rojane
-

Ji ber doza Narîn Guran gihîştina 99 hesabên X'ê hatiye astengkirin
Dadgeha Amedê di çarçoveya lêpirsîna Narîn Gûran de, bi hinceta ku parvekirinên li ser medyaya civakî dibin sedema "hêrsa gel" û bandorê li ser zarokan dikin, biryara astengkirina 99 hesaban da.
-

Zanîngeha Hunerê ya Îranê 35 xwendekar bi demkî ji xwendinê dûr xistin
Lijneya Disîplînê ya Zanîngeha Hunerê ya Îranê bi biryarekê herî kêm 35 xwendekar ji 2 heta 4 heyaman ji mafê perwerdehiyê bêpar hişt, lê belê sedemên van cezayan û navên xwendekaran hîn nehatine eşkerekirin.
-

Li Yemenê 60 hezar zarok neçarî koçberiyê bûn
Li gorî texmînên UNICEF'ê di du hefteyan de, ji ber pêleke nû ya zêdebûna aloziyê zêdetirî 60 hezar zarokên Yemenî neçar mane malên xwe bihêlin. Rêxistinê piştrast kir ku nûbûna şer û pevçûnan bûye sedem, bi hezaran malbat birevin.
-

Ji New Yorkê 36 berhemên dîrokî vegerandin Sûriyeyê
Dozgeriya Manhattanê 36 berhemên dîrokî yên bihayê wan ji 5 mîlyon dolarî zêdetir e, radestî Sûriyeyê kirin. Di nav de nepixandineke 450 kîloyi ya Palmîrayê jî heye.
-

Biryara darvekirina Arvahan Felahî hat rawestandin
Hat ragihandin ku Dadgeha Bilind a Îranê daxwaza ji nû de darizandina girtiya siyasî Arhavan Felahî ku li Girtîgeha Evînê ye, qebûl kiriye, lewma bicihanîna cezayê darvekirinê hatiye rawestandin.
-

Li Fransayê pêşnûme yasaya li dijî tundiyê hat erêkirin
Komîsyona Taybet a Meclîsa Neteweyî ya Fransayê pêşnûme yasaya têkildarî têkoşîna li hemberî tundiya zayendî ya li dijî jinan û zarokan erê kir. Pêşnûme dê 1’ê Cotmehê li Civata Giştî bê nirxandin.
-

SOHR: 413 kes di nav de jin û zarok li Sûriyeyê hatine kuştin
Li gorî daneyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji destpêka salê ve di 379 tawanên kuştinê de 325 mêr, 56 jin û 32 zarok hatine kuştin. Heleb di rêza yekem de ye û malbatên qurbaniyan daxwaza pêkanîna dadmendiyê dikin.
-

Rejîma Îranê 45 sal cezayê girtîgehê da 9 jinên Ereb
Dadgeha Şoreşê ya Ehwazê bi îdiaya "çalakiyên sîberî", bi giştî 45 sal ceza da 9 jinên Ereb. Dadgehê ragihand ku ceza bi şerta tevlîbûna "dewreyên mecbûrî yên îdeolojîk" dikare dakeve salekê.
-

Jinên Îranî di lîstikên Asyayê de du madalyayên zêr û du yên zîv girtin
Jinên qeyîkvan ên Îranî di Lîstikên Asyayê yên Nagoyayê de madalyayên zêr û zîv girtin. Zeyneb Norouzî û Kîmya Zareî di pêşbirka rakirina sivik a jinan a duqatî de medalyaya zêr, Fatemeh Mocellal di pêşbirka rakirina sivik de medalyaya zêr girt.
-

Goberok: Cihê zindîkirina hunera xişrên kurdewar e
Xwediya Goberokê ku cihê çêkirina xişrên Kurdewar e, Botan Omer têkildarî berhemên ku çêdike got ku bi riya Goberokê, çand û nasnameya xwe ya neteweyî bi jinan û nifşê nû dide nasîn û da zanîn ku armanca wê ew e çanda Kurd her dem zindî bimîne.
-

