Zeytunên Efrînê tên talankirin û ji derve bi markayên Tirikiyê tên firotin 1

Dara zeytûnê yek ji darên herî navdar e di dîroka mirovahiyê de Xwendekara ku zanîngeha Helebê xilas kiriye Silava Ealo li ser dîroka darê zaytûnê û cihê wê di qonaxên dîrokê de her wiha xwezaya ku lê çêdibe axivî û got: “Dara Zeytûnê di hemû olan de pîroz tê dîtin. Çiqas xwezaya wê hişk be dikare bijî. Sûda darê gelek heye ji dar û pelên wê bigre heya zeyt û berhemên ku jê çêdibin. Bi pêşketina tekînîkê re rêbazên çandina dara zeytunê hatin guhertin.”

Dara zeytûnê yek ji darên herî navdar e di dîroka mirovahiyê de
Xwendekara ku zanîngeha Helebê xilas kiriye Silava Ealo li ser dîroka darê zaytûnê û cihê wê di qonaxên dîrokê de her wiha xwezaya ku lê çêdibe axivî û got: “Dara Zeytûnê di hemû olan de pîroz tê dîtin. Çiqas xwezaya wê hişk be dikare bijî. Sûda darê gelek heye ji dar û pelên wê bigre heya zeyt û berhemên ku jê çêdibin. Bi pêşketina tekînîkê re rêbazên çandina dara zeytunê hatin guhertin.”
SARA ŞÊX HESEN
Heleb- Dara zeytûnê yek ji darên herî navdar e di dîroka mirovahiyê de. Di hemû ol û mîtolojiya mirovahiyê de cihekî pîroz digre. Wekî nîşana evîn û aştiyê hatiye pênasekirin. 35000 sal beriya zayînê cara yekem dara zeytûnê li perzemîna Efrîqayê hatiye dîtin. Ji 5000, 6000 sal ve heye, li gorî lêkolînên arkeolojîk li Sûriyeyê hatiye dîtin. Dara zeytûnê her dem kesk e, xwedî pir sûdan e û ji darên bi temen e. Ji milê aborî ve xwedî nirxeke heyberî ye. Ji bo tendirustiyê jî pir bi sûd e. Ji vê dara pîroz zeyta zeytûnan derdikeve. Xwedî kokeke hişk, pelên kesk û tarî ye. Rengê tovên ku zeytê didin li gorî mayîna wan di darê de cuda dibe. Mîna rengê kesk, binefşî, sor û zer lê ji dema rengê wan hê kesk be jî mirov dikare wan ji darê jêbike. Xelaskerera zanîngeha Helebê Silava Ealo ku beşa biyolojiyê qedandiye û cihê xwe di yekitiya rewşenbîran a bajarê Helebê de digre, ji me re behsa dîrok, teybetmendî û sûdên dara zeytûnê kir.
Di hemû olan de dara zeytûnê pîroz tê dîtin
Silava bal kişand ser girîngiya dara zeytûnê di olên Îbrahîmî de û wiha got: “Dara zeytûnê yek ji darên xwedî temenê dirêj e. Ji bo wê ew dar li kîjan herêmê hebin dibe sedema bbngehîn a dewlemendiya wê herêmê. Di olên Îbrahîmî de pir pîroz tê dîtin. Di Qurana pîroz de 7 caran û di Încîlê de 140 caran behsa dara zeytûnê hatiye kirin. Her wiha dara zeytûnê di ola yahûdî de jî wekî sembola imodiyê tê dîtin."
"Zêdetirî hezar salan dijî" 
Silava behsa teybetmendiyên dara zeytûnê kir û wiha axivî: “Her ku zeytûn bi darê de dimînin rengê wan tarîtir dibe, ji rengê kesk rengê wan zer dibe, piştre sor dibe. Ger bi darê ve bimîne binefşî dibe û piştre reş dibe. Ger xwezaya wê hişk be jî dikare bijî. Bilindbûna darê di navbera 3 yan 6 metreyan de ye û di hin rewşan de digihîje 10-12 metreyan. Dara zetûnê ji girêkek ji şax û pelên bi hêz pêk tê. Di werza biharê de kulîlkên zeytûnê dibişkivin. Kulîlk û tovên zayendî divê kulîlk nêr an bi gîştî mê bin. Tovên zayendî gelekî sivik in, bi riya bayê yan jî kurmikan rêbaza wê ya zayendî pêk tê mîna mêşa hingiv. Gelek cureyên wê li gorî mezinbûn, reng û pirbûna zeytê, hene. Çiqas cihê wê baş be ewqas cureya wê baştir dibe. Zêdetirî hezar salan dijî. Demeke pir dixwaze da ku dirêj bibe û êdî zeytûnan bihewîne.” 
