Komeleya Jinên Demokratîk a Tunisê li ser Qanûna Rewşa Kesane semînerek li dar xist
Beşdarên panêlê girîngiya danûstandina ezmûn û pisporiyê di xizmeta mafên jinan de li Bakurê Efrîkayê anîn ziman ku di warê wekhevî, derfetên wekhev û azadiyan de bi dijwarî û paşketinên eşkere re rûbirû ye.
ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tunis – Komeleya Jinên Demokratîk a Tunisê bi armanca pîrozkirina salvegera 70’emîn a Qanûna Rewşa Kesane, bi beşdariya çalakvanên ji Tunis û derveyî welêt semînereke herêmî li dar xist. Di semînerê de mijara binpêkirin û tengavkirina mafên jinan li qada cîhanî û gefên li ser destkeftiyên wan jî hat gotûbêjkirin.
Semîner, li ser bingeha raporên UN Women ên ku di 8'ê Adara 2025'an de hatine weşandin hate pêşxistin. Di raporan de tê destnîşankirin ku jin û jinên ciwan li çaraliyê cîhanê bi binpêkirinên giran, cudakarî, tundî û kêmbûna çavkaniyên parastinê re rûbirû ne.
Ezmûna Tunisê û nîqaşên li ser wekheviyê
Seroka Komeleya Jinên Demokrat ên Tunisê Recaa Dahmanî di vekirina sempozyûmê de diyar kir ku Tunis ji paşketin û nakokiyên herêmî û navneteweyî yên di warê mafên jinan de ne dûr e. Recaa da xuyakirin ku tevî Tunis xwedî qanûnên pêşeng be jî (wek qedexekirina pirjiniyê), îro welatên din di warê wekheviyê de hinekî pêşketîtir in.
Di çarçoveya pirsa "Em di warê wekheviyê de li ku derê ne?" de, pirsgirêkên heyî yên wekî rêjeya bilind a bêkariya jinan, hewcedariya bi piştgiriya madî, exlaqî û kêmasiyên di warê parastina mafên jin û zarokan de hatin gotûbêjkirin. Recaa bal kişand ser wê yekê ku rewşa heyî gefê li mafên jinan dixwe û banga xurtkirina diyalog, berxwedan û berpirsiyariyên hikûmetan kir.
Ezmûna Rojavayê Kurdistanê
Aktîvîsta jin a Kurd ji Sûriyeyê Nûbihar Mustafa bal kişand ser girîngiya danûstandina ezmûnan di navbera welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê de û qala destkeftiyên şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Nûbihar Mustafa destnîşan kir ku qanûnên rewşa kesane yên li Rojava li ser bingeha peymaneke civakî ya di navbera jinan de hatine avakirin û wiha got: "Ev yek bûye sedema pêşxistina qanûnên malbatê ku pirsên derbarê wekheviya mîrat, welayet, rakirina mehrê û pirjiniyê de derxistiye holê. Her wiha zewaca zarokan hatiye qedexekirin û cezayên giran li ser binpêkaran hatine sepandin." Nûbar her wiha têkoşîna 40 salî ya jinên Kurd li dijî zextên rejîma Baasê bi bîr xist.
Pêkanîna guhertinên neyênî li Iraqê
Aktîvîst Buşra Ebû El-Eîs ji Iraqê jî da zanîn ku partiyên desthilatdar bi rêya madeya 41’emîn a Destûrê zextê li ser guhertineke mezhebî ya Qanûna Rewşa Kesane dikin. Buşra got ku ev guhertin bêyî nîqaşeke têrker hate pejirandin û ev yek ji aliyê civaka sivîl û pisporên hiqûqê ve bi tundî tê rexnekirin.
Pêwîstiya Nûkirina qanûnan li Mexribê
Ji Mexribê beşdarvan Atîfa Tîmjerdîne jî anî ziman ku qanûna wan a sala 1958'an ku di 2004'an de hatibû reformkirin, êdî bersiva rastiya jinên xwendekar, kedkar û siyasetmedar nade. Atîfa diyar kir ku tevî hin destkeftiyan jî, pirsgirêkên wekî berdewamiya zewaca zarokan û zehmetiyên di pêkanîna berpirsiyariya hevbeş de li herêmê dewam dikin.