Di sedsala 21`emîn de çeka sereke: Şerê taybet (2)

"Bi riya şerê taybet civakê ji rastiya wê dûr dixin" Hêzên Desthilatdar û hegemon di serdema 21`emîn de ji şerê çekdarî zêdetir, şerê taybet li hemberî gel û civakan bi kar tînin. Bi rêbaza şerê taybet xwe berdidin rehên civakê û hêdî, hêdî wê neteweyê asîmîle dikin. Gelên ku ne di zanebûna vê êrîşê de bin dibin amûrên pergala serdest.

"Bi riya şerê taybet civakê ji rastiya wê dûr dixin"
Hêzên Desthilatdar û hegemon di serdema 21`emîn de ji şerê çekdarî zêdetir, şerê taybet li hemberî gel û civakan bi kar tînin. Bi rêbaza şerê taybet xwe berdidin rehên civakê û hêdî, hêdî wê neteweyê asîmîle dikin. Gelên ku ne di zanebûna vê êrîşê de bin dibin amûrên pergala serdest.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Di rastiya dîrokê de her tim hêzên desthilatdar hewl dane bi rê û rêbazên cuda neteweyên lewaz û yên xwedî hêz jî bixin bin kontrola xwe. Şerê taybet di şerê cîhanê yê duyemîn de bi rengekî şênbertir derket holê lê beriya wê jî bi gelek rêbazan hatiye bikaranîn. Di salên beriya zayînê û piştî wê de tebeqeya serdest bi riya xêzkirina wêneyên lawirên hov li ser tabloyên ji axê gel ditirsandin. Her wiha bedena jinan bi kar dianîn, ji bo kesên xwedî hêz û desthilatdar bixin bin kontrola xwe. Ji bo belavkirina tirsa bêdawî gelek şaristaniyan kelehên xwe ji kiloxên mirovan ava dikirin, hêzên xwe yên leşkerî nîşan didan û meydanên şerê bi lawirên barbar û wehşî re çêdikirin. Her çendî di dirêjahiya dîrokê de şêwazê şerê taybet hatibin guhertin û pêşketin jî heta roja me ya îro jî armanc yek e.
Şerê taybet rêbaza herî xeter a tunekirina gelan e
Civakbûyîn bi qasî dîroka mirovahiyê kevn, kûr, dewlemend û xwedî wate ye. Ji ber vê ji destpêka avabûna pergala serdest, hegemon û desthilatdar ve em dibînin ku ev hêz bi riya şerê taybet rêxistinbûna xwe li ser civak û gelan dimeşîne û wan li gorî berjewendiyên xwe bi rêve dibin. Gelek cureyên şeran ên wekî, şerê leşkerî (Qirkirin û hilweşandin), şerê aborî (birçîkirin û dorpêç), şerê siyasî (kamufle û windakirin), şerê dîblomasî (fen û xapandin), şerê îstîxbaratê (avakirina mît û sîxuran), şerê navxweyî (fitne û bêbextî), şerê derûnî (tunekirina vîn û moral), şerê bîrdozî (çandina fikir û rêgezan) û şerê çapemenî (propoganda, rastî guhertin û windakirin, lêzêdekirin). Ev rêbazên ku me rêz kirin, ji salên 90`î ve li Rojhilata Navîn hatine bikaranîn ku mînakên wê Komkujiya pêkhateya Ermenan, şoreşa Cezayîrê, Komkujiyên pêkhateya Kurd, şerê Filistînê, komkujiyên girtiyên li Îranê, komkujiya Enfalê, şerê Sûriyeyê û şerê DAIŞ`ê. 
Hêzên serhildêr û pêşeng bi şerên topyekun re rû bi rû dimînin
Hêzên desthilatdar ji bo mayîndekirina hegomonyaya xwe bênavber êrîş dikin. Bi taybetî jî dema ku neteweyek li ser hebûna wan bibe xeter, ew êrîşên xwe dijwartir dikin. Mirov dikare vê rastiyê li Kurdistanê bibîne. Gelê Kurd xwedî xweza, çand, ziman, erdnîgarî û hebûneke kevnar û dewlemend e. Her wiha gelekî serhildêr e ku koletiyê napejirîne. Ji lewre pêkhateya Kurd rastî gelek komkujî, qirkirin, asîmîle, perçekirina welat, koçberkirin û hwd. hat. Kurdan di dîrokê de bi riya 88 serhildanan hewl dane hebûna xwe ji tevahî rêbazên şer biparêzin lê di encama bikaranîna şerê taybet de serhildanên wan têk çûne. Di sedsala 21`emîn de bi avakirina Tevgera Azadiya Kurdistanê re, rewş, hêz, vîn û têgihîştineke gelê Kurd xurtir bû. Ji ber vê şerekî taybet ê gelek aliyên wê hene di xaka wan de tê meşandin. Di destpêkê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 1999`an ve di gireva Îmraliyê de ye û dixwazin bi vê rêbazê vîn û baweriya gelê Kurd tune bikin. Her wiha li ser tevahî perçeyên Kurdistanê êrîşeke topyekun tê meşandin. Hewldaneke giştî ji aliyê hêzên hegomonîk ve tê kirin ku di kesayeta rêberê gelê Kurd û şoreşa ku Tevgera Azadiya Kurdisatnê ji bo tevahî gelan daye destpêkirin, were tunekirin. Pêşketinên ku li ser erdê û ji aliyê siyasî ve çêdibin, vê polîtîkayê diyar dikin.
