenê dua dikin ku ev havîn zû xilas bibe. Debara her tiştî dibe lê ya tunebûna cereyanê nabe. Ez çawa çavên xwe vedikim yekser derdikevim ber deriyê xwe û rûdinim, ma qey wisa jî dibe? Polîtîkayên wiha yên bi zanebûn dibin sedema hêrsa gel."