Di sedsala 21`emîn de çeka sereke: Şerê taybet (1)

Şerê taybet civakê bê zanist dihêle Şerê taybet bingeha xwe ji şerê çekdarî digre û bi hemû rêbazên xwe hewl dide ku neyîniyan di nava civakê de ava bike. Herî zêde bandorê li jin û ciwanan dike, kesên ku civakê bi rêve dibin tên hedefgirtin. Yek ji taybetmendiyên şerê taybet ew e ku zanistê di nava civakê tevahî de rake û li şûna wê civakeke nezan û bê zanist ava bike.

Şerê taybet civakê bê zanist dihêle
Şerê taybet bingeha xwe ji şerê çekdarî digre û bi hemû rêbazên xwe hewl dide ku neyîniyan di nava civakê de ava bike. Herî zêde bandorê li jin û ciwanan dike, kesên ku civakê bi rêve dibin tên hedefgirtin. Yek ji taybetmendiyên şerê taybet ew e ku zanistê di nava civakê tevahî de rake û li şûna wê civakeke nezan û bê zanist ava bike.
DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Gelek dîroknas û lêkolîner hemû pevçûnên ku di dîrokê de hatine jiyîn, wekî şerê teybet nagirin dest û nanirxînin. Di dîrokê de gelek caran di navbera klan û kabîleyan de pevçûn hatine jiyîn. Lê ev weke şerê taybet ango şerê desthiladariyê nebûye. Klan û kabîle ji bo hebûna xwe biparêzin, di navbera wan de pevçûn hatine jiyîn. Şerê taybet ne di wateya xweparastinê de bi pêş dikeve û bi vê nêrînê tê meşandin. Şerê taybet di nav xwe de xwedî çend xalan e. Gava yekemîn wê çawa bikaribe êrîşê dewlemendiya erdî bike û dewlemendiya ku li ser wê axê heye bike bin desthilatdariya xwe. Ji bo vê jî plan û projeyên êrîş û şer derdixe. Rêbazên dagirkirinê bi kar tîne û li gorî vê jî di her alî de tevdigire. Şer di vê mijarê de derdikeve pêşberî me. Di bingeha şerê taybet de dagirkirin, kontrolkirina gel û erdîngariya wî gelî heye. Di şer de arteş tên li hemberî hev şer dikin kî di wî şerî de bi ser bikeve ew dibe desthiladarê wê axê ango bajar. Şer di dîroka xwe de bi armanca talan, dagirkerî û diziyê hatiye destpêkirin. 
Şerê taybet xwe dispêre şerê çekdarî
Di destpêkê de şerê arteşan bi hev re hebû, dihatin hemberî hev û şer dikirin edî bi demê re vegeriya aliyê wê yê zanebûn, polîtîka, taktîk û di her qada jiyanê de xwe bi rêxistin kir. Bi vî awayî jî êdî hunera şer bi pêş dikeve. Di her demên şer de yên bi zanebûn û rêbazên aîdî xwe şer kirine û navê wan di dîroka mirovahiyê de weke fermandarên şer hatine nivîsandin çêbûne. Pêşketina şer bi xwe re, pêşxistina amûrên şer aniye. Êdî kî herî zêde bikaribe amûrên şer û teknîka herî baş bi pêş bixe ew di aliyê şer de weke xwedî hêzeke mezin hatiye dîtin. Bi van amûr û teknîkên ku bi pêş dikevin şer di aliyê armanc û cewhera xwe de nayê guhertin lê di aliyê meşandina şer de guhertin çêdibin. Şer ji çeperan derdikeve di her qada jiyanê de cih digre. Di qirna 20’an de pêşketina zanist û teknîk şer dixe nava civak û gotin di cîh de be dixe nav her malê. Di sedsala 20’emîn de bi pêşketina teknolojiyê di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de êdî hejmara mirovên ku di şer de jiyana xwe dest didin digihîje milyonan. Ev hejmarên ku tên dayîn tenê di dema teknolojiyê de û di şerên ku hatine jiyandin de ne. Lê beriya wê û piştî wê heta roja îroj jî gelek şer hatine jiyîn û tên jiyîn. Tişta li vir derdikeve pêşiya me ew e ku siyaseta kedxwariyê li cîhanê belav dibe û weke heq tê dîtin. Em ê di nava beşên xwe yên din de şerê taybet, civak, jin û ciwanan jî bigrin dest.
