Li Îranê zexta li ser jiyana rojane û siyaseta zextê -GOTAR
HOZEMÎ MEHCÛB
Li Îranê nakokî êdî ne tenê bi tiştên ku li kolanan an li pişt dîwaran diqewimin tên pîvandin. Belkî ew hûrguliyên jiyana rojane, ji lensa rojnamevanek bigre heya kafeyekê ku ciwan lê dicivin, klûbeke werzîşê ya jinan û postekî medyaya civakî jî dagirtî ye.
Her ku qada manevrayê ya rayedaran teng dibe, ew zexta xwe li ser civakê zêde dikin û hewl didin ku her rêyekê bigirin ku dengekî nerazî dikare jê derkeve holê an jî cihekî serbixwe ji bo civakê lê bê afirandin.
Doza Yalda Mûîrî û peyama tirsê
Di vê çarçoveyê de, doza wênekêşa Îranî Yalda Mûîrî aliyekî balkêş ê rewşê eşkere dike. Di 9’ê Tebaxê de, ew bi 15 sal cezayê girtîgehê hate cezakirin. Amûr û telefona wê hatin desteserkirin û ji her çalakiyeke çandî an hunerî, girtina postên giştî û weşandina li ser medyaya civakî hate qedexekirin.
Li gorî biryarê, sûcdariyên li dijî wê, di çarçoveya şer de bi hevkariya bi dezgehên medyaya biyanî re bi armanca "xurtkirina rejîma Siyonîst û Dewletên Yekbûyî" ve hatine girêdan. Lê belê, ev doz bi encamên xwe yên dûr û dirêj ve ne tenê li ser Yalda Mûîrî ye, ew wekî peyamekê ji bo rojnamevan, hunermend û hemû dengên serbixwe xuya dike. Her çend kamerayek dikare li dijî wê wekî delîl were dîtin jî, hevpeyvînek dikare bibe sûc û weşandina wê jî dikare bisekine, di vê rewşê de bêdengî dibe vebijarka herî ewledar.
Yalda Mûîrî ne xerîbi vê rêyê ye; ew di serhildana "Jin Jiyan Azadî" ya sala 2022’yan de hate girtin û bi mehan di girtîgehê de ma. Ew diyar dike ku rûniştina wê ya dawî bi nebûna parêzer û dozger pêk hatiye û destûr nehatiye dayîn ku delîlên li dijî xwe bibîne. Tevî ku niyeta wê ya îtîrazê hebe jî, ew bêhêvîbûna xwe ya li ser şansê betalkirina biryarê tîne ziman.
Zêdebûna darvekirin û tundiyê
Lê belê, rewşa ku ew pê re rûbirû dimîne, ne tenê bûyerekî takekesî ye. Berovajî vê, ew beşek e ji çarçoveyeke berfirehtir ku tê de mekanîzmayên ewlehî û dadwerî bi hev ve hatine girêdan. Bi taybetî, di zêdebûna cezayên mirinê yên li dijî xwepêşander û girtiyên siyasî de ev yek bêtir xwe dide der.
Amnesty International radighîne ku ji destpêka sala 2026’an vir ve herî kêm 26 darvekirin li dijî kesên ku bi xwepêşandanên Çile ve girêdayî ne hatine kirin û 26’ên din jî ji ber sedemên siyasî hatine darvekirin. Berovajî vê, Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê diyar dike ku hejmara darvekirinên ji destpêka salê heta dawiya Tîrmehê gihiştiye herî kêm 444’an û agahdariya wan li ser zêdetirî 400 darvekirinên din jî heye ku ew nikarin piştrast bikin.
Ji qada giştî heta kafeyan: Tevna kontrolê
Lê amûrên kontrolê ne tenê bi girtin û darvekirinê ve sînorkirî ne; qada giştî bixwe jî hêdî hêdî ji nû ve tê şekilkirin. Xuya dike ku rayedar ne tenê kontrol dikin ka Îranî çi dibêjin, di heman demê de diyar dikin ka ew li ku derê dikarin bicivin, biaxivin û civakî bibin.
