Li Suriyeyê di navbera 2011 û 2024’an de 30 hezar û 293 zarok hatine qetilkirin

Rêvebera Nivîsgeha Parastina Zarokan Nûdem Şero ragihand ku hejmara zarokên ji Adara 2011'an heta Mijdara 2024'an hatine qetilkirin, gihîştiye 30 hezar û 293’yan û banga bihîstyariyê li UNICEF’ê kir.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Piştî salên dirêj ên şer li Sûriyeyê zarok krîzên mirovî û jiyanî yên giran dikşînin. Nêzî 7 milyon û nîv zarok bi lezgînî hewcedarê alîkariya mirovî ne. Li gorî raporên hiqûqî jî zêdetirî 2 milyon û nîv zarok ji ber xizaniya berfireh, keda zarokan û xetereyên bermahiyên şer ji dibistanê bêpar in.

Ne tenê ev, zarokên keç li Sûriyeyê di xetertirîn rewşê de dijîn; ji bilî koçberiyê, bêparhiştina ji mafên perwerdeyê, tenduristî û lênêrîneke baş, vê carê rastî destdirêjiya zayendî û îstîsmarê tên.

Jiyana keçan li Sûriyeyê di xetereke cidî de ye; zewaca di temenê biçûk de, zewaca bi darê zorê û hiştina bê parastin, pêwîstiya parastina wan careke din bi awayekî xurttir bibîr dixe ku divê li ser maseyên hiqûqnas û malbatan were guftûgokirin.

Çend ji sûcên herî berbiçav ên li Sûriyeyê:

Kuştina Xela Xemîs El-Salih a 3 salî, ku li gundewarê rojhilatê Dêrazorê hate xeniqandin.

Nûr a li Derayê, ku apê wê destdirêjî lê kiriye û hat kuştin.

Fereh El-Hemûd a ku hê emrê wê du sal û nîv e, dîsa bi destdirêjiyek ku di heman demê de hatiye kirin, can daye.

Li ser rewşa zarokan û krîzên aborî û mirovî yên ku pê re rûbirû dimînin, Rêvebera Nivîsgeha Parastina Zarokan a Desteya Jinê ya li Rojavayê Kurdistanê Nûdem Şero ji ajansa me re axivî.

‘Em nikarin li Sûriyeyê pêşî li destdirêjiya li ser zarokan bigirin’

Nûdem destnîşan kir ku qetilkirina zarokan li Sûriyeyê zêde bûye, ya zarokên keç zêdetir dibe û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Nivîsgeha Parastina Zarokan a Desteya Jinê li Rojavayê Kurdistanê, ji bo parastina zarokan û hembêzkirina wan gelek xebatên bi nirx dike. Lê li ser asta Sûriyeyê em nikarin destdirêjiya li ser zarokan qedexe bikin an jî pêşî li ber bigirin û qetilkirina wan rawestînin. Zarok rûbirûyî gelek binpêkirin û sûcan tên; ji wan destdirêjiya zayendî, îstîsmar, qetilkirina tevî tundiya malbatî hene. Yek ji sedemên wê jî carnan xwe dispêrin koçberiya di dema şer de. Ji ber vê yekê, yên di şeran de herî lawaz in û ziyanên herî zêde dibînin jin û zarok in, ev pir eşkere ye. Zilma herî mezin li zarokan dibe û ev rastî nayê veşartin jî, ji ber ku ew rastî gelek binpêkirinan tên. Ev dide nîşandan ku mafê zarokan nayê parastin.”

‘Pêşî li gihandina zarokan a ji bo mafên wan tê girtin’

Nûdem da zanîn ku tenduristiya psîkolojîk a zarokan her wiha tenduristiya wan a bedenî jî zirarê dibîne. Nûdem, hewldanên xwe yên xwegihandina zarokên ku ji ber şer û qeyranan ziyanê dibînin, bi vî rengî anî ziman: “Dema bûyerên destdirêjiya li ser mafê zarokan û qetilkirina wan çêdibe, em hewl didin xwe bighînin malbatên wan û bibin alîkar. Lê belê hewldanên me bê encam dibin. Sedem jî ew e ku hûrguliyên van sûcan tên veşartin û rê nayê dayîn ku zarok bighêje mafê xwe; ya ku pêşî li vê jî digre malbat, civak û dewlet e. Ji ber ku kujer û sûcdar jî nayên cezakirin û dadgehên li Sûriyeyê jî dadperweriyê pêk naynin. Bi vî rengî mafê zarokan tê xwarin, zarok bi xwe winda dibin û careke din tên kuştin.”