“Dara zeytûnê li gorî bikaranînê dabeş dibe”
Silava diyar kir ku bikaranîna cureyên zeytûnan li gorî rêjeya zeytê tê dabaşkirin û wiha got: "Di cureyên zeytê de rêjeya zeytê ji sedî 15-20 e û mezinbûna wê navîn e. Cureyên ne zeytî xwedî rêjeya zeytê ji sedî 15 ne, teşe û tovên wê mezin in û di mûnetê de tê bikaranîn, bi taybetî di tirşiya mikeles de. Cureyên nîvzeytî ev cure teybetmendiyîn her du cureyan di xwe de dihewînin, rêjeya zeytê 15-20 ji sedî sed e ji bo derxistina zeytê di hema demê de ji bo mûnetê tê bikaranîn. Pir sûd ji pel û zeyta wê tê wergirtin. Piştî zeytûn tê givaştin ji bermayên wê re “bêrîn” tê gotin. Carek din tê givaştin, jê zeytek derdikeve jê re “zeyta mitraf” tê gotin. Zeyta mitraf ji bo cêkirina sabûna “xar” tê bikaranîn. Piştî derxistina mitrafê ji zeyta bêrînê, ji bermahiyên wê komirê çêkirî jê derdixin, hin hêmanên tên şewitandin dixin nav wê û bi awayê qaliban çêdikin. Teşeyê wan çargoşe ye, di germkirina malan de di werza zivistanê de tê bikaranîn.” 
"Pêwîstiya wê pir bi ronahiyê heye" 
Silava di axaftina xwe de behsa avhewaya ku dara zeytûna tê de dikare bijî kir û wiha got: "Zeytûna ji darên ku ji avhewaya deryaya navîn a xwedî taybetmendiyeke zivistana wê sar û pir bi baran e û havîna wê germ û zuha ye, hez dike. Pileya germahiyê ya herî baş ji bo dara zeytûna di navbera 5-35 c de ye. Li nîvgirovera cîhanê ya bakur, herî zêde tê dîtin. Pêwîstiya wê pir bi ronahiyê heye. Dara zeytûnê ji rûberên herî mezin ên daran e piştî gûzên hindî û xurmeyan. Di milê berhemdariya zeytûnê de Îspanya dewleta yekemîn e û Sûriye şeşemîn e. Di Sûriyeyê de 70 cureyên wê hene. Bajarê Helebê herî zêde bi zeytûnên “Kurdî” navdar e, navê cureyên wan wiha ye, li Idlibê zeytûnên soranî, li Şamê jat û li Tertusê û Laziqiyê zeytunên xidêrî."
"Koka wê demek pir dirêj dixwaze ji bo ku derbikeve" 
Silava anî ziman ku dara zeytûnê di hemû awayên axê de dikare were çandin û wiha got: “Di hemû awayên axê de dara zeytûnê dikare were çandin. Di werza zivistanê de û şorbûna pir tehemul dike. Em nikarin şivên zeytûnê bi rêbaza wê ya klasîk biçînin mîna dara hêjîr û henaran, ji ber ku koka xwe demek pir dirêj dixwaze da ku derbikeve. Dara zeytûnê di werza payîzê de li rojava tê çandin bi barîna baranê re. Dûrahiya di navbera daran de di navbera 8 heya 6 metreyan de ye û ev dar bi awayê rêzik tên çandin. Her 30 dar ji wan rêzikan re beranek tê gotin. Lê dûrahiya di navbera daran de li gorî avhewayê û hêmanên ku bandorê li wan dike mîna awayê axê, enerjiya rojê, bi hêzbûna bayê, barîna baranê, hebûna hêmanên lebatî yên ku di axê de û dewlemendbûna wan hêmanan, qerisîn û pileya germbûnê tê guhertin." 