Hewldanên tunekirina şoreşa Rojava bi rêbazên cuda tên kirin
Li Rojavayê Kurdistanê ev 9 sal in ku şoreşê bi rê ve diçe. Ev şoreş, pergala ku hatiye avakirin û rêxistinbûna gel derbeya herî mezin li hêzên hegemon xist. Ji lewre hewldanên şerê çekdarî hatin kirin û heta niha jî berdewam dikin lê bêencam dimînin. Ji ber vê li rex êrîşên leşkerî, li dijî şoreşa ku ji Rojava dest pê kir û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû, şerekî taybet ê xurt bi riya propagandayê tê kirin. Bi rêbazên şerê taybet di nava gel de guman, propoganda û nebaweriya ji şoreş, pergal, hêz, xweparastin û serkeftinê ava dikin. Di navbera pêkhateyên di herêmê de derxistina fitne û nakokiyê, avakirina mît û sîxuran ji bo bicihanîna planên taybet, propogandaya alozî, rewşa aborî, ewlehî û dorpêç. Her wiha biçûkkirin û nebaweriya ji materyal û zimanê zikmakî û teşhîrkirina rêgezên Rêveberiya Xweser ên neteweya demokratîk, azadiya jinan û parastina ekolojiyê. Li hember şerê taybet ê ku tê meşandin gelek şêwazên xweparastin û têkoşînê hene. Cîgira Desteya Çandê ya herêma Firatê Rodîn Yusif behsa rêbazên şerê taybet ku di civaka Kobanê û Rojava de tên bikaranîn kir.
"Em bi şerê taybet nayên xapandin"
Rodînê destnîşan kir ku çawa dewleta tirk û hevkarên wî di şerê çekdarî de bi ser neketine, nikarin di yê taybet de jî bi ser bikevin û got: "Di asta cîhanê de jî dema ku şer rû dide, li rex rêbazên leşkerî şerê taybet jî tê bikaranîn. Em weke civaka Kobanê di 2014`an de, di şerekî dijwar re derbas bûn, çeteyên DAIŞ`ê bi hevkariya dewleta tirk êrîş kirin. Dewleta tirk ev çend sal in bênavber êrîş dike û heta niha jî bi ser neketiye ji lewre em dibînin ew bi riya şerê taybet hewl dide. Çiqas êrîş û propoganda li hemberî şoreşa me werin çêkirin jî em ê xwedî li Rêveberiya Xweser û destkeftiyên xwe derkevin. Hêviya me ji gelê me jî ew e ku bi şerê taybet neyê xapandin."
"Şerekî berfireh û rêbazên cuda tên meşandin"
Rodîn Yusif rêbazên şerê taybet ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên bikaranîn, bi lêv kir û got: "Dewleta tirk gelek rêbazên şerê taybet bi kar tîne. Di destpêkê de ev nêzî salek e ku ava çemê Firatê qut kiriye û dixwaze bi vê yekê re aloziyeke mirovî ava bike. Her wiha dewleta tirk sînorên xwe vedike û riyên koçberiyê ji bo gel hêsan dike. Yên herî zêde jî hewl didin sînor derbas bikin, jin û ciwan in. Ji ber ku jin hêza bingehîn in di civakê de û ciwan jî dînamîkên civakê ne. Dewleta tirk bi zanebûn vê yekê dike. Her wiha bi riya stran, fîlim û rêzefîlman dixwaze çandeke din derbasî herêmên me bike. Bi gotineke din mirov dikare bibêje ku êrîşeke wisa heye ku tê xwestin civaka Kurd bi tevahî asîmîle bike. Ji aliyê din ve dewleta tirk bi hevkariya hêzên hegemon êrîşeke dijwar li hember Rêveberiya Xweser jî pêk tîne. Propagandayên teşhîrkirina rêveberiyê di nava gel de belav dikin û nakokiyan ava çêdikin. Hewl didin ku baweriya gel a bi Rêveberiya Xweser were tunekirin. Di heman çarçoveyê de qada perwerdeyê ku xeyalên me bi cih tên, dibistan, peymangeh û zanîngehên me bi zimanê zikmakî ne, tê hede girtin. Li dijî zimanê Kurdî êrîşek heye ku baweriya xwendekar û malbatên wan bi materyal û bawernameyên Rêveberiya Xweser neyê. Gotineke Çîniyan heye dibêje; “Zimanê mirov çerm e û zimanê xelkê jî cil û berg e."
Sibê: Jin û şerê taybet