Ji Adara 2011'an heta Mijdara 2024'an 30 hezar û 293 zarok hatine qetilkirin

Nûdem got ku ya herî biêş dîtina hejmara zarokên ku ji Adara 2011'an heta Mijdara 2024'an hatine qetilkirin e, ya ku gihîştiye 30 hezar û 293 zarokên ku bi awayekî hovane hatine îstîsmarkirin û bi gelek cureyên sûcan re rûbirû mane. Nûdem axaftina xwe wiha domand: “Ev ne hejmareke ji rêzê ye, divê hejmareke wiha mezin normal neyê dîtin û pêwîst e girîngiyek bo wê bê veqetandin. Bingeha cîhanê ji zaroktiyê dest pê dike; ji lewra mafê kê jî neyê parastin, divê mafê zarokan bê parastin. Ev yek ji nivîsgeha parastina zarokan bigre heta civak, sazî û dezgehên hiqûqî yên zarokan, dadwerî, hikûmet û heta saziyên sivîl jî tê xwestin. Her kes divê xwe berpirsyarê parastina van zarokan û hembêzkirina wan bibîne; mafê jiyanê ku mafê herî girîng û bingehîn ê mirovan e  ji zarokan re pêşkêş bike, her wiha mafê wan ê jiyanê, tenduristiyê, perwerdehiyê û pêşeroja wan jî garantî bike.”

‘Zaroka 3 salî ku tenê di bîra av û xwarinê de ye, çawa destdirêjiyê lê dikin û wê dikujin?

Nûdem da xuya kirin ku di demekê de ku Sûriye di qonaxeke veguhêz re derbas dibe, zarok bi krîzên mirovî û ewlehiyê yên herî xeternak re rûbirû ne û wiha pê de çû: “Ev kêmasiya dewleta heyî ye; ji ber ku dadgeh û pisporên ku bi awayekî zagonî mafê zarokan biparêzin tune ne. Ji ber wê ye ku pêşî li tundî, îstîsmar û kuştinê nayê girtin û kujerên ku van sûcan dikin nayên cezakirin û hesab nayê pirsîn. Zarokeke 3 salî ku tenê di bîra av û xwarinê de ye, çawa destdirêjiyê lê dikin û wê dikujin? Di ser vî sûcî re jî mafê vê zarokê nayê parastin. Hewcedarî heye ku hikûmeta heyî li Sûriyeyê bi awayekî lezgîn û cidî li ser binpêkirinên li dijî zarokan raweste. Li Sûriyeyê di qanûnan de mafê zarokan heye, lê bi awayekî pratîkî li ser rûyê erdê nayê pêkanîn. Em nikarin bêjin ku 2 ji sedî mafê zarokan li Sûriyeyê tê parastin. Ji bilî îstîsmar û kuştina zarokan, li ser tundiya navmalî jî nayê rawestandin.”

‘Nivîsgeh bi tena serê xwe nikare’

Nûdem zehmetiyên çareserkirina vê dozê wiha anî ziman: “Ger saziyên ewlehî û dadweriyê alîkariya pêwîst pêşkêş nekin da ku em bi hev re sûcdaran ceza bikin, nivîsgeh jî bi tena serê xwe nikare mafê zaroka ku rastî destdirêjiya zayendî hatiye biparêze. Zarok li hemû parêzgehên Sûriyeyê bê îstîsna mafê xwe yê perwerdehiyê bi dest naxin û em nikarin di astên bilind de jî binirxînin, ji ber ku gelekî qels e. Zarokên li gundan û deverên dûr ku her dem hatine paşguhkirin û xizmet bo wan nayê pêşkêşkirin, mafê xwe yê perwerdehî û tenduristiyê, heta tenduristiya wan a psîkolojîk jî bi dest naxin. Zarok yan bi tena serê xwe mezin dibin û saxlem dimînin, yan jî di nexweşiyê de dimînin heta ku jiyana xwe ji dest didin.”

