Bi nêzikbûna bi dawîbûna hevpeyman Lozanê, Kurdistan bûye navenda şer û pevçûnan (1)

2023 derfeteke dîrokî ye û çarenûsa Kurdistanê pê ve girêdayî ye Ji bo xilasbûna hevpeymana Lozanê du sal man. Ji lewre tevahî hêzên li Rojhilata Navîn û bi taybetî yên li Kurdistanê hebûna xwe bi hêz dikin. 2023 derfeta dîrokî ya gelê Kurd û tevahî gelên bindest e ku xwe ji sedsaleke bi desthilatdarî, koletî, komkujî û bêmafiyê rizgar bikin.

2023 derfeteke dîrokî ye û çarenûsa Kurdistanê pê ve girêdayî ye
Ji bo xilasbûna hevpeymana Lozanê du sal man. Ji lewre tevahî hêzên li Rojhilata Navîn û bi taybetî yên li Kurdistanê hebûna xwe bi hêz dikin. 2023 derfeta dîrokî ya gelê Kurd û tevahî gelên bindest e ku xwe ji sedsaleke bi desthilatdarî, koletî, komkujî û bêmafiyê rizgar bikin.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Di sedsala 21’emîn de şerê cîhanê yê sêyemîn tê meşandin. Ev şer ji yên borî cudatir e, ji ber ku bi rengê şerê sar û taybet tê kirin. Lê çawa ku ji destpêka dîrokê ve Kurdistan bûye navenda tevahî şer û pevçûnan, careke din Rojhilata Navîn û bi taybetî axa Kurdistanê bûye navenda pêkanîna planên dewletên serdest ji berjewendiyên xwe re. A niha bi nêzikbûna bi dawîbûna hevpeymana Lozanê ku dibe sedsalek hatiye îmzekirin, her welatek liv û tevgerên bi hêzkirina hebûna xwe ya di Rojhilata Navîn de dike. Bi taybetî jî dewleta tirk planên zindîkirina împaratoriya Osmaniyan dike.
Stratejiya Kurdistanê dibe armanca tevahî hêz û dagirkeran
Kurdistan perçeyek ji erdîngariya Rojhilata Navîn e, mezinbûna wê nêzikî 550.000 km. çargoşe ye. Kurdistan di encama hevpeymana Qesra Şêrîn de bûye du perçe û piştre di hevpyemana Lozanê de bûye çar perçe. Ji aliyê erdîngarî ve Kurdistan xwedî cihekî stratîjîk e. Di sêgoşeya sê parzemînan de Asya, Afrîka û Awropayê de ye ku li navenda gihîştina hersê parzemînan, cih digre. Ji lewre di tevahî şerên di dîrokê de Kurdistan bûye navenda şer û pevçûanan. Kîjan hêzê xwestiye desthilatdariya xwe li hersê parzemînan ava bike, di destpêkê de Kurdistan kiriye bin destên xwe ango alîkariya Kurdan xwestiye. Ev rewş heta roja me ya îro jî didome ku li ser axa Kurdistanê hemû cureyên şer tên meşandin. Lê bêguman rewşa gelê Kurd jî ne weke berê ye. Gelê Kurdi di sedsala 21’emîn de bi saya bîrdozî û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikaribû hebûna xwe ya dîrokî, çandî û leşkerî ji tevahî cîhanê re teqez bike. Li ser vê bingehê bi nêzikbûna bi dawîbûna hevpeymana Lozanê ku Kurdistan kir çar perçe divê gelê Kurd statûya xwe ava bike û Yekitiya Kurdistanê vegerîne. 
Gava destpêkê ya parçekirina Kurdistanê: Hevpeymana Qesra Şêrîn
Piştî şerê Çaldiranê yê di sala 1514`an de di navbera Osmaniyan û Îranê de, şer nêzî 130 salan li Kurdistanê berdewam dike. Di sala 1639`an de Osmanî û Sefewî li bajarê Qesra Şêrîn dicivin û li hev dikin. Di wir de hevpeymana Qesra Şêrîn îmze dikin. Di encama hevpeymanê de Kurdistan dibe du perçe û di navbera herdu hêzan de tê parvekirin. Ew cara yekemîn bû ku di dîrokê de Kurdistan tê perçekirin. Xeta perçekirinê ji Kurdistanê dest pê dike, di ser çiyayên Zagrosê re heta kendava Besrayê tê kişandin. Ev sînorê ku 400 sal berê hat diyarkirin, niha di navbera dewleta Îran-Iraq û Tirkiye-Îranê de ye. 
