rojane
-
Hevşaredar Saniye Bayram: Dixwazin Xelfetî tune bikin, em ê destûr nedin
Hevşaredar Saniye Bayram ku tayînkirina qeyûmê li ser Şaredariya Xelfetiyê weke "derbeyek li dijî vîna gel" nirxand, bertek nîşan da û got: "Em di hilbijartinê de bi ser ketin, lê diyar e dixwazin Xelfetiyê tune bikin."
-
Ji Êlîhê berteka qeyûman: Tiştên ku dikin xayîntî, dijminatî, dizîtî ye
Jinên ku bertek nîşanî tayînkirina qeyûmê li ser Şaredariya Êlîhê dan gotin “Tiştên ku ew dikin xayîntî, dijminatî, dizîtî ye. Her ku em di hilbijartinan de bi serdikevin ew qeyûm tayîn dikin” û diyar kirin ku ew ê li dijî xespkirina îradeyê li berxwe bid
-
Enahîd Qesebiyan: Di bin Rêveberiya Xweser de rêxistinbûna me bersivek dîrokî ye
Endama Kordînasyona Yekîtiya Jinên Ermen Enahîd Qesebiyan diyarkir ku dewleta Tirk ji dîrokê ve xwe li ser siyasetên înkar û îmhayê ava dike û wiha got: “Rêxistinbûyina me di bin sîstema Rêveberiya Xweser de bersivek dîrokî ye.”
-
Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 43 hezar û 374
Hejmara kesên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dan bû 43 hezar û 374.
-
Mafê dermankirinê ya Zeynep Celaliyan tê astengkirin
Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ku li girtîgeha Yezdê girtî ye, tevî ku rewşa tendirustiya wê ya nebaş hîna jî ji mafê dermankirinê û serdana malbata xwe bêpar e.
-
Îsraîlê li bakurê Zîvala Xezayê êrişî 3 nexweşxaneyan kir
Hat diyarkirin ku di êrişa Îsraîlê yên ên li dijî nexweşxaneya Kemal Advan, El- Avde û Endonezyayê yên li bakurê Xezayê de zarok birîndar bûne.
-
Raja Dahmani bû Seroka Komaleya Jinên Demokratîk a Tûnisê
Komaleya Jinên Demokratîk a Tûnisê piştî kongreya xwe ya 4’emîn rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Raja Dahmani bû seroka dema nû ya komaleyê.
-
Gulistan Sonuk: Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin
Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk got: "Li dijî gefên polîsan ku dibêjin 'Em ê we binçav bikin'. Ez bang li wan dikim; di çavên kîjan hevalên me de tirsa binçavkirinê heye? Heya diz neçin em gavekê jî paşde gav navêjin.
-
Gulistan Kiliç Koçyigît: Îro roj roja berxwedaniya bi hev re ye
Serokvekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li dijî qeyûman bangawazî kir û got: "Roj roja berxwedaniya bi hev re ye. Îro roja têkoşîna demokrasiyê ye."
-
Pirtûka keda hevpar a 22 jinên Mexrîbê: Deriyê Şîn
Jinên Mexrîbê, berhemên kolektîf ku hestên xwe yên der barê jiyana xwe û rastiya xwe, fikrên xwe û ravekirina jiyanê îfade dikin, dest bi weşandina pirtûka bi navê ‘Deriyê Şîn’ kirin.
-
Ji Êlih û Mêrdînê bang: Hûn ê biçin em ê bimînin
Li sê bajaran li şarderiyan qeyûm hat danîn, gelê ku li ber Şaredariya Mêrdînê kombûn bertekên xwe nîşan dan û gotin: “Hûn ê biçin em ê bimînin.”
-
Ji KJK’ê berteka qeyûman: Yekane rê berxwedan e
KJK’ê têkildarî qeyûmên ku li ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî hatin tayînkirin daxuyaniyek niviskî da û got: “Yekane rê û çareserî berxwedan e, vê desthilatdariya faşîst binxistin û dawî li desthilata wî anîn e.”
-
Rojnamegerên Yemenî: Divê binpêkirinên li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin
Rojnamegerên Yemenî yên beşdarî sempozyuma “Ji bo rastî nemire” bûn, bal kişandin binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegerên Yemenê tê kirin û gotin, “Divê binpêkirinên li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin.”
-
Parlementeran li ber şaredariyê qeyûm lê hatine tayînkirin bang kirin
Li 3 şaredariyên DEM Partiyê qeyûm hat tayînkirin. Parlementerên ku bi gel re li ber şaredariyê ne pêyama “Ji bo diziye hatin, em destûr nadin, em ê li berxwe bidin” dan.
-
Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn di lîsteya UNESCO de ne
Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên li Silêmaniyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li lîsteya ‘Rojnamevanên hatin qetilkirin’ a UNESCO’yê hatin bicihkirin.
-
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê: Rê ji qeyûman re nîne
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li 3 bajaran da û got: “Rê ji qeyûman re nîne."
-
‘Li dijî binpêkirinên ku jinên girtî dijîn bikevin nava tevgerê’
Berdevka Kombûna jinan ya Zenûbiya Bithana Abdu bal kişand ser binpêkirinên dewleta Îranê li dijî jinên girtî pêktîne û got: “Ji bo cezayên darvekirinê werin rawestandin divê rêxistinên mafê mirovan yên navnetewî erkê xwe pêkbînin.”
-
Gulistan Sonuk: Em ê bajarê xwe ji rejima metînger rizgar bikin
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk li ber avahiya şaredariyê ya ku ji aliyê polîsan ve bi wesayîtên zirxî hat dorpêçkirin axivî û got: "Em ê bi hev re bajarê xwe, şaredariya xwe ji vê rejîma xespkar, talanker û mêtinger rizgar bikin."
-
Ji TJA berteka qeyûman: Wê jin bimînin, hûn ê biçin
TJA'yê bertek nîşanî tayînkirina qeyûmên li 3 bajaran da, diyar kir ku ew ê li hemberî darbekaran serî netewînin û got, "Jin wê bimînin, hûn ê biçin."
-
Jina ku qaliban dişkîne: Aso Majidî
Aso Majidî ku têgihên li beramberî jinan red kiriye, guhê xwe ji rexneyan re girt, karê ku herî zêde jê hez dike dike û ev bang li jinan dike: “Li pey qada ku eleqeye we jê re heye biçin. Wê serkeftin ya we be.”