Parêzvan Şede Beşîr bang kir: Bila jiyana jinan tenê di daneyên kuştinê de nemîne

Parêzvana mafên jinan Şede Beşîr li ser zêdebûna qetlîamên jinan ên li Başûrê Kurdistanê axivî, bal kişand ser bêdengiya saziyên têkildar û banga têkoşînek hevpar û xurtir kir.

Navenda Nûçeyan – Parêzvana mafên jinan Şede Beşîr, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal der barê zêdebûna qetlîamên jinan ên li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da.

Şede Beşîr, diyar kir tabloya ku li herêmê der barê qetlîamên jinan de derdikeve holê dibe sedema fikarên cidî û da zanîn rewşa herî xemgîn ew e ku saziyên têkildar li dijî tiştên ku diqewimin gavên têrker na avêjin. Şede Beşîr, tekez kir ku ji bo pêşî girtina qetlîamên jinan divê zexta civakî ya li ser aliyên berpirsiyar bê zêdekirin.

Banga têkoşîna hevpar

Şede Beşîr, diyar kir ku ji bo bidawîanîna gefên kujerde yên li dijî jinan, divê nerîn û beşên cuda yên civakê li ser bingehek hevpar werin cem hev û bal kişand ser girîngiya hişyarkirina raya giştî. Şede Beşîr, destnîşan kir ku divê qetlîamên jinan nebin nûçeyên asayî ku tenê çend rojan di rojevê de dimînin û piştre tên jibîrkirin û bang li beşên cuda yên civakê kir ku tevlî têkoşîna hevpar bibin.

Şede Beşîr, da zanîn ji bilî çalakvanan, divê rojnamevan, hunermend, rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sivîl di vê têkoşînê de dengek xurttir ava bikin û tekez kir ku pêwîste jiyana jinan tenê di daneyan de xuya nebe.