rojane
-

Li Sûriyeyê di 72 saetan de 13 kes mirin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di 72 saetên dawî de li seranserê welat jin û zarok jî di nav de 13 kes mirine. Ev mirinan, ji ber kuştinên bêserûber, bermayiyên şer û pirsgirêkên ewlehiyê hatin jiyîn.
-

Lêkolînên nû îhtîmala odeyên veşartî xurt dikin
Bikaranîna gelek rêbazên lêkolînê yên nû rê li ber têgihîştineke kûrtir a gora Tutankhamun vekiriye. Zanyar destnîşan dikin ku li pişt dîwarên vê gorê odeyên veşartî hene û ev yek îhtîmala ku gora windabûyî ya Şahbanû Nefertîtî li wir e, gelekî xurt dike.
-

Werzişvanên jin ên Îranê li Lîstikên Asyayê du madalyayên zîv bi dest xistin
Di roja sêyem a Lîstikên Asyayê yên Aichi-Nagoya ya 2026’an de, werzişvanên jin ên Îranê di branşa qereteyê de di kategoriyên kata tîmî û kumiteya kesî de du madalyayên zîv qezenc kirin.
-

Ayşegul Dogan: Em di rojên pêş de li bendê ne ku pêşketinên girîng çêbin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan da xuyakirin ku desteyên li qadan ji bo bêçekkirinê dixebitin, got ^Em li bendê ne ku di rojên pêş de pêşketinên girîng çêbin” û bal kişand ser başkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
-

Gelê Rojavayê Kurdistanê: Armanca sînorkirina Kurdî bişaftina gelê Kurd e
Li bajarê Qamişloyê gelê Rojavayê Kurdistanê di mitînga li dijî biryara hikûmeta demkî ya sînorkirina zimanê Kurdî de peyama “Ev biryareke desthilatdar e û dixwaze vî gelî bi yek reng û yek zimanî bi rêve bibe. Lê em dê destûr nedin vê yekê” hat dayîn.
-

Ji bo darvekirinên li Îranê 30 rêxistinan banga hişyariya lezgîn kirin
30 Rêxistinên Mafên Mirovan li ser 63’emîn civîna Konseya Mafên Mirovan a NY banga tevgereke lezgîn kirin û diyar kirin ku Îran darvekirinê weke amûrekî terorê li dijî muxalif û xwepêşanderan bi kar tîne.
-

ÎSÎG: 95 zarokan di dema xebatê de jiyana xwe ji dest
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar a Tirkiyeyê (ÎSÎG) ragihand ku di navbera Îlona 2025 û Tebaxa 2026’an de 95 zarokan di dema xebatê de jiyana xwe ji dest dane.
-

Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ belavî 64 girtîgehan bû
Di demekê de ku li Îranê hejmara darvekirinan gihiştiye herî kêm 448’an û cezayên giran li çalakvan û xwendekaran tên birîn, kampanyaya girtiyan a ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ gihişt hefteya 139’an û li 64 girtîgeham belav bû.
-

Rapora NY binpêkirinên giran û xetereya darvekirina jinan eşkere kir
Di 63'yemîn runiştina Encûmena Mafên Mirovan a NY de hat eşkerekirin ku hêzên Îranê li Îranê gule li xwepêşander û zarokan reşandine. Li ser qirkirin û binpêkirina mafên jinan, bangên lezgîn ên hesabpirsînê hatin kirin.
-

Tora Yemenî: Zêdetirî 1600 jin bi binpêkirinên Hûsiyan de hatin kuştin
Tora Yemenî ya Maf û Azadiyan, ji sala 2014'an vir ve zêdetirî 278 hezar binpêkirinên ku ji aliyê Hûsiyan ve li dijî sivîlan hatine kirin, belge kirine. Di nav de kuştina zêdetirî 1600 jin bûn û birîndarbûna bi hezaran jinan.
-

Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi koma 221’an didome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin, bi dewirgirtina koma 221’an, di roja xwe ya hezar û 160’an de didome.
-

Filistîn: Komîteya Neteweyî ya Parastina Girtiyan hate damezrandin
Aktivîstên jin ên Xezayê, di demek ku Komîteya Neteweyî ya Parastina Mafên Girtiyên Filistînî dest bi kar kir de, banga çalakiyên navneteweyî yên ji bo parastina jinên girtî kirin.
-

Ji bo aştî û demokrasiyê banga hevpar a 80 jinan
Jinên ku banga bi sernavê ‘Em Bi Hev Re Li Ser Pêşerojê Diaxivin’ îmze kirine, ragihandin ku dê di navbera 31’ê Cotmehê û 1’ê Mijdarê de li Enqerê konferansa aştî û demokrasiyê li dar bixin.
-

Li Yemenê ji bo bîranîna Îftehan el-Meşherî bîrdariyek vekirin
Li Taizê, di salvegera kuştina akademîsyen û rêveber Îftehan el-Meşherî de bîrdariyek hate vekirin; hate destnîşankirin ku ew bi têkoşîn û wêrekiya xwe bûye mîrateyeke zindî ji bo jinên Yemenî.
-

Hîva Mihemed Elî: Zimanê Kurdî ne tenê yê fêrbûnê ye zimanê zanistê ye jî
Cîgira karûbarên rêvebirinê û mamosteya zimannasiyê Hîva Mihemed Elî bal kişand ser biryarên hikûmeta demkî yên li ser ziman û diyar kir ku divê zimanê Kurdî di hemû qadên jiyan û zanistê de bibe zimanê perwerdê.
-

Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Kampanyayên li dijî Ocalan êrîşa li ser gelê Kurd in
Buroya Hiqûqê ya Asrinê aşkera kir ku gotinên provokatîf û polîtîkayên nijadperest ên li ser Îmraliyê, rasterast aştiyê û rûmeta gelê Kurd hedef digirin.
-

Akademiya Lêkolînên Zanistî: Zimanê Kurdî stûnek sereke ya hebûna neteweyî ye
Li bajarê Qamişlo yê, Akademiya Lêkolînên Zanistî têkildarî girîngiya parastina zimanê dayîkê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de tê diyar kirin ku zimanê Kurdî bingehê sereke yê nasnameya çandî û hebûna neteweyî ya gelê Kurd li Sûriyeyê ye.
-

Li Şîrazê 5 welatiyên Baheyî hatin binçavkirin
Daîreya Îstîxbaratê ya Şîrazê di çarçoveya zextên li ser bawermendên Baheyî de bi ser malên çend kesan de girt, gelek tiştên ferdî desteserkirin û pênc kes birin navenda binçavkirinê ya Pelaak 100.
-

‘Xwişka min cîhaneke cûda dijî’
Ji bilî fêrbûna li dibistanê, zarokên bi Sendroma Downê hewceyê lîstik û hawirdoreke taybet in. Arîna Soran ku bi xwişka xwe Arya re jiyanek hevpar dimeşîne, daxwaz dike ku ji bo van zarokan navendeke pispor a çar demsalî bê avakirin.
-

Yekîtiya Jinên Sûdanê daxwaza azadiya jinên girtî kir
Yekîtiya Jinên Sûdanê bi daxuyaniyekê bal kişand ser binpêkirinên li dijî jinên di nava xebatên sivîl û çapemeniyê de cih digirin û daxwaza berdana jinên girtî kir. Yekîtiyê got, "Rûmeta jinên Sûdanê ne mijara nîqaşê ye.”