Di xebatên civakî û leşkerî de jinên malbata Eyubiyan -3

“Bajarê Helebê 6 salan ji aliyê Dayfe Xatuna Eyûbî ve hatiye rêvebirin” Berdevka Yekîtiya Rewşembîran a bajarê Helebê Leyla Xalid behsa jêhatîbûnên Dayfe Xatûn a 6 salan bajarê Helebê bi rêve biriye dike û dibêje: "Dayfe bi jîrbûn û zanebûna xwe dihat naskirin. Gelek kar û xebatên siyasî daye meşandin. Roleke pir mezin di avakirina bajarê Helebê de lîstiye. Pir hekîm bû û zilm, zor û tundî qebûl nedikir. Rêzgirtinek mezin ji zaneyan û xizanan re digirt."

“Bajarê Helebê 6 salan ji aliyê Dayfe Xatuna Eyûbî ve hatiye rêvebirin”
Berdevka Yekîtiya Rewşembîran a bajarê Helebê Leyla Xalid behsa jêhatîbûnên Dayfe Xatûn a 6 salan bajarê Helebê bi rêve biriye dike û dibêje: "Dayfe bi jîrbûn û zanebûna xwe dihat naskirin. Gelek kar û xebatên siyasî daye meşandin. Roleke pir mezin di avakirina bajarê Helebê de lîstiye. Pir hekîm bû û zilm, zor û tundî qebûl nedikir. Rêzgirtinek mezin ji zaneyan û xizanan re digirt."
SARA ŞÊX HESEN 
Heleb-  Di demên borî de jinan pir destkefti bi dest xistine û rolek mezin di avakirin û pêşxistina bajaran lîstine her wiha gelek bajar jî birêve birine, lê navê wan di dîrokê de nehatiye nivîsandin û mêran destkeftinên wan ji destê wan girtine û li ser navê xwe nivîsandine. Li gelek deverên cîhanê jinan herêmên mezin bi rêve birine, bi pêş xistine û xwe îsbat kirine. Yek ji wan jinan jî Dayfa Xatûn e ku 6 salan rêvebertiya bajarê Helebê kir ye. 
Dayfe Xatûn kesayetek kurd e. Di sala 1186'an de li Helebê di nav malbatek e navdar de ji dayîk bû ye. Hemû endamên malbata wê, ji bavê wê bigire heyanî hevjîn û neviyên wê mîr û qiral bûn. Bavê wê Adêl mîrê Misirê û Şamê bû her wiha birayê Salah El-Dîn El-Eyûbî bû. Dayfa dapîra hemû jinên Helebê ye. Di dema rêvebertiya xwe de gelek kar û xebatên siyasî daye meşandin. Bi jîrbûn û zanebûna xwe dihat naskirin. Di heman demê de ew helbestvan û nivîskar bû. Di dema rêvebertiya xwe de têkiliyê wê bi mîrên derdor re xurt bû û weke şêwermendekê lê dihat meyze kirin. Ji aliyê gel ve pir dihat hizkirin. Roleke pir mezin di avakirina bajarê Helebê de lîstiye. Navê wê li gelek taxên Helebê hatiye kirin.  
"Dayfa pir hekîm bû û zilm, zor û tundî qebûl nedikir"
Berdevka Yekîtiya Rewşenbîran a bajarê Helebê Leyla Xalid behsa Dayfa Xatûn kir û wiha got: "Em dixwazin her dem navê jinan bidin pêş ji ber ku di demên borî de gelek jinên bi nav û deng hebûn lê navê wan di dîrokê de nehatiye nivîsandin. Divê em lêkolînên xwe hîntir bi pêş bixin da ku em van jinan nas bikin û navê wan derxin pêş. Yek ji wan jinan jî mîr Dayfe Xatûn a di serdema Eyûbiyan de jiyaye û ji malbata Eyûbiyan bû. Jinên Eyûbî rolek girîn di pêşketina ziman, helbest û belavkirina zanînê de lîstine, her wiha ji bo vê yekê gelek xebat mîna vekirina dibistan û peymangehan dane meşandin. Dayfa li Keleha Helebê ji dayik bû ye û jiyana xwe bi giştî li wir derbas kir ye. Ew û 16 xuşik û birayên xwe hemû mîr bûn di asta padîşiyê de bûn û her yeke ji wan mîrê herêmekê bû. Malbata wê malbatek oldar bû. Dayfe di rêberbertiya xwe de biryarên herî baş distend, pir hekîm bû û zilm, zor û tundî qebûl nedikir. Rêzgirtinek mezin ji zaneyan û xizanan re digirt."
