rojane
-

‘Ji ber ku kujer nayên cezakirin bûyerên kuştinê didomin’
Di nava pergala feraseta mêr û kevneperest de, kuştina jinan her diçe zêde dibe. Çalakvan Bahar Mûnzir got ku yek ji sedemên sereke yên berdewamkirina bûyerên kuştina jinan ew e ku kujerên jinan nayên cezakirin.
-

Ayşe Erdogmuş Seçgîn: Jin welatê jinê ye
Nivîskar û mamoste Ayşe Erdogmuş Seçgîn li 10’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê bal kişand ser hêza xwendinê û anî ziman ku ew ê hemû dahata pirtûkên xwe wekî burs bidin xwendekarên jin.
-

Li Mahabadê Pêşangeha Payîzê: Standên rengîn, berîkên vala
Pêşangeha Payîzê ya Mahabadê bi muzîk û dîmenên rengîn dest pê kir. Lê belê, siya bihayên zêde û zehmetiyên aborî, coşa kirînê ya salên berê, di bin siya xwe de hişt.
-

Şerê li Yemenê qeyrana koçberiyê kûr dike
Hejmara kesên ku ji ber şerê li rojavayê Yemenê ji cih û warên xwe dibin, zêde dibe. Navenda Lêkolînên Stratejîk a Al-Moha, hişyar dike ku ev rewş dikare veguhere qeyranekî mirovî ya demdirêj.
-

Li Tirkiyê di 3 mehên havînê de herî kêm 239 zarok mirine
Li gorî rapora “Binpêkirina mafê jiyanê yê zarokan li Tirkiyeyê” ya Navenda Mafên Zarokan a FİSA’yê, di mehên havînê de herî kêm 239 zarok ji ber sedemên ku pêşî lê dihat girtin, mirine. Hate destnîşankirin ku herî kêm 44 zarokan di cînayetên karde mirine
-

Dadgeha Îranê 35 sal cezayê girtîgehê da sê welatiyên Behayî
Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, bi tohmetên wekî "çalakiyên li dijî yasayê" û "têkdana ewlehiyê", bi giştî 35 sal cezayê girtîgehê, cezayên pereyan û gelek sînorkirinên civakî dan sê welatiyên Behayî.
-

SAMER: Îfadeya ‘Malbata min ewle ye’ bi sernavên cuda tê nîqaşkirin
Li gorî rapora SAMER’ê, operasyonên "Malbata Min Ewle ye" di medyaya dîjîtal de ji bilî malbat û exlaq, di aliyê parastina jin û zarokan, edalet, nepenî, azadî û ewlehiya aborî û civakî de jî hatine nîqaşkirin.
-

Li Sûriyeyê komkujî û bêcezatiya li dijî Elewiyan didome
SOHR’ê ragihand ku li seranserê Sûriyeyê êrîşên mezhebî û înfazên bêdadgeh ên li dijî Elewiyan berdewam dikin. SOHR’ê, da zanîn ku ji destpêka sala 2026’an û vir ve 144 kesan hatine kuştin û destnîşan kir ku kiryar bêceza tên hiştin.
-

Abdullah Ocalan: Bê azadiya jinan û entegrasyona demokratîk aştiyeke mayînde nabe
Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ku ji konferansa Îngilistanê re şandiye de dibêje ku: “Azadiya jinan stûna civaka demokratîk e, entegrasyon li dijî asîmîlasyonê ye û bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd siberojeke aramtir nabe.”
-

Kampanyaya Sêşema ji darvekirinê re na: Di Îlonê de zêdetirî 79 kes hatin darvekirin
Kampanyaya ‘Sêşema ji darvekirinê re na’ di hefteya 140’an ku rastî destpêka sala nû ya xwendinê hat de, bi beşdariya girtîgeha Dare Şehr û Meşgîn Şehr gihîşt 66 girtîgehan. Kampanyayê diyar kir ku di vê mehê de herî kêm 79 kes hatine darvekirin.
-

