Di Şoreşa Kubayê de pêşengiya jinê 3

Ji pêşengên şoreşa Melba Hernandez Şoreşgera ciwan Melba Hernandez a ku bi hevala xwe Haydee Santamaria re tevli êrîşa ser Biryargeha Moncadayê bûne û amadekariyên çalakiyê wekî milîtaniya 24 saetî nirxandiye di nava welatiyên Kubayê de weke ‘Qehremana Şoreşa Kubayê’ tê nasîn.

Ji pêşengên şoreşa Melba Hernandez
Şoreşgera ciwan Melba Hernandez a ku bi hevala xwe Haydee Santamaria  re tevli êrîşa ser Biryargeha Moncadayê bûne û amadekariyên çalakiyê wekî milîtaniya 24 saetî nirxandiye di nava welatiyên Kubayê de weke ‘Qehremana Şoreşa Kubayê’ tê nasîn.
Navenda nûçeyan- Melba Hernandez Rodrîguez Del Rey, sala 1921’an li bajarê Las Villas ê Îspanyayê hatiye dinyayê. Ew zaroka malbatê ya bi tenê bûye, ji bo wê malbatê, dilê wê nehiştine û dane xwendin. Di dibistanê de jîr bûye û heta zanîngehê bi serkeftî diqedîne. Li Zanîngeha Havanayê beşa Hiqûqê temam dike. Ji ber serkeftinên xwe yên dibistanê di heman demê de bawernameya civaknasiyê jî wergirtiye. Piştî xwendinê di beşa hiqûqê de bi pêş dikeve û demekê parêzerî kiriye. Di pergala heyî de nedikarî bisekine, ji ber lêgerînên wê cuda bûn û qada pergalê jê re teng dihat. Bi van lêhûrbûnên xwe dixwest ber bi cihek cuda ve biçe û destpêkê dibe endama partiya Ortodoksan. Bi demê re Şoreşgerên Kubayê dinase û dikeve nava wan. 
Milîtaniya 24 saetan
Bi pêşengiya Fîdel Castro de ciwanên Ortodoks ên Kubayê amadekariya êrîşa ser Biryargeha Moncodayê dikirin. Di êrîşê de 1200 ciwanan cihê xwe girtin. Di nava 1200 ciwanan de jinên ciwan ên weke Haydee Santamaria û Melba Hernandez jî hebûn. Bi giştî mehekê amadekariya êrîşê kirin.
Şoreşgera ciwan Melba Hernandez amadekariyên di wê mehê de hatin kirin weke milîtantiya 24 seatî dinirxand. Bê westan, diviyabû her kes bi baldarî karê xwe pêk bianiya. Ji bo civînê deqeyek jî derengmayîn nedihat pejirandin. 
Ji bo çalakiyê amadekirina cilan 
Plansaziya vê êrîşê weke “îhtilala çawîşan” bû. Divê bi cilên artêşa Batîstan ve biketana Biryargeha Moncadoyê. Melba Hernandez çawîşek îqna kiribû ku 100 cilên leşkerî peyda bike. Dema ku Melba 100 cil girt diviyabû baş biparêze heta bigihîne hevalên xwe ji ber wê jî li malekê xwe weşartîbû. Di heman malê de çawîşek payebilind jî lê dirûtin dikir. Bi wê veşartîbûnê û kêmderfetiyê ji çalakvanên beşdarî êrîşê bibin re xwarin jî amade kirin. Piştî şoreşê ji wê xwarinê re “xwarina dawiyê ya Qehramanên Kubayê” hate gotin.
Ruxmê ku parêzer bû jî dema di serdegirtina Biryargeha Moncadayê de tê girtin nahêlin parastina xwe bi xwe bike û wê jî digirin. Piştî ku ji zindanê derdikeve ew û Haydee bi hev re di nava rêxistina bajaran de cihê xwe digrin. Têkiliya wan bi Fîdel Castro re berdewam dike û nirxandinên wî yên li ser şoreşê digihînin derve. Her du bi hev re di nava artêşa Raperîna Kubayê de erkên sereke digirin ser milên xwe. 
Melba, di salên 1960’an de dibe berpirsa zindana jinan. Sala 1986’an jî dibe endama navendî ya Partiya Komunîst a Kubayê. Di heman demê de ew dîplomatek xurt a Kubayê ye. Dibe balyoza Vîetnam û Kamboçyayê jî. Sekreteriya Gîştî ya Rêxistina Piştgiriya Gelên Asya, Emerîkaya Başûr û Efrîkayê (OSPAAL) ê de cihê xwe digre. 
Gelê Kubayê Melba weke “Qehremana Jin a Şoreşa Kubayê” binav dike. Melba di sala 2014’an de bi nexweşiya diyabetê jiyana xwe ji dest dide. 
Sibê: Haydee Santamaria Cuadrado ku di nava şoreşê de jê re ‘Yeye’ gotine.