Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê li ser mafên jinan û astengiyên li herêmê gotûbêjkirin
Di panela herêmî ya li Tûnisê de rewşa jinên li Sûriye, Iraq, Filistîn, Sûdan, Lubnan û Mexribê hat nîqaşkirin. Di panelê tê gotin ku, destkeftiyên jinan ji ber tevgerên rastgir di bin gefê de ne û girîngiya parastina maf û wekheviyê hat tekezkirin.
ZUHUR EL-MEŞIRQÎ
Tûnis – Ji bo bîranîna salvegera 70’emîn a Qanûna Rewşa Kesane, Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê duh, bi beşdariya çalakvanên ji Tûnis û derveyî welat, panelek herêmî li dar xist.
Di roja duyemîn a panela herêmî de ku li Tûnisê hat lidarxistin, qanûnên rewşa kesane yên li herêmê hatin nîqaşkirin. Her wiha bi bal kişandin ser rewşa jinan li Sûriye, Iraq, Filistîn, Sûdan, Lubnan û Mexribê. Beşdarên panêlê bal kişandin ser pêşketinên ku bi têkoşîna berdwam a jinan hatine bidestxistin. Her wiha destnîşan kirin ku ev pêşketin niha ji ber zêdebûna tevgerên rastgir û komên dijminên mafên jinan li van welatan di bin gefê de ne.
Çalakvana Mexirbî Atîfa Tîmjerdîn bi diyarkirina nerazîbûna xwe ya li hemberî Qanûna Malbatê û baweriya xwe ku divê qanûn were sererastkirin dest pê kir û got ku rewşa jinên Mexribê ya heyî nîşan dike ku jin perwerde dibînin, beşdarî hilberîna aborî dibin û beşdarî jiyana siyasî dibin.
Beşdarî û wekhevî bingeha pergaleke xwerêveberiyê ne
Çalakvana siyasî û jinan a Kurd, Nûbihar Mistefa, behsa ezmûna Rêveberiya Xweser a Rojava kir. Nûbihar wiha anî ziman: “Ji sala 2011’an vir ve weke modelek bêhempa ya rêxistinkirina jinan li herêmê hat damezirandin. Vê ezmûnê bi awayekî radîkal ji avahiyên serdest ên baviksalar û kevneşopî dûrketinek çêkir û azadiya jinan wekî hêmaneke bingehîn ji bo rizgariya giştî ya civakê dît. Ev nêzîkatî bi sepandina prensîba wekhevî û rêveberiya hevbeş di hemû warên jiyana sivîl, siyasî, leşkerî û aborî de hat sazkirin. Misoger kir ku tu saziyek tenê ji hêla jinek an tenê ji hêla mêrek ve neyê birêvebirin. Di şûna wê de her pozîsyon ji hêla hevserok, mêr û jinek ve tê girtin, bi wekheviyê tê meşandin da ku pêvajoyên beşdariya biryargirtinê bigre bin temînatê û pêşî li kombûna hêzê di destên çend kesan de were girtin.”
Rojava di her warî de bûye model
Nûbihar Mistefa destnîşan kir ku hêzdarkirina siyasî û pergalî bûye sedema avakirina pergaleke parastina civakî û qanûnî ya berfireh bi armanca ji holêrakirina tundiya li ser bingeha zayendî û wiha domand: “Saziyên serbixwe yên wekî Malên Jinan û meclîsên dadweriya jinan hatin avakirin da ku nakokiyên malbatî û civakî li derveyî çarçoveya dadgehên kevneşopî ku gelek caran astengî ne, çareser bikin. Her wiha, Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ku di şerê li dijî cîhadîstên tundrew de roleke girîng lîst, hat damezrandin. Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser hat pejirandin ku bi eşkere zewaca zarokan qedexe kir û pirzewaciyê sûcdar kir. Her wiha welayeta zarokên wan heta panzdeh salî da dayîkan û wekheviya tevahî di mîrat û destkeftiyên aborî de girt bin temînatê.”
Nûbihar Mistefa tekez kir ku tevî şert û mercên hawirdorê yên dijwar û zehmetiyên jeopolîtîk ên tevlihev, weke gefên ewlehiyê yên berdewam, dorpêça aborî ya ferzkirî û redkirina vê modelê ji hêla partiyên navendî yên li Şamê û yên mayî yên muxalefetê ve, ceribandin bi saya xwebaweriya li ser aboriyek beşdar û kooperatîfên çandiniyê yên jinan bi domdar bûye.
Pêdiviya jinên Filistînî bi qanûnên dadwer heye
Çalakvan û parêzvana mafên mirovan Afaf Xetaşeh jî wiha got: “Li Filistînê rewşeke bêhempa û cuda heye, dibe ku bi herêmên Ereb û Mexribê re were beramberkirin. Gelê Filistînê li Xezayê, Şerîaya Rojava, Orşelîmê, yan li deverên din di bin dagirkeriyê de li ber xwe dide û ji ber pêkanînên faşîst dikşîne. Jin û malbat barê herî mezin ê van pêkanînan digrin. Tiştê ku ji bo gelê Filistînê hewce dike, têkoşîna neteweyî û pergaleke hiqûqî ya dadwer û wekhev e ji bo jinan e. Di serî de qanûnên rewşa kesane û qanûnek ku malbatan ji tundiyê diparêzin divê werin derxistin, ji ber ku di civaka Filistînê de tundî berdewam dike.”
Afaf Xetaşeh li ser hêzdarkirina jinan û afirandina kesayetiyên bihêz ên ku dikarin beşdarî têkoşîna neteweyî û siyasî bibin jî wiha got: “Bêyî çarçoveyeke hiqûqî ya dadwer ku wan ji rewş û pirsgirêkên curbecur ên pê re rûbirû dimînin, diparêze çareserî nabe. Di nav de civê welayet, hevberdan, wesayet û yên din hebin. Wezareta Jinan hewl dide nîqaşên li ser vê pêşnûmeyê ji nû ve bide destpêkirin û ji bo pejirandinê ji nû ve pêşkêşî meclîsa Filistînî bike.”
Afaf Xetaşeh her wiha bang li jinên li herêmên Ereb û Mexribê kir ku hewce ye rolên xwe di torên heyî yên wekî Hevpeymaniya Nadayê de xurt bikin û jinan teşwîq bikin ku tevlî vê hevpeymanê bibin.
Jinên Sûdanî tên paşguhkirin
Rojnamevan û çalakvana însiyatîfa “Ji Zordariya Li Ser Jinan re na” Necla Nûrîn jî diyar kir ku di nava şer de barê herî giran dikeve ser milên jinan. Necla Nûrîn destnîşan kir ku jin rastî trajediyeke nedîtî tên; ji destdirêjî, kuştin û koçberiyê bigre heta dema reva ji ber êrîşan, dikevin tora qaçaxkaran, li kampên penaberiyê û ji aliyê tîmên alîkariyê ve bi tundiyêr e rûbirû dimînin”.
Necla Nûrîn da xuyakirin ku tevî vê karesata mezin jî cîhanê deriyên xwe ji Sûdaniyan re girtiye û guh nade êşa wan û got ku ji bo bidestxistina mafên jinan û guhertina qanûnan, pêşî divê aştî çêbibe û desthilatdarî ne di destê leşkeriyê de be di destên sivîlan de be.