Li Şengalê salvegera 12’emîn a komkujiya Koço hat şermezarkirin
Li gundê Koço yê Şengalê, ji bo şehîdên komkujiya 15'ê Tebaxa 2014'an merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Tevî ku 12 sal di ser komkujiya DAIŞ'ê re derbas bûne jî, beşdaran bal kişandin ser wê yekê ku hîna hestûyên piranîya qurbaniyan nehatine vegerandin
Şengal – Îro li gundê Koço ya ser bi Şengalê ve bi beşdariya xelk, parlementerên Êzidî, endamên partiyên siyasî, Bavê Şêx, Bavê Çawîş gelek kesayet beşdarî merasîma komkujiya Koço ku di 15’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hatibû, bûn.
Merasîma ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir û bi peyamên girîng berdewam kir. Di peyaman de hate ser ziman ku ev komkujî ji ber ol û baweriya resen a Êzidiyan bi serê wan de hatiye. Dîsa di axaftinan de hate gotin ku xelkê vê derê ji ber ku ji baweriya xwe parastine hatine qetilkirin. Ji bo carek din fermanek wisa neyê serê Êzidiyan bahsa girîngiya yekrêziya êzidiyan hate kirin.
Piştî axaftinan sînevîzyonek di derbarê komkujiya Koço hate pêşandan. Di berdewamiya merasîmê de gel berê xwe da goristanê û sardana şehîdên xwe kirin.
’Bila her rojek ji me re nekin 3’ê yan jî 15’ê Tebaxê’
Exlas Şengalî ku ji gundê Hirdanê ye beşdarî merasîma Koço bû û got: “Îro em ji bo bîranîna Koço ku ser re 12 sal derbas bûye amade ne. Di 15’ê Tebaxê de komkujî li vê derê pêk hat. Tevî 12 sal di ser fermanê re derbas bû lê ji bo civaka Êzidî heta niha tiştek nehatiye kirin. Hê jî hestûyên şehîdên me li Bexdadê ne. Daxwaza me ew e ku hestuyên kesûkarê me li me vegerînin, ne ku her roj ji me re bikin 3’ê Tebaxê, yan jî 15’ê Tebaxê. Qet nebe em goreke wan çêbikin da ku di cejnan de bikaribin biçin sardana wan bikin.”
’Daxwaza me ew e ku êsîrên di destê DAIŞ’ê de li malbatên xwe vegerin’
Cozê Êzidî jî ji Almanya ji bo sardana şehîdên xwe hatiye gundê Koço û dibêje: “Xaltîka min, jinxala min û zarokên wê hemû ketin destê DAIŞ’ê. Ji 6 xalên min tenê yek rizgar bû. Ev gorên vê sirê hemû xalên min, kurên wan in. Ev gora li pişt min jî hevjîna xalekî min e. Min bi xwe jî piştî fermanê koç kir.”
Cozê anî ser ziman ku komkujiya heyî ji bo wan gelekî zehmet e û her roj ji bo wan dibe 15’ê Tebaxê. Daxwaza me ew e ku hestûyên me li me vegerin, dîsa ew êsîrên di destê DAIŞ’ê de vegerînin.”
’Di van 12 salan de heq û hûqûqa Êzidiyan nehatiye naskirin’
Samya Şingalî ku yek ji aktîvîsta mafên Êzidiyan e got: “ev 12 sal in ser bi komkujiya Koço re derbas dibe. Ji bo me gelek zahmet e. Ew Êzidiyên ku jiyana xwe ya asayî dijiyan, zarokên diçûn dibistanan îro bi vê qebristanê de ne. hestûyên gelek ji wan jî ne diyar in. Îro em çiqas bahsa hovîtiya heyî bikin jî em ê nikaribin bînin ser ziman. Heta niha jî nêzî 2 hezar jin dîlgirtî ne. Ev bi xwe fermaneke daîmî ya li ser Êzidiyan. Her çiqas ev komkujî bi serê Êzidiyên me yên Koço hatibe jî, gelek jinên Êzidî çek rakirin û li hember DAIŞ’ê li ber xwe jî dan. Jinên Êzidî tu carî ji dijminan re serî natewîne. Di van 12 salan de heq û hûqûqa Êzidiyan nehatiye naskirin. Hê jî gorên komî yên nehatine vekirine hene. Heta niha çar rêveberiyên Iraqê hatine gûhertin lê yek ji wan jî nekariye xwedî li heqê Êzidiyan derkevin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Samya Şengalî anî ser ziman ku Êzidiyên li Koço jiyan dikirin tenê ji ber bawerî û nasnameya xwe hatine hedef girtin û got: “tenê ji ber gotin em nasnameya xwe nagûherin, nabin misilman hatin qetilkirin. Em ê jî li hûkûmeta nû ya Iraqê mêze bikin bê ka wê çawa nêzî doza Êzidiyan bibe.”
Li gundê Koço çi qewimîbû?
Komkujiya Koço, di 15’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve li gundê Koço yê ku dikeve başûrê çiyayê Şengalê li dijî Êzidiyan pêk hat. Di vê komkujiyê de bi sedan mêr û xort hatin qetilkirin, jin û zarok hatin revandin û weke kole hatin kirîn û firotin. Ev êrîş dibe beşek ji qirkirina mezin a Êzidiyan. Di encamê de zêdetirî 400 zilam û xortên gund piştî ku ji jin û zarokan hatin veqetandin, bi komî hatin gulebarankirin û avêtin gorên komî. Bi hezaran jin û zarok jî hatin dîlgirtin û revandin. Gelek jin di bazarên koledariyê de hatin firotin.
Piştî rizgarkirina herêmê, gelek gorên komî li gundê Koço hatin dîtin û cenazeyên şehîdan piştî salan bi merasîman hatin veşartin.