Bi nêzikbûna bi dawîbûna hevpeymana Lozanê, Kurdistan bûye navenda şer û pevçûnan (2)

"Ji bo ku Kurd hebûna xwe di nexşeya nû de biparêzin, yekitî pîwîst e" Hevseroka Komeleya Tîrêj a Astengdaran Emîre Elî têkildarî rewş û êrîşên li ser Kurdistanê got: "Du sal man ku nexşeya Rojhilata Navîn were guhertin. Ji bo ku em weke Kurd hebûna xwe di sedsala nû de biparêzin divê em ji xwe bipirsin ka me çi kir, em çi dikin û em ê çi bikin."

"Ji bo ku Kurd hebûna xwe di nexşeya nû de biparêzin, yekitî pîwîst e"
Hevseroka Komeleya Tîrêj a Astengdaran Emîre Elî têkildarî rewş û êrîşên li ser Kurdistanê got: "Du sal man ku nexşeya Rojhilata Navîn were guhertin. Ji bo ku em weke Kurd hebûna xwe di sedsala nû de biparêzin divê em ji xwe bipirsin ka me çi kir, em çi dikin û em ê çi bikin."
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Cîhan hemû li benda van du salan e ku di 2023`yan de hevpeymana Lozanê bi dawî dibe. Li gorî çavdêrî û nirxandinên siyasetmedar, dîroknas, lêkolînvan û çalakvanan dê cîhan û Rojhilata Navîn bi gelek guhertin û veguhertinên nû re rû bi rû bimîne. Di vê çarçoveyê de ajansa me  bi riya hevpeyevîneke taybet ji Hevseroka Komeleya Tîrêj pirsên derbarê rewşa Kurd û Kurdistanê di vê pêvajoyê de çawa ye, kir.  
Ji bo bidawîbûna hevpeymana Lozanê û guhertina nexşeya heyî du sal man. Çavdêriyên we yên di vê çarçoveyê de çi ne? 
Di her sedsalekê de zagonên navneteweyî tên guhertin û li gorî wê jî nexşeya cîhanî tên nû kirin. Di 1923`yan de hevpeyman hatin çêkirin û di nav de mafên gelê Kurd hatin nirxandin. Lê qurnaziya Kemal Ataturk ku çend Kurdên xwefiroş bi xwe re kirin heval û ew bi cil û bergên neteweyî beşdarî civînê kir. Kamal di civînê de dibêje ku ew û Kurdan yek in û dixwazin bi hev re dewletekê ava bikin. Di nav wan kesên xayîn de Mehemed Xêr heye, Kemal Ataturk piştî ku kar û berjewendiyên xwe pê diqedîne, wî darve dike. Ji ber vê beriya ku Mehemed Xêr bimre dibêje “gora min li kêleka riyekê çêkin da ku yên biçin û bên gotinan ji min re bibêjin. Min îxanet li gelê xwe kir.” Hêviya me ew e ku ev sedsal bi heman îxanetê dubare nebe. Di vê sedsalê de gelek guhertinên berbiçav hatin çêkirin. Gelek welatên Ereban hatin avakirin, tirk û Osmanî ji hev hatin cudakirin, Kurdistan bû çar perçe û mijara Filistînê her tim di rojevê de ye. Ji lewre li gorî zagonên navneteweyî êdî dema guhertina gelek xalan e û wê nexşeya Rojhilata Navîn were nûkirin. 
Hûn planên li Kurdistan û Rojhilata Navîn tên çêkirin û gavên tên avêtin çawa dinirxînin?
