Di Şoreşa Kubayê de pêşengiya jinê 2

Avakirina Tugaya jinan: Mariana Grajales Heta ku jinan biryara avakirana yekemîn tugaya xweser girtin di gelek zehmetiyan de derbas bûn. Ev biryara wan heta dîtina serkeftina yekîneyên xwe yên jinan hîn zêdetir mîsoger bû.

Avakirina Tugaya jinan: Mariana Grajales
Heta ku jinan biryara avakirana yekemîn tugaya xweser girtin di gelek zehmetiyan de derbas bûn. Ev biryara wan heta dîtina serkeftina yekîneyên xwe yên jinan hîn zêdetir mîsoger bû.
Navenda Nûçeyan- Tam 5 sal 5 meh 5 roj serkeftî bûn. Radyoya Rebelde bênavber banga beşdarbûna Şoreşa Kubayê dikir. Bi rêya dengê radyoyê welatên derve jî ji rewşa Kubayê haydar dibûn û li her derê grev û piştgiriya Artêşa Raperînê belav dibû. Raperînê êdî dest pê kiribû. 2’yê çileyê yekîneya Che û Camîlo Cienfuegos bask bi bask ketin Havanayê. Peytaxta Kubayê ket destên Artêşa Raperînê. Tu hêzê nekarî li pêşiya artêşê bibe asteng. Di pêşveçûnê û ketina nava bajêr de tenê guleyek jî nehat teqandin. F3ıdel Castro di berbanga 9’yê Çileyê de bi axaftinekê serkeftina Arteşa Raperînê ya Kubayê da xuyakirin.
Di Şoreşa Kubayê de jin gelek xurt bûn, ked û fedakariyek mezin kirin lê mixabin ne di dîroka giştî de ne jî di dîroka Kubayê de zêde navê wan derbas nabe, yan jî kesên ku dîroka Kubayê lêkolîn dikin zêde bala wan jinên şoreşger ên Kubayê nakişîne. Her çendî dîroka ku ji aliyê pergala serdestiya mêran ve tê nivîsîn giyana fedayî ya wan jinan nebîne jî kedek gelek bi wate hatiye dayîn û jin li her devera cîhanê li wê kedê xwedî derdikevin. Ji ber kêmaniya agahiyan dibe ku em nikaribin hemû agahiyên der barê wan jinan de bibînin û vebêjin, ji ber wê jî tenê kesên ku navê wan di belgeyan de derbas dibin em dikarin bi we re parve bikin. 
Milîtaniya 24 saetî û êrîşa ser Biryargeha Moncadayê 
Piştî îhtîlala duyemîn aa Batîstayê, Şoreşgerên Kubayê çend caran hewldan ku têkoşîna çekdarî dest pê bikin. Yek ji hewldanên wan jî di 26’ê Tîrmeha 1953’an de bû. Bi pêşengiya Fîdel Castro ciwanên Ortodoks ên Kubayê amadekariya êrîşa ser Biryageha Moncodayê dikirin. Di êrîşê de 1200 ciwanan cihê xwe girtin. Di nava 1200 ciwanan de jinên ciwan ên wekî Haydee Santamaria û Melba Hernandez jî hebûn. Bi giştî mehekê amadekariya êrîşê kirin. 
Şoreşgera ciwan Melba Hernandez amadekariyên di wê mehê de hatin kirin wekî mîlîtantiya 24 saetî dinirxand. Bê westan, diviyabû her kes bi baldarî karê xwe pêk bîne. Ji bo civînê daqîqeyk jî derengmayîn nedihat pejirandin. 
“Xwarina dawiyê ya Qehremanên Kubayê”
Plansaziya vê êrîşê weke “îhtilala çawîşan” bû. Diviyabû bi cilên artêşa Batîstan ve ketibana Biryargeha Moncadoyê. Melba Hernandez çawîşek îqna kiribû ku 100 cilên leşkerî peyda bike. Dema ku Melba 100 cil girt diviyabû baş biparêze heta bigihîne hevalên xwe ji ber wê jî li malekê xwe weşartibû. Di heman malê de çawîşek payebilind jî lê dirûtin dikir. Bi wê veşartîbûnê û kêmderfetiyê ji çalakvanên beşdarî êrîşê bibin re xwarin jî amade kirin. Pîştî şoreşê ji wê xwarinê re “xwarina dawiyê ya Qehramanên Kubayê” hate gotin. 
Her du jinan jî di nava kadroyên pêşeng ên Fîdel Castro de cihê xwe digirtin. Lê Fîdel Castro nedixwest ku jin di nava şer û pevçûnan de bin. Her du yan jî israr kirin ku di serdagirtina Moncadoyê de cihê xwe bigrin. Fîdel Castro ji beşdarbûyîna wan a pevçûnê re îqna nebû lê ji bo ku beşdarî koma tenduristiyê bibin razî bû. 
