Jinên çalakvan ên Îranî ji bo bi hêz kirina jinan di qada siyasî de"Şewra Şoreşa Jinan" ava kirin
Komek jinên çalakvan ên Îranî bi armanca xurtkirina hêza siyasî ya jinan û misogerkirina tevlîbûna wan di biryargirtinê de, “Şewra Şoreşa Jinan” a demokratîk, pirreng û fêmînîst ava kirin.
Navenda Nûçeyan – Komek ji jinên çalakvan ên Îranî ku di qadên siyasî, sivîl, çapemenî, mafên jinan û mafên mirovan de têdikoşin, bi armanca xurtkirina hêza siyasî ya jinan û veguherandina tevlîbûna wan a di nava tevgerên civakî de bo nava mekanîzmayên biryargirtinê yên siyasî bûye yek û "Şewra Şoreşa Jinan" ava kir.
Şewra Şoreşa Jinan, di daxuyaniya xwe ya damezrandinê de ku îro weşand, xwe wekî toreke “demokratîk, pirreng, vegirker û fêmînîst” pênase kir. Konseyê diyar kir ku yek ji armancên wê yên sereke ew e ku hêza siyasî ya jinan xurt bike û jin di qadên giştî û siyasî yên Îranê de bi rengekî serbixwe û biryardar xwe birêxistin bikin.
Endamên Şêwirê destnîşan dikin ku jinên Îranî bi dehsalan e li dijî Komara Îslamî ya Îranê, li dijî cudakariya zayendî û têkiliyên serdest ên zilamsalarî di refên pêş ên têkoşînê de cih girtine, lê belê vê rola wan a navendî hîn nebûye parvekirinek rastîn a di nava avahiyên rêveberî û pêvajoyên biryargirtinê de. Li gorî wan, avabûna vê torê hewldanek e ji bo girtina valahiya di navbera tevlîbûna berfireh a jinan a di nava tevgerên civakî de û gihîştina wan a sînorkirî ya bi hêza siyasî re.
Pêşengên damezirîner û şêwirmendên şewrê
Şewra Şoreşa Jinan bi pêşengiya pênc endamên damezirîner di 2’ê Nîsana 2026’an de dest bi xebatên xwe kir. Navên van jinan ev in: Samanex Soadî, Senam Dewletşahî, Mîna Xanî, Naîmeh Dostdar û Yasemîn Fehabad.
Damezirînerên Şewra Şoreşa Jinan ji Iran International re li ser armanc û avakirina vê şêwirê axivîne. Mîna Xanî ya ku yek ji damezirînerên Şewrê ye û derbarê pêwîstiya avabûna vê torê de wiha dibêje:
“Sedema avabûna Şewra Şoreşa Jinan ew valahiya di navbera têkoşîn û tevlîbûna berfireh a jinan a di nava civakê de û hebûna wan a gelekî sînorkirî ya di nava mekanîzmayên rêvebirinê de û biryargirtina siyasî de ye.”
Xanî bal kişand ser rola jinan a di tevgera “Jin Jiyan Azadî” de û got ku ev tevlîbûna civakî hîn nebûye hêza siyasî ya rêxistinbûyî. Li gorî Xanî, jin di gelek avahî û tifaqên ku derbarê paşeroja Îranê de biryaran digirin de cih nagirin an jî hebûna wan tenê di asta sembolîk de dimîne. Xanî diyar kir ku armanca avakirina Şewrê ew e ku bi rêya rêxistinbûyîna serbixwe, jin para xwe ya rastîn a di qada siyasî ya Îranê de bi dest bixin.
Homa Hofdar, Nîreh Tohîdî, Mehrangîz Kar û Şadî Sadr jî di Şêwira Şoreşa Jinan de wekî şêwirmend cih digirin. Di dema damezrandinê de 14 jinên çalakvan ên din jî tevlî Şewrê bûn.
Pirrengî û armancên siyasî yên şêwirê
Endamên Şewra Şoreşa Jinan diyar dikin ku ev avahî bi armanca anîna gel hev a nifşên cuda û ezmûnên cihêreng ên di nava tevgera jinan de hatiye avakirin. Endamên torê di qadên wekî çalakiya siyasî û sivîl, rojnamegerî, lêkolîn, jîngeh, mafên mirovan, mafên neteweyî û mafên LGBTI+ de xebitîne.
Lê belê pirsgirêka sereke ya li pêşiya Şewra Şoreşa Jinan ew e ku pirrengiya jinên Îranî ya di aliyê civakî, erdnîgarî, neteweyî, olî, siyasî, zayendî û zayendî-civakî de, dê çawa di nava vê avahiyê de xwe bide der.
Melîka Zar a ku yek ji endamên dema damezrandinê ye, da xuyakirin ku avahiya Şewrê ya heyî îdîa nake ku ew hemû civaka jinên pirreng ên li Îranê temsîl dike. Lê armanca me ew e ku em xwe bigihînin tevahî jinan. Bi taybetî jinên ku dengê wan di nava avahiyên siyasî de kêmtir tê bihistin, di pêvajoya mezinbûna Şewrê de bi awayekî hişmend tevlî vê avahiyê bên kirin.
Her wiha Zar diyar kir ku endamtiya Şewrê vekiriye û endamên nû dikarin tevkariyê li mezinbûna avahiyê bikin. Li gorî wê, pirrengî ji bo Şewra Şoreşa Jinan armanceke ku dikare were pîvan. Melîkayê got ku eger di pêşerojê de pêkhateya Şewra Şoreşa Jinan bi giranî çînek, erdnîgariyek an jî ezmûnek siyasî ya diyar nîşan bide, divê ev yek wekî qelsiyeke rêxistinî were dîtin.
