Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê di salvegera Qanûna Rewşa Kesane de daxuyanî da

Di salvegera 70'yan a Qanûna Rewşa Kesane de, Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê daxuyaniyek weşand û xwest 70 salên reformê werin nirxandin. Komeleyê tekez kir ku pêwîstî bi misogerkirina beşdariya jinan di jiyana giştî de heye.

Tûnis – Tûnis di 13'ê Tebaxê salvegera 70'yan a Qanûna Rewşa Kesane ye. Ji sala 1956’an vir ve weke reformeke girîng di qanûna malbatê de cih girtiye.

'Qanûna Rewşa Kesane ji bo mafên jinan gaveke girîng e'

Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Em 70'emîn salvegera Qanûna Rewşa Kesane ku fersendek e ji bo bîranîna yek ji qonaxên reformê yên herî girîng di dîroka nûjen a Tûnisê de û ji bo rêzgirtina li têkoşîna nifşên jin û mêran, bi bîr tînin. Qanûna Rewşa Kesane, ji dema derketinê ve, di 13'ê Tebaxa 1956'an de, xaleke girîng a pergala hiqûqî ya ji bo bindestkirina jinan hatiye veqetandin hejandiye. Qanûnê prensîbên pêşverû saz kiriye ku Tûnisê di nava welatên Ereb û Îslamî de kiriye xwdî îstîsna. Ew qanûn bi qedexekirina pirzewaciyê, destnîşankirina hevberdana dadwerî û zewaca sivîl û ji nû ve organîzekirina têkiliyên malbatê li ser bingeha şirîkatî û rêzgirtina hevbeş ve hatiye sazkirin."

'Tevî destkeftiyên qanûnî jinên Tûnisî hê jî bi cudekarî û tundiyê re rûbirû dimînin'

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî destkeftiyên qanûnî yên ji serxwebûnê ve heta niha û bi saya têkoşîna hêzên demokratîk û tevgera jinan, jinên Tûnisî hê jî bi gelek awayên cudakarî, dûrxistin û bêparkirinê re rûbirû ne. Komeleyê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: "Ev yek di şert û mercên nebaş ên jinên karker, nemaze karkerên çandiniyê, di xeleka xizaniyê ya di naav jinên marjînalîzekirî û bêkariyê de, berdewamiya şîdeta li ser bingeha zayendî û kêmbûna beşdariya di meqamên biryardanê de diyar dibe. Ev di çarçoveyek siyasî, aborî û civakî de tê ku bi kêmbûna azadiyê, binpêkirina mafan, zêdebûna asta şîdet û kuştina jinan, tengbûna qada sivîl, zehmetiyên aborî û civakî yên zêde, xeleka xizaniyê ya berfireh a jinan û zêdebûna rêjeya bêkariyê di nav wan de tê xuyakirin."

'Mafên jinan ne daxwazek e pîvanek e'

Komeleyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku mafên jinan ne daxwazek e, pîvanek e ji bo asta ku dewlet rêzê li mafên mirovan û xwezaya projeya civaka modern û sivîl digre. Di daxuyaniyê de hat gotin ku her paşvekişandina ji demokrasiyê, serdestiya hiqûqê, serxwebûna dadweriyê û azadiya îfade û rêxistinê bêguman li ser rewşa jinan xwe nîşan dide. Her binpêkirina maf û azadiya ku di herdu peymanên navneteweyî de hatine destnîşankirin lawaziya wan zêde dike, cudakariyê kûrtir dike û bandorê li hemwelatîbûn û rûmeta wan dike û wiha hat gotin: "Em pabendbûna xwe ya tevahî bi Koda Rewşa Kesane weke yek ji stûnên herî girîng ên dewleta sivîl dubare dikin û em hemû hewldanên ji bo têkbirina destkeftiyên wê red dikin."

'Divê jin cihê xwe di meqamên biryardayînê de bigrin'

Daxuyaniyê tekezî li ser pêwîstiya bicîhanîna tedbîrên parastinê yên ku di Qanûna Bingehîn a Hejmar 58 a 2017'an de der barê rakirina tundiya li dijî jinan de hatine destnîşankirin û dabînkirina çavkaniyên pêwîst ji bo sepandina wê kir. Her wiha girîngiya misogerkirina beşdariya tevahî û wekhev a jinan di jiyana siyasî û sivîl û di meqamên biryardayînê de, destnîşan kir.

'Projeya neteweyî projeyek ji bo rizgakriina mirovan e'

Komeleyê di daxuyaniya xwe de pabendbûna xwe ya ji bo berdewamiya têkoşînê, li kêleka hemû hêzên demokratîk û pêşverû ji bo temamkirina riya reformên yasayî û sazûmanî û avakirina dewletek sivîl a demokratîk garantî dike, nû kir û wiha hat gotin: "Em ji nûve piştrast dikin ku projeya neteweyî ya ku dewleta nûjen li ser hatiye damezrandin ne tenê projeyeke ji bo rizgarkirina axa neteweyî ye, projeyek ji bo rizgarkirina mirovan û avakirina dewleteke welatîbûn û mafan bû."

'Paşeroja Tûnisê bi naskirina mafên jinan ava dibe'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku paşeroja demokratîk a Tûnisê bêguman bi naskirin û misogerkirina mafên jinan dibe û wiha hat gotin: “Ji ber ku ew bingeha pîvana pêşveçûn û pêşketina civakê ne. Gotinên populîst, reaksiyoner û li dijî-mafan û daxuyaniyên ku ji hêla hinek endamên parlamentoyê ve tên dayîn şermezar dikin. Her wiha vekirina platformên dewlet û olî ji bo şêxan û gotinên reaksiyoner ên ku cudakariyê didomînin, jinan vedigerînin rolên kevneşopî û prensîba wekheviyê têk dibin red dikin. Dewlet berpirsiyar e ku mafan biparêze û ji bo rewatiya saziyî rê nede gotinên ku rûmeta jinan û hemwelatîbûna wan a tevahî kêm dike.”

'Paşvekişandin ji mafên jinan paşvekişandina ji nirxên demokrasî û welatîbûnê ye'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rûbirûbûna vê pêla paşverû û populîst beşek yekgirtî ya şerê parastina demokrasiyê û dewleta sivîl e û her paşvekişandin ji mafên jinan paşvekişandinek ji nirxên demokrasî û welatîbûnê ye. Komeleyê di dawiya daxuyaniyê de wiha got: "Em daxwaza temamkirina pêvajoya reformên qanûnî û sazûmanî dikin û destpêkirina diyalogek neteweyî ku bibe sedema avakirina dewletek sivîl a demokratîk, li ser bingeha hemwelatîbûna tam, serweriya hiqûqê, edaleta civakî û rûmeta mirovan."