Di hevpeymana Lozanê de Kurd bûn qurbanî û Kurdistan parve kirin
Hevpeymana Lozanê di 24`ê Tîrmeha 1923`an de di navbera hêzên hevpeyman û rêveberiya Enqereyê de li bajarê Lozan yê girêdayî Swîsreyê hat îmzekirin. Di wê demê de li Tirkiyeyê aloziyeke mezin dihat jiyîn, gelek bajarên wê ji aliyê hêzên Yunan û Îtalyayê ve hatibûn dagirkirin her wiha bajarên Kurdistanê ji aliyê Fransayê ve hatibûn dagirkirin. Di wê pêvajoyê de Mistefa Kemal bi riya misilmaniyê û sozên damezrandina dewleteke Kurd, hêzên Kurdan li hemberî hêzên Ewropayê birêxistin dike û sûd ji wan werdigre. Axa û begên Kurd bêyî ku alîkariyê ji artêşa tirk bixwazin, dagirkeriya Fransayê li ser axa xwe têk dibin. Piştî serkeftinên li dijî Ewropayê ku bi saya leşkerên Kurd hatin bidestxistin, pêwîstî bi hevpeyaneke nû dihat dîtin. Li ser vê bingehê li bajarê Lozanê amadekariyên lihevkirinê dest pê dikin. Di konfransa Lozanê de tu keseke ku berjewendiyên gelê Kurd biparêze beşdar nabe ji lewre mafê gelê Kurd ên avakirina Kurdistana serbixwe tê binpêkirin û rayedarên tirk li gorî berjewendiyên xwe daxwazên gelê Kurd digihîjînin konferansê. Di vê hevpeymanê de mafên herî dawî yên gelê Kurd tên binpêkirin. Di rastiyê de hêzên hevpeymanê rastiya dewleta tirk û rewşa gelê Kurd dizanin lê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe, bêdeng dimînin. Di hevpeymana Qesra Şêrîn de Kurdistan dibe du perçe û di hevpeymana Lozanê de dibe çar perçe û li dewletên Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê tê parvekirin.
Beriya 2023`an dewleta tirk hewldanên vegerandina desthilatdariya Osmaniyan dike
Piştî binketina împaratoriya Osmaniyan di şerê cîhanê yê yekemîn de, Brîtanya, Fransa û Îtalya hevpeymanek îmze kirin û desthilatdariya Osmaniyan pûç kirin. Dagirkeriya Osmaniyan li ser Qibris, Lîbya, Lubnan, Misir, Sudan, Filistîn, Iraq û Sûriyeyê têk çû. Her wiha qeyd û bend li ser Tirkiyeyê hatin ferzkirin ku lêkolîn û lêgerînên wan ên petrol û gazê werin rawestandin. Tevî van hemû xalan li şûna împaratoriya Osmaniyan, dewleta tirk hat ragihandin û sînorên wê ji nû ve hatin sazkirin.
Bi nêzikbûna bi dawîbûna hevpyemana Lozanê di 2023`an de, dewleta tirk dest ji xeyalên zindîkirina desthilatdariya împaratoriya Osmaniyan berneda. Li ser vê bingehê dewleta tirk bihara gelan ku li gelek welatên Rojhilata Navîn di 2011`an de dest pê kir, ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar anî. Dewleta tirk weke gava yekemîn xwe li ser axa Sûriye, Iraq û Lîbyayê bi cih kir. Di heman çarçoveyê de hewl dide ku bi riya lihevkirinên bi Lîbyayê re mudaxeleyî Misrê bike, tevlihevî û nakokiyên herêmî li deryaya Navîn a nêzî Qibris û Yunanistanê ava bike, da ku dest bide ser mesahetên mezin ên deryaya Navîn û petrola li Lîbyayê. Hat payîn ku Tirkiyeyê plan kiriye ku dest bi lêgerîna petorolê bike û qanalek di navbera deryaya Reş û Marmarayê de ava bike û navê wê bike qenala Stenbolê. 
