Li Suweydayê paneleke li dijî tundiya li ser jinan hat lidarxistin

Li Suweydayê li dijî tundiya li ser jinan panelek hat lidarxistin. Beşdaran di çalakiyê de bal kişandin ser zêdebûna sûcên navmalî û ji bo parastina maf, ewlehî û rûmeta jinan xwestın tedbîrên qanûnî û perwerdeyê werin xurtkirin.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê, kombûma El-Meraa Şû'lat El-Tanmiyah (Jin meşaleya pêşketinê ne) panelek bi sernavê “Na ji bêdengiyê re, Erê ji rûmeta jinan û mafê jiyanê re" li dar xist. Piştî panela ku gelek niştecihên bajêr beşdar bûn, bi dawî bû, ji bo balkişandina ser tundiya li dijî jinan û sûcên navmalî, xwepêşandanek bêdeng hat lidarxistin.

Peyama "Êdî bes e" û girîngiya perwerdeya malbatî

Panela ku bi navê "Êdî bes e" dest pê kir, bêdengiya li hemberî tundî û zordariya li ser jinan hat redkirin û hat diyarkirin ku pêwîst e ji qonaxa bêdengiyê derbasî qonaxa daxwaza maf û hesabpirsînê bibin. Jinan diyar kirin ku gava yekem a têkoşîna li dijî tundiyê divê li malê beriya civakê were avêtin û tekez kirin ku divê kesên jinan dikujin û şîdetê li jinan dikin werin darizandin û din ava civakê de helwestek tund li dijî wan were raberkirin.

Seroka civata Firyal El-Selîm, “Jin Meşaleya Pêşxistinê Ne", diyar kir ku xebata civakê piştî bûyer û komkujiyên li Suweydayê di Tîrmeha 2025’an de dest pê kiriye û destnîşan kir ku di vê heyamê de, jin rastî gelek awayên zext û binpêkirinan hatine û hatine revandin hat tekezkirin ku bûyerên zext û tundiyê berdewam dikin. Feryal da zanîn ku pirsgirêka herî mezin nebûna hesabpirsîna bi bandor e û got ku çareserî di temenê biçûk de û di nav malbatê de dest pê dike.

Tundiya li dijî jinan ne tenê pirsgirêka malbatî ye pirsgirêka civakê ye

Dr. Darîn El-Hekîm jî diyar kir ku jin ne tenê "nîvê civakê" ne, di heman deman demê de nîvê din ê civakê jî mezin dikin. Darîn rexne kir ku nabe tundî û kuştin tenê wekî "nakokiyên navmalî" bê binavkirin û got ku ev ji sînorên malbatê derbas dibe, pirsgirêkek wisa mezin e ku bandorê li civak û mirovahiyê bi tevahî dike. Her wiha bal kişand ku di navbera qanûn û ramanan û sepandina wan de valahiyek heye û divê ji bo parastina ewlehiya civakê gavên bi bandor bên avêtin.

Nivîskar Ehlem Ebû Esaf jî di panelê de behsa bûyera keçeke ciwan a ku vê dawiyê ji hêla bavê wê ve hat kuştin kir, daxwaza sepandina tund a qanûnê li dijî sûcdaran kir û destnîşan kir ku ji bo çareserkirina sedemên bingehîn divê çek li malan nemînin.