Di êrîşa RSF’ê ya li dijî Sûdanê de zêdetirê 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF), êrîşî herêma Um Arada ya li eyaleta Kordofana Bakur kir. Li gorî raporên destpêkê, di êrîşê de zêdetirî 14 sivîl hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Navenda Nûçeyan – Li Sûdanê pevçûnên di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de ji Nîsana 2023’an û vir ve berdewam dikin. Di encama van pevçûnan de bi deh hezaran kes mirin û bi milyonan kes ji cih û warên xwe bûne. Pevçûn li herêmên Darfur, Kordofan û Nîla Şîn jî belav dibe. Rexneyên li ser bêdengiya navneteweyî û nebûna tedbîrên bi bandor a ji bo rawestandina karesata mirovî, berdewam dikin.
Di êrîşê de zêdetirî 14 silîl hatine kuştin
Komîteya Hiqûqnasên Rewşa Awarte, di daxuyaniya xwe ya 14’ê Tebaxê de ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn êrîşî herêma Um Arada ya li başûr rojavayê El-Obeid a paytexta eyaleya Kordofana Bakur kirin. Li gorî agahiyên destpêkê, di êrîşê de zêdetirî 14 sivîl hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Komîteyê her wiha, diyar kir ku piştî êrîşê, li herêmê koçberiyek girseyî ya sivîlan dest pê kir û di nava gel de tirs serdest bû. Komîteyê, destnîşan kir ku êrîş şert û mercên mirovî yên li herêmê xirabtir kir.
Daxuyaniyê destnîşan kir ku êrîş di dema operasyonên leşkerî yên berdewam de li eyaleta Kordofana Bakur pêk hatiye. Her wiha hate diyar kirin ku berdewamkirina şer a li deverên dorpêçkirî û gihîştina xizmetên bingehîn sînordar de, qeyrana mirovî kûrtir dike.
Bang rawestandina êrîşên li dijî sivîlan
Komîteyê, êrîş şermezar kir û di mijara hedef girtin, zirar dîtin û koçberbûna sivîlan de hişyariyan da. Di daxuyaniyê de ji Hêzên Piştgiriya Lezgîn û hemû aliyên şer hate xwestin ku tavilê êrîşên li dijî sivîlan rawestînin.
Her wiha komîteyê, ji hemû aliyan xwest ku ji bo pêşîgirtina zirar dîtina sivîlan hemû tedbîrên pêwîst bigirin û rê bidin ku alîkariya mirovî bi awayekî lezgîn, ewle û bêasteng ji kesên hewcedar, birîndar û koçberan re were gihandin.
Li herêmên Darfûr, Kordofan û Nîla Şînê tundbûna pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de zêde dibe.
Her çiqas şer û pevçûnên li sê parêzgehên Kordofanê ji Cotmeha 2025’an û vir ve berdewam dikin jî, di encama şerê ku di Nîsana 2023’an de destpêkir bi deh hezaran kes hatin kuştin û li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî, nêzî 13 milyon kes ji cih û warên xwe bûn.