rojane
-

87 rêxistin û saziyên civaka sivîl banga rawestandina darvekirinan kir
Bi nêzbûna 10’ê Cotmehê, roja cîhanî ya li dijî cezayê darvekirinê, 87 rêxistinên mafên mirovan û saziyên civaka sivîl banga rawestandina hemû cureyên darvekirinên li Îranê kir.
-

Li Kordofana bakur 23 sivîl bi guleyan hatine kuştin
Çavdêriya Mafên Mirovan a El Cezîre înfazên girseyî yên bêdarizandin ku li herêma Umm Bedir a Eyaleta Kordofan a Bakur bûne sedema mirina 23 sivîlan, kir rapor û diyar kir ku ev kiryar binpêkirinek giran a hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye.
-

Li Efganistanê tundiya sîstematîk û pêleke nû ya kuştina jinan
Li Efganistanê bi vegera Talîbanê re tundî û bûyerên kuştina jinan gihîştin asta herî jor. Ev rapora ku bûyerên dawî radixe ber çavan, nîşan dide jin ji mafên xwe yên bingehîn bêpar in û bi metirsiya kuştin, xwekujî û zextên sîstematîk re rûbirû ne.
-

Sager Muradî bû yekem jina Îranî ku di Lîstikên Asyayê de madalyaya zêr girt
Sager Muradî, di kategoriya jinan a di bin 67 kg de li hemberê Ozoda ya ji Ozbekistanê biser ket û bû yekem jina Îranî ku di dîroka Lîstikên Asyayê de madalyaya zêr bi dest xist.
-

Li herêma Nîla Şîn a Sûdanê qeyrana mirovî kûrtir dibe
Ji ber xirabûna rewşa ewlehî û mirovî ya li herêma Nîla Şîn a başûrê rojhilatê Sûdanê, nêzî 7 hezar kes ji nû ve ji cih û warên xwe bûn. Hate diyarkirin ku bi deh hezaran kes bi xetereya birçîbûn û mirinê re rûbirû ne.
-

Li Amedê jin dest bi nobeta edalet û bîrê dikin
Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Amedê, ji bo protestokirina kuştinên jinan û mirinên gumanbar ên jinan, ji 6'ê Cotmehê û pê ve li ber Edliyeya Amedê dest bi "Nobeta Jin, Edalet û Bîrê” dike.
-

NY: Li Efganistanê ji ber pevçûnên li sînor sivîl tên kuştin
Neteweyên Yekbûyî, ji ber zêdebûna pevçûnên sînor û teqînên ji ber bermahiyên şer, hişyariya zêdebûna xetereyên li ser sivîlên li Efganistanê da.
-

Namzeta Îranê ya Oscarê fîlmê ‘Land of Angels’ e
Aktora Sûrî Sulaf Fewaxircî bi serkeftina fîlmê ‘Land of Angels’, ji Xezayê ber bi qada herî mezin a cîhanê (Oscar) ve rêwîtiyeke bêhempa pêk tîne.
-

‘Cezayê qamçiyê yê li ser Parestoo Ahmadî rawestînin’
Dadgeha Îranê cezayê qamçî û qedexeya hunerî li stranbêj Parestoo Ahmadî û 8 muzîkjenan birî. Rêxistina Efûyê ev cezayê hovane şermezar kir û bang kir ku demildest bê rawestandin.
-

Li Sûdanê zarok ji ber şer û birçîbûnê dimirin
Şerê bêdawî û hişkesaliya ku çandiniyê sekinandiye, Sûdanê ber bi karesateke mezin ve dikişîne. Li herêma Cebel Marra zarok ji ber kêmbûna xurekê û hilweşîna pergala tenduristiyê jiyana xwe ji dest didin. Heya niha 31 zaroj jiyana xwe ji dest daye.
-

Di semînera li Bexdayê de bandorên yasayî û civakî hatin nîqaşkirin
Di semînera ku ji aliyê "Foruma Dayîk û Zarok" û Yekîtiya Jinên Iraqê ve hate lidarxistin de, bandorên Yasaya Sivîl a Caferî ya li ser mafên welayet, nefeqe û mafê hevdîtina zarok û bandorên wê ya li ser malbatên Iraqî hatin nîqaşkirin.
-

46 welatan ji bo rawestandina darvekirinan bang li Îranê kirin
Di civîna 63’yemîn a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de navê 46 welatan hate dayîn ku ev 46 welat ji bo rawestandina darvekirinên ji hêla rejîma Îranê ve tê kirin daxuyaniyek hevbeş dan.
-

-

Çalakvana jîngehê ya ji Helebcê Hosna Mehmûd Xelata Ozonê stend
Huner û parastina jîngehê di yek kesî de: Çalakvana Helebçeyî Hosna Mehmûd, bi berhemên xwe yên ku ji bermahiyan diafirîne, hêjayî Xelata Ozonê hatiye dîtin.
-

Yekem mamosteya ajokariya li Rojava: Bi xwe bawer bin
Amed Dilpak yekem jin e ku li Rojava ofîsek taybet a fêrkirina ajotinê ji bo jinan vekir. Bi vê projeyê ew astengiyên civakî û tirsê ji holê radike. Heta niha nêzî 600 jin fêrî ajotinê kirine û dibêje: “Bi xwe bawer bin.”
-

Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê bi koma 223’an didome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin, di roja xwe ya hezar û 170’an de bi dewirgirtina koma 223’an didome.
-

Ji bo penceşêra pêsîrê li Helebceyê pêngava zanyarî û hişyariyê
Li Helebceyê di çarçoveya kampanyaya hişyariyê ya Cotmeha Pembe ya têkildarî teşhîskirina zû ya penceşêra pêsîrê de, sempozyûmek hate li dar xistin.
-

Dadgeha Îranî li Seher Memîzade Cezayê girtîgeh û qamçiyan birî
Aktîvîsta civaka sivîl Seher Memîzade ya ji bajarê Erdebîlê ya Îranê, bi sûcdariyên "propagandaya li dijî rejîmê", "heqaretkirina li Ruhollah Xomeynî û Elî Xamineyî" û "têkbirîna nîzama giştî", mehkûmê 25 meh û 15 roj cezayê girtîgehê û 50 qamçiyan kirin.
-

Li Şengalê ji bo 25 cangoriyên Fermana 74’an merasîm hat li darxistin
Li Şengalê ji bo bîranîna 25 cangoriyên fermana 2014’an ku 7 ji wan jin in, merasîm hat li darxistin. Malbatên şehîdan, ji rayedaran daxwaz kirin ku hemû cenazeyên cangoriyên wan bê dîtin da ku bikaribin li gorî baweriya xwe wan bispêrin axê.
-

Li Îranê bi navê "Rahiyan-e Nur" xwendekar şandin herêmên şer
Tevî qedexeyên li ser tevlêkirina zarokan a di nava çalakiyên leşkerî de, Îranê herî kêm 200 xwendekarên Makûyê şand herêmên operasyonê yên berê. Ev pratîka ku zarokan dixe nava atmosferên îdeolojîk û şer, wekî binpêkirineke mafên zarokan tê qebûlkirin.