Gelê Şengalê cangorî Bêrîtan Çelê bîranîn
Ji bo cangorî Bêrîtan Çelê ya ku di 29’ê Sibata 2024’an de li Şengalê şehîd bûbû, ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê ve merasîmeke hat lidarxistin.
-

Pervîn Buldan li Wanê bi Dayîkên Aştiyê re civiya
Endama Heyeta Îmraliyê û parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan, di serdana xwe ya ji bo Dayîkên Aştiyê de anî ziman ku pêşengiya herî mezin a têkoşînê jin û dayîk dikin û got, "Silavên Birêz Ocalan ji hemû dayîkan re hene.”
-

Li Îranê zext û cezayên giran ên li ser Bahaiyan didome
Hemwelatiya Bahaî Romîna Golî, 5 sal 7 meh û 16 roj cezayê girtigehê xwar û cezayê bêparmayîna 10 salan a ji mafên xwe yên civakî hate dayîn.
-

Du jinên xwedî pêdiviyên taybet li Mexrîbê dibin namzedên hilbijartinên yasadanînê
Di navbera vekirina deriyê namzediyê û gihandina pozîsyonên biryardanê de, jinên xwedî pêdiviyên taybet hê jî bi pirsên wek: Tevlêbûna hilbijartinê çawa dikare veguhere hebûnek siyasî ya berdewam? Beşdarbûna rastîn hewce dike ku astengiyên ku pêşî lê digi
-

Li Îranê sala nû ya xwendinê bi fikar û qeyranan dest pê kir
Li Îranê tevî vebûna dibistanan, xwendekar û malbat bi nîgeraniyên ewlehiyê yên ji ber şer, qeyrana aborî û astengiyên perwerdeya serhêl re rû bi rû ne; ev rewş dibe sedema zêdebûna devjêberdana dibistanê û nezelaliya li pêşeroja zarokan.
-

Li Mexribê hilbijartinên parlamentoyê dest pê kirin
Welatiyên li Mexribê ji bo hilbijartina hikûmeta nû diçin ser sindoqan. Hilbijartin di demekê de pêk tên ku krîza koçberiyê û nerazîbûnên ciwanan derketine pêş, her wiha tê şopandin ku tenê 15,8 milyon kes li ser lîsteya dengdêran hatine tomarkirin.
-

Jinên Iraqî di çalakiya ‘Ji fikir ber bi projeyê’ de hatin ba hev
Li paytext Bexda ya Iraqê, çalakiya Înîsyatîfa ‘Ji fikirê ber bi projeyê’ ku armanc dike destek bide karsazên jin, ramanên wan veguherîne projeyên domdar, beşdariya wan a aborî zêde bike û derfetên kar biafirîne, bi merasîmekê bi dawî bû.
-

Jinên Sûdanî bang dikin: Bila jinên xwedî pêdiviyên taybet bikevin qada siyasî
Kampanyaya "Dadwerî-Jin" li Sûdanê bang kir ku mijarên têkildarî jinên xwedî pêdiviyên taybet di siyasetên jinan de cih bigrin û beşdariya a li biryardanê bê mîsogerkirin. Kampanyayê tekez kir ku aştiya dadperwer hewceyî dadweriya berfireh e.
-

Encama karesata Sûdanê: Di 3 rojan de 3650 kesan ji Um Badirê koç kir
Kordofana Bakur şahidiya zêdebûna aloziyên ewlehiyê dike. Rewşeke ku bûye sedema koçberiya girseyî ya ji bajarokê Um Badirê. Di nava sê rojan de 3 hezar û 650 kesan berê xwe dane riya koçberiyê.
-

Raziye Ozturk: Divê statuya Abdullah Ocalan bigihîje formeke hiqûqî
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk, diyar kir ku pirsgirêka Kurd tenê bi bêçekkirinê çareser nabe û got ku divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihîje bingeheke hiqûqî û derfetên siyaseta demokratîk werin avakirin.