Li Tehranê, nemaze li deverên ku ciwan lê pir digerin, di hefteyên dawî de bi dehan kafe û xwaringeh ji ber binpêkirina rêziknameyên serpoşê hatine girtin. Her çiqas polîsên exlaqê li kolanan ji salên berê kêmtir xuya bikin jî, ev nayê wê wateyê ku sansûr kêm bûye; berevajî vê, ew bêtir bijartî, kêmtir eşkere û li ser hûrguliyên jiyana rojane ye.
Heta rêyên li ber kafeyan jî ji vê pevçûnê para xwe girtine. Beşên rêyên ku ciwan li ber hin kafeyan li ser rûdiniştin, piştî ku ew hatin vekirin, di şevekê de hatin xirabkirin. Her çend ev dîmen dibe ku di destpêkê de bêwate xuya bike jî, wateyekî kûr hildigre: Pevçûn êdî ne tenê li ser tiştê ku mirov dikin e, he wiha li ser mafê wan ê hebûnê û bikaranîna azad a qada giştî ye jî.
Li Yezdê jî tedbîr gihîştin qadên taybet ên jinan; çar klûbên werzîşê bi fermana polîsan bêyî ku tu ravekirineke eşkere bikin hatin girtin. Pirs ev e: Gelo rayedar hewl didin ku her cihekî ku dihêle Îranî bicivin, têkiliyê deynin û girêdanên civakî yên serbixwe ava bikin sînordar bikin?
Bêdengî û xetere
Ev hemû di demekî pir hesas de diqewimin. Danûstandinên ku armanc dikirin dawî li dijminatiya bi Dewletên Yekbûyî re bînin rawestiyane, aboriya Îranê di bin zexteke mezin de ye û rejîm ditirse ku rewşeke xirabtir dikare pêleke nû ya xwepêşandanan bide destpêkirin.
Li vir paradoksa herî berbiçav derdikeve holê: Her ku rejîm hewl dide ku rêya xwepêşandanên pêşerojê asteng bike, ew qas jî şert û mercên ku bi rêya tepeserkirinê teqînê mezin dikin diafirîne.
Civakek ku rojnamevan ji kişandina fîlman, hunermend ji xweîfadekirinê, jin ji hilbijartina cilên xwe, ciwan ji hevdîtina li kafeyan û mirov ji protestokirina darvekirinan tên astengkirin, dibe ku diyar xuya bike, lê ne hewce ye ku ew aştiyane be. Bêdengiyeke bi vî rengî dikare bibe perdeyek zirav ku hêrsake kûr vedişêre.
Encam
Îro Îran ne tenê rûbirûyî krîzeke ewlehiyê ye, di heman demê de bi ceribandineke kûr a têkiliya xwe ya bi civaka xwe re jî rûbirû ye. Pirsgirêk êdî ne tenê hejmara kesên ku hatine girtin an darvekirin e, di heman demê de asta ku dewlet rê dide welatiyên xwe ku nefesê bistînin, biaxivin, bicivin û nerazîbûna xwe bînin ziman e.
Desthilatdar dikarin kafeyekê bigirin, kamerayekê desteser bikin, rê li ber weşana rojnamevanekî bigirin û cezayên girtîgehê bibirin. Lê belê, ew tu carî nikarin bi hêsanî bîranînê desteser bikin, hesreta azadiyê vemirînin an jî sedemên ku mirovan ber bi xwepêşandanan ve dibin ji holê rakin.
Ji ber vê yekê, pirsa herî girîng a li ser dîmena Îranê ev e: Dewlet heta kengî dikare vê bêdengiya bi zorê biparêze berî ku veguhere hêzeke bêkontrol?
*Ronamevana Tûnisî