Li Tûnisê destdirêjiya 11 kesan a li keçeke 15 salî bû sedema bertekên mezin
Li Tûnisê keçeke 15 salî rastî destdirêjiya 11 kesan hat û piştre li kolanê hat terkkirin. Di demeke ku zarok di rewşeke krîtîk de ye, rêxistinên jinan daxwaza edaletê dikin û bertekan nîşanî kêmasiyên dewletê didin.
-

Barometreya nûneratiya jinan newekheviya di hilbijartina li Mexribê de nîşan dide
Encama destpêkê ya lêkolîna barometereya nûneratiya siyasî ya jinan di hilbijartinên yasadanînê yên 2026’an de li Mexribê newekheviya di navbera partiyên siyasî di warê şert û mercên beşdarbûna jinan di hilbijartinê de raxist ber çavan.
-

Li Mexrîbê 19’emîn Festîvala Navneteweyî ya Sînemaya Jinan dest pê kir
19’emîn Festîvala Navneteweyî ya Sînemaya Jinan a li Mexrîbê ku li ser pirsgirêkên jinan û mîrata rewşenbîrî ya ramanwer Fatima Mernissi disekine, fîlmên ji deverên cuda yên cîhanê dihewîne û hunermendên jin ên navdar tên xelatkirin.
-

Weqfa Jin a Şehîd Şevîn li ser mijara ‘Malbat û Zarok’ rêzesemîner da destpêkirin
Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), dibin pêşengiya Weqfa Jin a Şehîd Şevîn û Komîteya Jinêolojî a Mexmûr li ser girîngiya peywendiya malbat û zarokan rêzesemîner da destpêkirin.
-

‘Girêdana pêkanîna yasayê bi biryara MGK’ê re pirsgirêka Kurd çareser nake’
Hevseroka şaxa Wanê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ayten Kiran, biryara girêdana pêkanîna yasaya çarçoveyî bi biryara Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) re rexne kir û diyar kir ku yek ji sedemên bingehîn ên pirsgirêka Kurd, polîtîkayên ewlehiyê ne.
-

Marya Bozan: Bêyî azadiya fizîkî ya Rêber Apo em venagerin
Mamosteya wargeha Mexmûrê Marya Bozan destnîşan kir ku divê yasayeke ku parastina xweserî, çand û perwerdeya bi zimanê Kurdî mîsoger bike were derxistin û got: “Heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger nebe em naxwazin vegerin.”
-

Parêzera Îranî Nesrîn Sotudeh xelata mafên mirovan a Konseya Ewropayê wergirt
Parêzera mafên mirovan a Îranî Nesrîn Sotudeh, ji ber têkoşîna xwe ya li dijî cezayê darvekirinê û serpoşa mecbûrî hate xelatkirin. Ji ber girtîgeh û qedexeyan, li ser navê Nesrîn Sotudeh keça wê Mehraveh Khandan xelat wergirt.
-

Li Girtîgeha Evînê li ser 23 jinên girtî qedexeya serdanê hat ragihandin
Li Îranê, girtiyên jin ên li dijî kamerayên tuwaletan û binpêkirinên mafan derketin, bi qedexeya serdana malbatê ji 3 hefteyan heta 9 hefteyan hatin cezakirin.
-

Pêşangeha hunerên dîtbarî û karên destan a jinan li Germiyanê vebû
Li Kelarê Pêşangeha Sêyemîn a Hunerên Dîtbarî û Karên Destan a Jinên Germiyanê bi beşdariya 37 hunermendan vebû. Di wêneyan de aliyên cuda yên ked, jiyan û zehmetiyên jinan tê nîşandan.
-

Li Hindistan û Nepalê ji ber baranên dijwar zêdetirî 100 kesî jiyana xwe ji dest dan
Ji ber baranên dijwar û lehîyên ku li eyaleta Uttar Pradeş a Hindistanê û li Nepalê sê roj in bandora xwe didomînin, herî kêm 81 kes li Hindistanê û 27 kes jî li Nepalê mirin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li herêmê bi lez berdewam dikin.