Her wiha  Dewleta tirk têkiliyên xwe li ser bingeha bihêzkirina aliyê leşkerî, xurtkirina qada aborî û mezinkirina desthilatdariya li herêman, berfireh dike. Li rex hebûna Tirkan a di Sûriye, Iraq û Lîbyayê de dewleta tirk di dema ku Azerbaycanê gelek deverên Ermenistanê bi dest xist, desthilatdariya xwe berfirehtir kir. Girêdayî heman mijarê Yunanistanê ragihand ku di navbera wê û Tirkiyeyê de nîqaş li ser ji nû ve sazkirina sînorên di navbera herdu welatan de çêbûne. Her wiha hewldanên dewleta tirk ên bihêzkirina xwe di nava dewletên navneteweyî de weke Ewropa û Rûsya li ber çavan e. Di vê çaçoveyê de tevgera dewleta tirk a siyasî, dîblomasî û leşkerî daxwaza wan a ji nû ve vegerandina desthilatdariya Osmaniyan teqez dike.
Dixwazin Osmaniyan li Kurdistanê zindî bikin
Siyaseta dewleta tirk a li Rojhilata Navîn didome, planên herî berbiçav jî di axa Kurdistanê de ne. Dewleta tirk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Efrîn, Serêkanî, Girê Spî, Bab, Cerablûs û Ezaz dagir kirin. Çand, ziman, ol, nijad û dîroka xwe li pêkhateyên ku di wan herêman de dijîn ferz dike. Guhertinên demografîk li herêman çêdike û hewl dide bike perçeyek ji axa Tirkiyeyê. Li aliyê din dewleta tirk rê li ber gelê Sûriyeyê vekiriye ku beşdarî nava refên artêşa tirk û çeteyên wî bibin, cihê xwe di nava şerê li Lîbya, Başûrê Kurdistanê, Efganistan û hwd. de bigrin. Dewleta tirk bi bihaneya hebûna Tevgera Azadiya Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê, bi sedan baregehên xwe yên leşkerî ava kirine û weke xwediyên axê tevger dike. Dewleta tirk li rex van planan rojane gefan bi dosyaya koçberan û çeteyên DAIŞ`ê li dewletên Ewropayê dixwe, da ku xwestekên Tirkiyeyê yên aborî û siyasî bi cih bînin.    
Dewleta tirk tevî sînorên di Kurdistanê de dîwarên dorpêçê jî lêdike
Di dirêjahiya dîrokê de sînorên Kurdistanê rastî gelek alozî û êrîşan hatine. Ev sînor deriyê dagirkeriya Osmaniyan ji gelek welatên Ereban re ye û deriyê bi dawîbûna desthilatdariya Osmaniyan bû. Sînor piştî hevpeymana Skays-Pikot hat sazkirin û heta vê rojê jî weke xwe maye. Di nava van salên aloziya Sûriyeyê de, dewleta tirk rola herî mezin di gurkirina aloziyê de dilîze. Dewleta tirk bi armanca dagirkirina axa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê her car bi bihaneyekê hebûna xwe ya di axa Sûriyeyê de zelal dike. Tirkiyeyê di 2015`an de dest bi plana avakirina dîwarê bi dirêjahiya 826 km. li ser sînorên di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de kir. Dewleta tirk zêdetirî 500 km. dîwar lêkiriye. Piştre di 2017`an dest bi lêkirina dîwaran li ser sînorê di navbera Tirkiye û Îranê de bi dirêjiya 144 km. kir. Di heman çarçoveyê de waliyê Wanê di 27'ê Tîrmehê de ragihand ku wan dest bi lêkirina dîwarê di navbera Tirkiye û Îranê de li ser tevahî xeta sînor bi dirêjahiya 295 km. kirin. Her wiha dîwar li Îdlib û Efrînê jî tên lêkirin da ku herdu dever bi temamî ji axa Sûriyeyê werin veqetandin.  
Divê gelê Kurd xwedî li vê derfeta dîrokî derkeve
Di vê pêvajoyê de êrîşên gelek dijwar li ser çarenûs û hebûna gelê Kurd hene. Heger gelê Kurd heta 2023`an yekrêziya xwe ava neke, wê dîrok careke din dubare bibe û çawa ku Osmaniyan di hevpeymana Lozanê de berdevkiya Kurdan kir û bi çarenûsa wan lîst û ew ji mafên wan dûr xist dê di sedsala 21’emîn de dewleta tirk derfeta Kurdan a dîrokî ya avakirina statuya Kurdistanê ji dest wan bigre.
Sibê: Hevpeyvîn di vê çarçoveyê de