rojane
-
Endamên TAJÊ: Emê li dijî tundiyê kampanyaya xwe bihêz bikin
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) kampanyaya li dijî şideta ser jinê da destpêkirin. Endam û rêveberên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li ser giringiya kampanyayê axivîn. Jinan siyarkirin ku ew ê li dijî tundiya kampanyaya xwe bi hêz bikin.
-
Jinên Efrînê ji ber êrişan nikarin zeytûnên xwe berhev bikin
Jinên gundê Soxanekê yê navçeya Şêrewaya Efrîna dagirkirî ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ye, li dijî êrişên dagirkeriyê li gund li ber xwe didin gotin: "Çeteyên dagirker nahêlin em biçin nava erdên xwe û kar bikin."
-
Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dane zêde dibin
Hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 43 hezar û 391 û hejmara birîndaran jî bû 102 hezar û 347.
-
Tulay Hatîmogûllari: Em ê li dijî darbeyê bênavber têbikoşin
Hevseroka Giştî ya DEM'ê Tulay Hatîmogûllari li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm lê hat tayînkirin, axivî û got: "Li dijî darbeya bênavber em ji têkoşîneke bênavber re amade ne."
-
Li Êlihê piştî daxuyaniya jinan polîsan êrîş kirin
Li Êlihê piştî tayînkirina qeyûmên li ser şaredariyên Kurdistanê çalakiyên protestoyî berdewam dikin, di roja duyemîn a çalakiyên li Êlihê yên ji sê baskan heta avahiya şaredariyê meşeke girseyî hat lidarxistin.
-
Rojnameger Pelşîn Çetînkaya di bin îşkenceyê de hat binçavkirin
Di roja duyemîn a berxwedana welatiyan a li dijî tayînkirina qeyûman ên li Êlihê de, nûçegihana me Pelşîn Çetînkaya û xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Veysî Akoren jî di nav de gelek bi îşkenceyê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
-
Li Rojhilat û Îranê di meha Cotmehê de 33 jin hatine girtin
Li gor agahiyên ku medyaya Rojhilatê Kurdistanê belavkirine, di meha borî de rejîma Îranê 33 jin girtine di nav de 7 jin Kurd in û 2 jinên din ên Kurd jî di bin çavan de tên ragirtin.
-
Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Bi şikandina tecrîdê em ê azad bibin
TJA'yê di deklarasyona xwe ya 25'ê Mijdarê de wiha got: “Ji bo şikandina tecrîdê em ê her taxê veguherînin qada çalakiyan. E mê bi şikandina tecrîdê azad bibin. Em tevahiya jinan vedixwînin kolanên ku em ê çiraya azadiyê li wan vêxin.”
-
Di meha Cotmehê de 48 jin hatin qetilkirin
Li gorî rapora KCDP’ê ya Cotmehê; 48 jin hatin qetilkirin, 23 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dan.
-
Kongra Star: Divê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bersivên dîrokî bê dayîn
Koordînasyona Kongra Star a Rojava têkildarî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlih û Xelfetiyê daxuyanî da û got: “Divê li hemberî êrişên îradeya jinan bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” bersivên dîrokî bê dayîn."
-
Li cîhanê 251 milyon zarok ji perwerdeyê bêpar in
UNESCO diyar kir ku 251 milyon zarok û ciwan li seranserê cîhanê ji xwendinê bêpar in û li Efganistan û Nijeryayê ji her 10 zarokan 6 ji wan perwerdehiyê perwedehiya wan tê astengkirin.
-
Derbarê Pexşan Ezîzî de dê biryara dawî bê dayîn
Dosyaya rojnamevan Pexşan Ezîzî ku 120 rojin nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike, ji Dadgeha Bilind re hate şandin.
-
TAJÊ starta rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê da
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî kampanya li dijî şideta ser jin da destpêkirin. Wê kampanya ji 5’ê Mijdarê heta 25’ê dewam bike.
-
KJK’ê di 25’ê Mijdarê de banga têkoşîna hevpar li hemû jinan kir
KJK'ê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê daxuyaniyek da û banga têkoşîna hevpar li hemû jinan kir û xwest 25'ê Mijdarê weke roja mezinkirina têkoşîna li dijî tundiyê bê dîtin.
-
Li dijî qeyûman gel li qadan bû: Cardin bi sernakevin
Gelê ku li dijî qeyûmên li ser şaredariyên DEM Partî hat tayînkirin şev li kolanê derbas kirin, bi biryar in xwedî li îradeya xwe derbikevin. Hevseroka bajarê Êlihê Songul Korkmaz got: “Berê jî bi serneketin cardin bi sernakevin.”
-
Li Efganistanê her diçe hejmara zarokên karker zêde dibe
Li Efganistanê hejmara zarokên ku neçarî xebatê dimînin zêde dibe û zehmetiyên ku dikşînin bûye sedema fikarên mezin. Bi hatina Talîbanî re rewş xirabtir bûye, zarok li cihên dixebitin rastî şîdeta fizîkî û derûnî tên.
-
Rojnamegerên jin destkeftiyên şoreşa Rojava diparêzin
Rojnamegerên jin ên li Rojava bi pênûs û dengê xwe hewl didin rastiya civakê, destkeftiyên şoreşê û êrîşan ji hemû cîhanê re ragihînin. Rojnameger soza meşa li ser rêya heqîqetê dubare dikin.
-
Jinên Qahîre: Divê veguhestinê giştî yên bi ewle werin peydakirin
Jinên ku di veguhestinê giştî û taybet de bi êrişên zayendî re rûbirû dimînin, xwestin ev rastî bê guhertin, her wiha diyar kirin ku divê veguhestinên bi ewle werin peydakirin û banga tekoşîna hîn mezintir kirin.
-
Hevşaredar Saniye Bayram: Dixwazin Xelfetî tune bikin, em ê destûr nedin
Hevşaredar Saniye Bayram ku tayînkirina qeyûmê li ser Şaredariya Xelfetiyê weke "derbeyek li dijî vîna gel" nirxand, bertek nîşan da û got: "Em di hilbijartinê de bi ser ketin, lê diyar e dixwazin Xelfetiyê tune bikin."
-
Ji Êlîhê berteka qeyûman: Tiştên ku dikin xayîntî, dijminatî, dizîtî ye
Jinên ku bertek nîşanî tayînkirina qeyûmê li ser Şaredariya Êlîhê dan gotin “Tiştên ku ew dikin xayîntî, dijminatî, dizîtî ye. Her ku em di hilbijartinan de bi serdikevin ew qeyûm tayîn dikin” û diyar kirin ku ew ê li dijî xespkirina îradeyê li berxwe bid