rojane
-

Nivîskar û perwerdekara Kurd Nesrîn Tilo koça dawî kir
Nivîskar û perwerdekara Kurd Nesrîn Tilo li Norvecê koça dawî kir. Tilo ku bi salan di warê perwerde û wêjeyê de xebitî, bi berhemên xwe yên helbest û çîrokên kurt ên wekî "Rotoskop"ê şopek kûr di jiyana çandî de hişt.
-

Çalakvanên Mexmûrê: Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin, di roja xwe ya hezar û 165’an de bi biryardariyek xurt didome.
-

Li Qamişloyê li ser Zimanê Kurdî forûmeke hiqûqî
Li Qamişloyê, Yekîtiya Parêzeran a Cizîrê bi formeke hiqûqî bal kişand ser girîngiya bicihkirina zimanê Kurdî di Destûra Sûriyeyê de û tekez kir ku parastina mafên zimanî ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk ku mafên gelan mîsoger dike, bingehek serekeye
-

SOHR: Piştî hilweşîna rejîmê 784 zarok ji ber tundiyê mirin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku piştî hilweşîna rejîmê 784 zarok ji ber tundiyê mirine. Çavdêriyê, bang li civaka navneteweyî kir ku sivîlan biparêze û binpêkirinan rawestîne.
-

‘Em sê nifş in li vir in edaletê dixwazin’
Neviya Îbrahîm Çelîk, Berfin Çelîk ku di çalakiya Dayîkên Şemiyê de axivî, diyar kir ku ew sê nifş in li Qada Galatasarayê lêgerîna edaletê didomînin û got, "Meraqa li ser aqûbeta wan ji bo me bûye cureyekî îşkenceyê, em dixwazin rastiyê bizanin."
-

Krîza penaberan a li rojhilatê Çadê
Kampên penaberan li rojhilatê Çadê ji ber zêdebûna hejmara penaberên ji Sûdanê bi kêmasiyeke zêde ya çavkaniyan re rû bi rû ne. Neteweyên Yekbûyî hişyar kir û diyar kir ku ger rewş berdewam bike, ev yek dê bibe sedema karesateke mirovî.
-

Rejîma Îranê dixwaze jinan bi girtîgehan bêzar bike
Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê Mozhde Haşimî erê kir. Hunermend Şeyda Saberî li Şîrazê hate binçavkirin. Her wiha cezayên qamçî û qedexe yên Paresto Ehmadî û 8 hunermendên din hatin erêkirin û ew şandin Girtîgeha Adelabadê.
-

Ji du endamên KJAR’ê sê meh in agahî nayê girtin
KJAR’ê ragihand ku du sê meh berê endamên wan ên bi Zehra Pîrdêhqan (Dîcle Maku) û Pervîn Rasiq Qizilbaş (Adar Maku) li Urmiyeyê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine girtin û birine cihekî nediyar.
-

Li Tûnisê astengiyên li pêşiya mafên jinan
Tevî ku mafên zayendî û kurtaja ewle li Tûnisê bi awayekî yasayî tên parastin jî, Koma Tawhida Ben Cheikh da xuyakirin ku hişmendiya baviksalarî, kêmbûna agahdariyê ya li cem ciwanan û astengiyên erdnîgarî rê li ber gihîştina van xizmetan digirin.
-

Li Mexrîbê encamên hilbijartinê hatin ragihandin: 90 jin di Meclîsê de ne
Wezareta Karên Hundir a Mexrîbê, encamên dawî yên hilbijartinên yasadanînê ragihand. Di hilbijartinê de 90 jin bûn parlamenter. Hejmara giştî ya kursiyên jinan, wê piştî encamên hilbijartinên herêmî bê zelalkirin.
-

Ji Balikesirê heta Cîzîrê rêwîtiyeke bi rûmet: Çîroka Sakîne Durmuş
Malbata ku bi salan li benda wê ma, piştî pênc salan xebera ‘Sakîne şehîd bû’ girt. Dayîka wê Durmiye Durmuş bi awayek serbilind qala bîranînên keça xwe kir û got: “Ez êdî naxwazim xwîna kesî bê rijandin.”
-

Jiyan Hisên: Wekhevî û hevgirtina jin û gelan bingeha Sûriyeya demokratîk e
Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Jiyan Hisên, li ser girîngiya hevbendiya jin û gelan a di avakirina civakeke demokratîk de axivî û tekez kir ku avakirina Sûriyeya demokratîk tenê bi hevkariya jin û gelan pêkan e.
-

Cezayê girtîgehê li neh parêzerên li Gîlanê hat birîn
Daîreya 2’yemîn a Dadgeha Şoreşê ya bajarê Reştê yê Îranê di dozeke hevbeş de bi giştî 14 sal, 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê da 9 parêzerên ku li parêzgeha Gîlanê dixebitin.
-

Li Ranyayê 3’yemîn Mîhrîcana Berhemên Çandiniyê dest pê kir
3’yemîn Mîhrîcana Berhemên Çandiniyê ya Raperîn bi beşdariya gelek jinan, li Parka Dergawaze ya bajarê Ranyayê dest pê kir. Di mîhrîcanê de, ji bo pêşkêşkirina berhemên cotkar, jin û xwediyên projeyan, zêdetirê 140 stand hatin danîn.
-

Li New Delhiyê xwendekar li dijî destdirêjiyê daketin kolanan
Bi sedan xwendekarên li New Delhiyê li dijî destdirêjiya çeteyan a li ser jinek ciwan a 17 salî, daketin kolanan û daxwaza ewlehiyê ji bo jinan kirin.
-

Nazenîn Husênpûr piştî 37 rojan bi kefalet hat berdan
Nazenîn Husênpûra 34 salî ku dayîka du zarokan e, piştî 37 rojan, bi danîna kefaleta 2.5 milyar Tomenî bi demkî ji Zindana Navendî ya Urmiyeyê hat berdan lê rewşa wê ya yasayî hê nediyar e.
-

Rêzan Nûredîn: Dîroka Kurdistanê bêyî rola jinan kêm dimîne
Ji dîrokê ve, jinên Kurd di jiyan û tevgera azadiyê ya Kurdistanê de roleke bi bandor û girîng lîstine. Jinan ne tenê di tevgeran de, di qonaxên dîrokî de, di warê rêveberî, berxwedan û parastina nasname û bîranînên neteweyî de jî cih girtine.
-

Li Îranê di Tebax û Îlonê de 15 jin û zarok hatin kuştin û darvekirin
Li gorî raporên mafên mirovan, di mehên Tebax û Îlonê de li Îranê herî kêm 15 jin û zarok hatine kuştin û 4 jin hatine darvekirin. Pispor vê tundiyê bi valahiyên qanûnî û nebûna ewlehiyê ve girêdidin.
-

Ekîn Yeter: Divê yasaya çarçove bê pêkanîn
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter ku kampanyaya ‘1001 Îmze ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê’ îmze kir, diyar kir ku divê bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk civakî bibe di demek nêz de girtî bên berdan.
-

Li Hesekê pirsgirêkên li pêşiya perwerdê mezin dibin
Sektora perwerdehiyê li parêzgeha Hesekê bi pirsgirêkên giran ên wekî koçberî, sînorkirina zimanê Kurdî û qeyrana aborî re rûbirû ye; ji bo parastina mafê perwerdehiya zarokan gavên lezgîn lazim in.