Şerê taybet û bandorên wê yên li ser gelan
Şerê taybet bi riya hemû rêbazên xwe çand, ziman û hebûna gelan tune dike û bi xwe re şerê derûnî derdixe holê û dihêle ku mirov li şûna kedê bidin û di nava civakê de çalak bin, bê fikr û zanist bimînin. Şerê taybet bandoreke gelek mezin li ser civakê dike û bi taybetî li ser ciwanan, piştî şoreşa Rojava roj bi roj pencên şerê taybet li hemû deverên Kurdistanê xwe belav kir. Di nava civakê de herî zêde şerê taybet li ser jin û ciwanan tê kirin. Şerê taybet, madeyên hişbir û fihûşê xwe wek polîtîka di nava civakê de roleke mezin dilîze.
Ji sala 2013'an heta roja îro şerê taybet xwe bi şêweyên cur bi cur di nava civakê de belav dike. Pê ve girêdayî şerê çekdarî ku niha tê kirin yek ji rêbazên şerê taybet e, ji bo ev şer ji holê rabe divê ciwan bên perwerdekirin, ji bo civakê hişyar bikin. Ger rê li pêşiya vî şerê neyê girtin wê pêşî li şerê taybet jî negrin, wê pisgirêkên mezintir derbikevin holê û bandora xwe li ser civakê bikin. Li rex vê yekê jî dewleta tirk bi riya şerê taybet dixwaze sîxuran bi rêxistin bike. Armanca dewleta tirk bi rêxistinkirina sîxuran, têkbirina şoreşa gelan e û têkoşîna ku bi salan e li hemberî desthilatdariyê tê meşandin e. 
Şerê taybet bi rêbazên cuda xwe belav dike
Hêzên ku dixwazin civakan daqurtînin û li gorî berjwendiyên xwe bi rêve bibin her diçe di hemû waran de êrîşên xwe zêdetir dikin. Ew niha êrîşî hebûn, nirx, pîvan û keda li Rojava hatiye dayîn dikin. Bi zanebûn hinek kesan bi kar tînin da ku armanc û nirxên şoreşê teşhîr bikin û bixin bin xizmeta xwe. Divê ku em li hemberî van xalan her tim bînin bîra xwe ku me çawa û çima dest pê kir, her çiqas ked û berdêl dan, bajarên ku hatine dagirkirin û demografiya wan hat guhertin. Parastina van nirxan wê çawa û kî biparêze. Divê em di hundirê xwe de berpirsyariya parastina vê şoreşê aktîf bikin. Divê ku xwedîderketina li vê şoreşê, rêvberiyê, civakê û xwîna şehîdan, destpêka ji kesayeta me dest pê bike. Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Turkmen û Çerkez berpirsyar in li hemberî pêşektin, nirxên madî, manewî, civakî û xirabbûnê jî. Di vê pêvajoya ku em li nêzî serkeftinê ne divê em xwedî li hêviyên şoreşa xwe derkevin. Ev şêweyê şerê ku weke şerê taybet hatiye binavkirin, rol û misyona wê ya xirabker hat ravekirin ka çawa ji aliyê hêzên hegomonîk ve li ser gel û civakan çawa hatiye bikaranîn. 
Bikaranîna şerê taybet yek ji amûrên şerê heyî ye
Bandora şerê taybet û hedefgirtina jin û ciwanan rojeveke din e. Dîsa mirov çawa dikare pêşî li ber van kiryarên şerê taybet bigre, saziyên pêwendîdar dikarin çawa bên aktîfkirin, bi rêbazên çawa em dikarin van hewldanan bê encam bihêlin. Rola çapemeniyê ya sereke ew e ku çawa ji aliyê hêzên hegomonîk ve alavên ragihandinê di xizmeta şerê taybet de bi kar anîne û bi pêşketina teknîk û teknelojiyê van hêzan çawa weke amûreke bingehîn a şerê taybet belavî cîhanî hemû kirine. Her wiha li ser tv, radyo û malperên medyaya civakî çawa civak ji şerê taybet bi bandor dibe û xwe parastina ji van xeteriyan. Dewletên hegemon her tim di dîrokê de serdestiya xwe li ser gelan dane meşandin, di tevahî şeran de her tim şerê taybet li pêş e, herî zêde neteweyên heyî ji ber şerê taybet hatine asîmîlekirin û ji çanda xwe dûr ketine.
Sibê: Bi riya şerê taybet civakê ji rastiya wê dûr dixin û asîmîle dikin.