Rêbaza kevin û nû ji bo çandina darên zeytûnê 
Silava behsa rêbazên cudahiya di navbera rêbazên kevin û nû di çandina darên zeytûnê de kir û wiha axivî: “Rêbaza qirmik beşek ji şivikê tê birin beşa mezinbûyî yê dabaş di navbera koka bingehîn û koka şaxî de “qirmik” girîng e ku tê de beşek ji qaliqê wê hebe û şaxên ne pişkivî hebin an destpêka şaxên nû, piştre “qirmik” têxin nav axê kûrahiya wê 50 cm. qalik û şaxîn hîn ne pişkivî berê wan ber bi jor ve be û herî dawî li ser wê bi axê tê girtin. Rêbaza nû ji bo çandina dara zeytunê rêbaza şitlî ye, şaxek tê qutkirin, di wê şaxê de şitlên hê nepişkivîne dihewîne. Vê şaxê dixin nax ava ji “oksînet” piştre dikin nav tûrek ji naylon. Gundê kefer sefra yê herêma Efrînê -Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ev rêbaz derxistin û tîdin bi kar anîn. Bi awayê şitlan mezin dibe bi teman salek an jî dema hinekî mezin dibe di erdê de tê çandin ji bo ku mezin bibe û darek nû bide. Dara zeytûnê piştî çandina wê bi 4 heta 5 salan zeytûnan hildigire.” 
"Divê baş li axa wê were mêzekirin"
Silava da zanîn ku dara zeytûnê piştî çandinê divê ximeta wê baş were kirin ji bo ku dar hişk nebe û wiha got: “Dara zeytûnê bi avdan û bê avdan jî mezin dibe. Divê baş li axa wê were mêzekirin, ax xeta yekemîn e ji bo dar xwe ji nexweşiyan biparêze divê cotkar baş wê axê tîmar bikin her wiha divê di salê de du caran axa wê were ajotin. Ji ber ku mîna mirov ger sîstema wê ya xwarinê nebaş be pir nexweşî digihîjinê. Piştî komkirina mosim û çinîna wê pêwîst e cotkar erdê kurcût bikin. Ji bo ku enerjiya rojê bigihîje kurm û xîzên bin erdê û wan bikuje û ji bo ku erd ji pûş û bermahiyên lebatî were paqijkirin. Ji zeytûnên ku ji darê weşiyane sûd tê girtin wek zeytûnên din. Divê bi awayekî nazik zeytûn ji darê werin jêkirin da ku ziyan negihîje darê. Pir cotkar hene mabeteka zer li ser kaxizên qalig belav dikin da ku kurmên ku ziyana wan ji bo daran heye bi wê mabetî werin girtin û her hefte ev feq tên guhertin, ev rêbaz qet ziyan nade qurmên bi sûd ji bo daran û xwezayê bi gîştî, tenê kurmên bi ziyan tên girtin, di encamê de tu bandor li xwezayê, hevsengiya ekolojîk nake. Ev faq bi darê ve tê daliqandin di cihekî sî de, di mekbezan de divê baçeyên wê baş werin girtin û vekirî nemînin ji bo kurmên zeytûnan nikaribin xwe têxin nav zeytunan." 
Sûd û başiyên zeyta zeytûnê
Herî dawî silava behsa sûdên zeyta zeytûnê kir û wiha got: “Ji ber ku di xwe de rêjeyek bilind ji oksîda "coronary heart disease" dihewîne dibe alîkar ku nexweşiyên dil kêm bike, di xwînê de kolestrolê bi rêk û pêk dike. Ji bo antî trombotîk bi teybetî ger cureya wê baş be û pê nelîstibin, çermê mirov nerm dike lewma pir caran ji bo danişînên masajê tên bikaranîn. Por bi hêztir dike. Derman e ji bo nexweşiya bêxwîniyê û dibe alîkar ji bo helandin û hezimkirina xwarinê.”
Sibê: Darên zeytûnên Efrînê û demsala çinîna zeytûnan.