Bi nêzikbûna bi dawîbûna hevpeymana Lozanê re gelek welat dixwazin statûya xwe bihêz bikin da ku di pêvajo û sedsala nû de encamekê bi dest bixin. Filistîn, gelê Kurd, Amerîka, Rûsya, Tirkiye û gelek welatên din jî bi salan e xebat dikin da ku nexşeya li gorî berjewendiyên xwe biguherînin. Ji ber vê mafê her welatî heye ku hebûna xwe di sedsala nû de biparêze. Osmanî bûn tirk û bi saya hêza gelê Kurd û qetilkirin, komkujî û dagirkirina axa wan her wiha xistina Tevgera Azadiya Kurdistanê nava lîsteya terorê de, ket nava NATO`yê. Ji ber vê heger îro dewleta tirk dîwaran li ser sînorên di navbera Rojava-Bakur û Rojhilat-Bakurê Kurdistanê de ava dike her wiha xwe li Başûrê Kurdistanê bi cih dike, ew dixwaze bi vê gavê bibêje ez ê perçeyên din ên Kurdistanê jî dagir bikim. Osmaniya nû dixwaze di sedsala nû de axa tevahî Kurdistanê bike mala xwe. Di vê sedsalê de ji bo dewleta tirk qedexe ye ku ji axa xwe petrolê derxe.
Çima her tişt bi destên Tirkiyê tên kirin? 
Tirkiye ji bo Amerîka, Israîl û Îranê jî amûreke hêsan a pêkanîna daxwazên wan e. Çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê Ewropayê ve hatin çêkirin. Girtî û terorîstên ku li cem wan di girtîgehan de bûn dan Tirkiyeyê û gotin ji me re perwerde bikin. Ew çete di bin navê Îslama radîkal û tundraw de perwerde kirin û şandin Rojhilata Navîn. Ewropa û Tirkiyeyê xwestin bi riya çeteyên DAIŞ`ê nexşeya Rojhilata Navîn bidin guhertin. Amerîka ji bo du tiştan li Rojhilata Navîn e, ola Îslamê li ser Ewropayê xetere ye, ji lewre ew dixwazin di bin navê şerkirina li dijî DAIŞ`ê de Îslamê reş bike, ya din jî ji bo şerkirina li hemberî Îranê ye. 
Weke gelê Kurd, divê em tecrubeyek çawa ji dîrokê bigrin?
Divê ku em weke Kurd di vê pêvajoya dîrokî de bikaribin vê derfeta dîrokî baş bi kar bînin. Di 1923`an de Kurd weke eşîr û qebîle tevdigeriyan. Em bala xwe bidinê serhildanên ku çêdibûn di asta eşîran de sînordar diman. Lê eşîrek nikare nûnertiya hebûna tevahî Kurdan bike. Niha di sedsala 21’emîn de em weke Kurd ne eşîr in. Em îro li Kurdistanê binêrin hejmara partî, rêxistin û tevgeran ji gel zêdetir e. Dema ku xetere li ser hebûna gelekî hebe divê hemû alî nakokiyên xwe yên siyasî bidin aliyekî û hebûna xwe biparêzin. Ji ber vê di vê pêvajoya dîrokî de erka tevahî aliyên siyasî, civakî, leşkerî û rêxistinî ew e ku yekrêziya Kurd ava bikin û Kurdistanê biparêzin.
Di vê pêvaoya nazik de ku dijminên gelê Kurd gelek in divê helwest û gavên çawa werin avêtin? 
Heger em weke Kurd di vê sedsalê de hinek maf bi dest nexin êdî gel û dîrok me efû nake. Me weke Kurd di vê sedsalê de bi hezaran cangorî dan, em bi sedan komkujiyan re rû bi rû man û me bi dehan koçberî jiyan. Çawa ku dijminên gelê Kurd nakokiyên xwe didin aliyekî û li ser me dibin yek divê ku em jî nakokiyên xwe yên kesayetî û siyasî bidin aliyekî. Em bi rengekî eşkere dibêjin ku heger em di sedsala nû de statûya xwe ava nekin êdî derfeta me ya daxwaza mafên Kurd û Kurdistaneke serbixwe namîne. Em baş dizanin ku gelê me amade ye, ji ber ku wan tiştên herî giranbuha jî dan û amadebûna xwe teqez kirin. Em nikarin hesab ji tirk, fars û Ereban bixwazin ku dîwaran di sînorên Kurdistanê lêdikin. Ew ji bo berjewendiyên xwe kar dikin û dixwazin nasname, ax û sînorên xwe zêdetir bikin. Divê em hesab û alîkariyê ji tu hêzên cudatir nexwazin divê em weke Kurd li xwe vegerin ka me çi kir, em çi dikin û em ê çi bikin.