Di navbera salên1940 û 1960’an de tu pêşeng razî nedûbû ku di bin rêveberiya wan de jin beşdarî pevçûn an jî şeran bibe. Şoreşgerên jin ên di Şoreşa Kubayê de cih girtin, bi ked û israra xwe hêdî hêdî ev hişmendî dan şikandin û beşdarî hemû karan bûn. 
Tugaya jinan 
Dema jin derketin çiyayên Sierrayê, êdî gelek tiştên ku ji bo wan asteng bûn têk dibirin. Dîsa jî salên destpêkê weke xwarinpêj nêzî jinan dibûn, hem jî şoreşgerên Kubayê wiha nêzî jinên ku derketine serê çiyayên Sierrayê dibûn. Heta ku jinan biryara avakirina yekemîn tugaya xweser girtin di gelek zehmetiyan re derbas bûn. Ev biryara wan heta dîtina serkeftina yekîneyên xwe yên jinan hîn zêdetir mîsoger bû. Piştî perwerdeya leşkerî li çiyayên Sierra Maestrayan Celia wekî gerîlaya destpêkê hîmê tabûra destpêkê ya jinan bi navê Tugaya Mariana Grajales daniye. Tugaya wan a xweser ji 13 şervanên jin pêk dihat.  
Çek xistibû nava selika gulfiroşan
Haydee û Melba ji bo di êrîşa serdegirtina Moncadayê de cih bigirin bi israr bûn, ji bo wê jî geriyan ji xwe re çek peyda kirin. Ji bo ku Melba Hernandez bigihîje cihê çalakiyê, çeka ku peyda kiribû xistibû nava selika gulan a gulfiroşekê. 
Haydee jî çeka ku di serdegirtina Moncadeyê de bi kar bîne danîbû nava valêzekê û bi heman valêzê weke xwendekarek zanîngehê siwarê Şîmendîferê bûbû. Leşkerek artêşê dixwaze alîkariyê Haydee bike û valêza wê digre. Dema valêz radike şaş dimîne û dibêje, ‘qey di valêza te de çek heye evqas giran e.’ Haydee jî dibêje, ‘Hemû pirtûkên min ên zanîngehê ne. Ez diçim Santiagoyê û dixwazim li wê staj bikim. Piştî dersan jî dixwazim biçim Karnavalê, tu jî weke partner bi min re nayê, em bi hev re biçin?” Dema ku li îstasyonê hevalê Haydee Renato û birayê Haydee, Abel li gel Haydee leşker dibînin difikirin ku ew hatiye girtin. 
Zagona Malbatê
Her çiqas bi serkeftî behsa şoreşan bê kirin jî ji bo jinan astengî di her qadê de çêdibin. Di destpêka Şoreşa Kubayê de jî mêran nedihiştin ku jin beşdarî eniya şer bibin. Ligel hemû astengiyan jî jinan dixwestin di hemû qadên civakê de cihê xwe bigrin. Di qada perwerde, tenduristî, dad, dîplomasî û gelek qadên dinê de jinên Kubayê ne tenê di karên ku ji bo mêran hatine dabeşkirin de bi gelemperî guherîn dan çêkirin. Di rola ku di nava civakê de ji bo mêran hatiye diyarkirin de jî dixwestin guhertin çêkin. Divê mêr jî karên ku di nava mal de jin pê re mijul dibin bikin. Karên nava malê yên weke çêkirina xwarinê û xwedîkirina zarokan, ne tenê jin jê berpirsiyar bin hewce ye mêr jî beşek ji van karan bigrin ser milên xwe û bi hev re bikaribin rêveberiya mala xwe bikin. Ji bo vê wekheviya zayendî têxin meriyetê zagona malbatê amade kirin. Bi derxistina zagonê re, armanc kirin ku jin di qada hîlberîna gelemperî û polîtîk de cihê xwe bigrin. Piştî şoreşê êdî jin pir bi dilgermî beşdarî xebatên civakî bûn. Federasyona jinan a Kubayê bi 70 hezar endaman re kar û xebatên xwe didomandin. 
Îro ji %81.9 mamosteyên dibistanan, mamosteyên Zanko û zanyarên Kubayê jin in. Ji %60,2 bijîşk jin in. Karmendên tenduristiyê ji %78,5 jin in.  Ji %70 zêdetir dozger û dadmend jin in. Ji %31 endezyar û karmendên teknîkê ji % 36,7’ jin in. Di rêveberiya Kubayê de ji %64 û Navenda Partiya Komunîst a Kubayê ji % 41,7 jin in. Di destpêka şoreşê de xwendina zarokên keç ji % 56 bû lê îro ji % 99 e. Beşdarbûna qada kar ji % 60 e. 
Jin dixwazin Şoreşa Kubayê, wekî şoreşa jinan bê zanîn û têkoşînê hîn zêdetir bi hêztir bikin.  
Sibê: Şoreşger Melba Hernandez ku bi zimanê welatiyên Kubayê wekî ‘Qehremana Şoreşa Kubayê’ tê zanîn.