‘Divê UNICEF ne tenê daneyan ragihîne’

Nûdem bal kişand ser çend xalên ku xizmeta zarokan dikin û wiha domand: “Destpêkê divê xebat ji bo başkirina derûniya zarokan bê kirin; ev yek li dibistanan, navendên tendurustiyê, saziyan, pêşdibistanan û heta li stargehan jî pêwîst e. Ji ber ku zarokên li seranserê Sûriyeyê, mafê wan heye ku bi derûniyeke baş bijîn. Ya din, divê UNICEF ne tenê daneyan ragihîne ku çend zarok hatine kuştin, îstîsmarkirin û revandin. Em li vir encaman û çareseriyan dixwazin da ku pêşî li van binpêkirinan bigirin. Ji lewra nivîsgeha me bi tena xwe têr nake; pêwîstî bi saziyên pêwendîdar heye ku em dest bidin hev û ji bo pêşîlêgirtinê xebateke hevbeş bikin. Her wiha ji Sûriyeyê jî tê xwestin ku saziyên xwe yên ewlehî û dadwerî aktîv bike. Ji ber ku di her alî de krîzeke giran tê jiyankirin.”

‘Bi hikûmetê re nebin hevkar’

Nûdem ji bo malbatên zarokên keç ku rastî bûyerên destdirêjiyê hatine, ev bang kir: “Hemû malbatên ku mafê zaroka/ê wan hatiye binpêkirin, bila dengê xwe ji bo pêkanîna edaletê û cezakirina sûcdaran bilind bikin. Bila bêjin ku ew di dewletekê de ne ku mafê zaroka wan nayê parastin, tê îstismarkirin û destdirêjiya zayendî lê dibe. Mixabin, têgihiştina civakî kêm e û pêdiviya malbatan bi hişyariyê heye ku daxwaza mafên keça xwe ya 3 salî ya ku rastî destdirêjiya zayendî hatiye bikin û dengê xwe bilind bikin. Ne ku bibin alîkarê dewletê û sûc veşêrin, bi gotinên wekî 'ev skandal e, şerm e' an jî 'civak dê ji bo min çi bêje û ez ê çawa derkevim pêşberî civakê'. Bêdengî û piştgiriya malbatê ya bi dewletê re di veşartina sûcên li ser zarokên wan de; kuştina zarokan, destdirêjiya li ser zarokên keç, bêparhêziya ji mafê perwerdehiyê û di nezaniyê de hiştinê zêde dike. Yan jî bila malbat derkevin û bêjin ku ew di dewletekê de ne ku tenê bi nav dewlet e lê qanûn lê nayên sepandin. Derfetên medyayî yan jî rêyên qanûnî çi ne, bila bi dest bixin û sûcên heyî eşkere bikin.”

Zarokên nû tên dinyayê…

Nûdemê di dawiyê de ragihand ku zarokên ku nû tên dinyayê û li ser rêyan, li ber çopan an jî li ber deriyên mizgeftan tên avêtin hene û wiha got: “Sedemên vê pir in; lê carnan pirsgirêkên malbatî, xizantî, bêaramiya aborî ya li Sûriyeyê û zarokên ku derveyî zewacê ji her du aliyan çêdibin, sedemên sereke ne. Lê li Sûriyeyê mijarek wekî zarokgirtinê û xwedîkirinê tune ye, yan malbatek xwedî lê derdikeve an jî mala sêwiyan wan digre û dadger çarenûsa wan diyar dike. Cûdahiya di navbera xwedîderketina buroya me ya li zarokên wiha li Rojavayê Kurdistanê û mûameleya hikûmetê ya li zarokên parêzgehên xwe de pir e. Ji lewra zarokên li Sûriyeyê yan li parkan an jî li kolanan mezin dibin, bi vî rengî bêtir rûbirûyê destdirêjiya zayendî, revandin, kuştin, bazirganiya organan û fêrbûna bikaranîna madeyên hişber dibin. Pêwîst e ku hikûmeta heyî lênêrîna demkî ji bo wan zarokan mîsoger bike û pêşerojeke baştir ji bo wan xêz bike; ne ku zarok li kolanan mezin bibin û ziyaneke mezin bighêje wan.”