"Heleb rastî gelek êrîşan hat lê jina kurd Dayfe di hemû şeran de bi ser ket"
Leyla bi van gotinan li ser kar û xebatê Dayfe Xatûn axivî û wiha got: “Di temenê 50'î salî de Dayfe rêvebertiya Helebê kir, ji ber ku wê demê temenê neviyê wê 7 sal bû. Rolek mezin di pêşketina zanistê de lîstiye. Pir girîngî dida zanyaran û kesên oldar. Du dibistan ava kir yek  biranşên zanista şerîa tê de dihat dayîn û navê wê firdos bû ku tê wateya bihuştê û ya din branşên zanyarî bi taybet zanyariya gerdûnî tê de dihat dayîn û navê wê Bixaniqa El-Frafire tê wateya mal bi zimanê farisî. Di dibistanên xwe de rêbazek e xweş dida pêş û hewil dida ku her dem şagirt baş fêr bibin û mamoste baş bi karê xwe rabin. Di wan 6 salên ku Dayfe rêveberiya Helebê dikir, Heleb rastî gelek êrîşan ji hêla Selaçiqa, Xewarizmî û Mexol hat, lê jina kurd Dayfe di hemû şeran de bi ser ketiye. Dayfe di 25 saliya xwe de bi mîr Zahêr re zewicî bû, şahiya zewaca wê du mehan berdewam kir, hemû kolanên Helebê hatin xemlandin û xwarinên herî xweş li her kesê xizan û ne xizan hat belav kirin." 
"Ji ber xema wê 3 rojan deriyê keleha Helebê girtî ma"
Leyla xemgîniya gelê Helebê li ser mirina Dayfe anî ziman û wiha berdewam kir: "Deyfa Xatûn şêwirmenda Hemû mîrên Eyûbî yên li Misir, Şam, Mûsil û Humisê bû. Herêmên ku ketine bi rêvebertiya wê Heran, Siroj, Riha, Reqa û Serêkaniyê bûn. Nexweşiyek di gedeyê wê de çê bû û ji ber vê nexweşiyê di sala 1942'an de di 59 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Ji ber xema wê deriyê keleha Helebê 3 rojan girtî ma. Li kelehê nêzî gora bavê wê, wê spartin axê. Piştî mirina wê, neviyê wê di temenê 13 salî de bû mîrê bajar."
"Jina kurd bû mînakek ji hemû jinên cîhanê re û mohra xwe li dîrokê xist"
Leyla bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Dayfe ji me re da xuyakirin ku ji demên borî ve û heya roja îro jin berxwe didin, xwe pêş dixin, teslîmkariyê qet qebûl nakin û li hember fikra desthilatdar ku dixwaze rola jinê tune bike derdikevin. Divê em lêkolînên xwe zêdetir bikin da ku em dîroka xwe bêtir nas bikin. Nenîvîsandin û jibîrkirina rola jinan di dîrokê de ne tenê dibe pirsgirêka jina, dibe pirsgirêka civakê bi giştî. Tunekirina rola jinan di dîrokê de civakê bi paş dixe. Çîroka Dayfe ji me re da xuya kirin ku gelek tişt bi destê jinê hatine pêşxitin. Divê em her dem rola jinê bidin pêş û piştgiriya wê bikin da ku em bikaribin pirsgirêkê civakê çareser bikin. Ger tu bixwazî asta pêşketina civakekê bizanibe, tu yê li asta pêşketina jinên wê civakê meyze bike. Di civaka me ya kurd de jin bû ye sembolek û pêşengitiyê siyasî û leşgerî dike. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Jina kurd bû mînakek ji hemû jinên cîhanê re û mohra xwe li dîrokê xist."
Bi dawî bû