Pênaseya "Hêza Siyasî ya Jinan"
Şewra Şoreşa Jinan damezrandina xwe wekî berdewamiya rewşa siyasî ya piştî tevgera “Jin Jiyan Azadî” pênase dike. Dirûşma bingehîn a tevgerê dispêre dirûşma Kurdî ya “Jin Jiyan Azadî”. Şewra Şoreşa Jinan destnîşan dike ku piştî ku jinan di xwepêşandanên li seranserê welat de rola xwe ya navendî lîstin, pirsgirêka bingehîn ew e ku ev ked û bîra civakî û siyasî veguherînin rêxistineke mayinde û hebûneke serbixwe ya jinan a di nava avahiyên siyasî û mekanîzmayên biryargirtinê de.
Yek ji têgehên bingehîn ên di daxuyaniya damezrandinê de “hêza siyasî ya jinan” e. Endamên Şewrê tekez dikin ku ev yek tenê bi wateya zêdebûna hejmara jinan a di nava partî û saziyên siyasî de nîne. Li gorî wan, pêwîst e jin di naskirina rojevê de, biryargirtinê, pêşengiyê, parvekirina çavkaniyan û di bandorkirina li ser polîtîka û avahiyên siyasî de xwedî derfetên rastîn bin.
Naîmeh Dostdar a ku yek ji damezirînerên Şewra Şoreşa Jinan e wiha got: “Hêza siyasî ya jinan ji bo me ne tenê zêdekirina hejmara jinan a di nava komî de ye, yan jî li gel avahiyên ku yên din ava kurin, zêdekirina çend jinan e. Ji hêza siyasî ya ku em behs dikin, armanca me kapasîteya rastîn a jinan e di diyarkirina rojevê de, biryargirtinê, pêşengiyê, parvekirina çavkaniyan û di bandorkirina li ser avahiyên siyasî de.”
Li gorî Dostdar, Şewra Şoreşa Jinan piştgiriyê dide tevlîbûna wekhev û garantîkirî ya jinan a di nava saziyên biryargirtinê û avahiyên dema veguhastinê de û pêwîst dibîne ku di van avahiyan de jin bi qasî herî kêm ji sedî 50 bên temsîlkirin. Dostdar diyar kir ku mekanîzmayên wekî kotayên zayendî-civakî dikarin ji bo bidestxistina vê wekheviyê nan şert û mercên cudakariya avahî de bibin amûrên pêwîst.
Prensîbên bingehîn û mekanîzmayên navxweyî
Endamên konseyê diyar dikin ku têgîna “şoreş” a di nav navê de jî nîşaneya pêwîstiya guhertineke kûr û kok a di navbera têkiliyên serdest ên nêrane û baviksalarî yên di desthilatdariyê de ye.
Feminîzma pirreng, demokrasiya beşdar, wekheviya zayendî-civakî, mafên mirovan, edaleta dema veguhastinê û mafên çandî û zimanî di nav nirxên bingehîn ên ku vê torê ragihandine de cih digirin. Parastina mafê jiyanê, dijberiya li hemberî cezayê darvekirinê, milîtarîzm û rexnekirina birêvebirina civakê ya bi eksena ewlehiyê jî di nava prensîbên din ên konseyê de ne.
Bi ragihandina damezrandina Şewrê ya ji bo raya giştî re, pêvajoya endamtiya jinan jî dest pê kir. Endamên Şewra Şoreşa Jinan diyar dikin ku avahiya navxweyî li ser mekanîzmayên endamtî û hilbijartinê hatiye avakirin, endamên damezirîner xwedî desthilateke daîmî an mafê vetoyê nînin.
Melîka Zar anî ziman ku meclisa endaman bingeha rewa giştî ya sazûmanî ya Şewra Şoreşa Jinan pêk tîne û komîteya koordînasyonê jî bi dengên endaman tê diyarkirin. Li gorî Zar, dê du endamên cîgir jî ji bo komîteyê bên hilbijartin; sekreter û berdevk jî ji nav endamên komîteyê bên diyarkirin. Zar tekez kir ku endamên nû jî dikarin tevlî mekanîzmayên hilbijartinê bibin û bi berfirehbûna endamtiyê re dikarin di diyarkirina pêkhateya saziyên hilbijartî û guhertina rêveberiya Şêwira Şoreşa Jinan de xwedî rol bin.
Pêşeroj û armancên stratejîk
Ragihandina damezrandina Şewra Şoreşa Jinan re, di mijara rewşa jinan de di pêvajoya destpêkirina pêvajoyeke veguhastina siyasî li Îranê de jî pirsên cuda anî rojevê. Di nava van de para jinan a di saziyên dema veguhastinê de, rola wan a di amadekirina destûrê de û tevlîbûna wan a di pêvajoyên biryargirtinê yên derbarê avahiya pêşerojê ya welêt de cih digirin.
Têkiliya Şewra Şoreşa Jinan ya bi partî, kom û tifaqên din ên siyasî re û kapasîteya wê ya veguherandina prensîbên ku ragihandiye bo nava bernameyên berbiçav jî di nav mijarên ku dikarin di pêvajoya pêş de pozîsyona vê torê diyar bikin de cih digirin.
Samanex Soadî ya ku yek ji damezirînerên Şewra Şoreşa Jinan e, serketina torê ya di sala ewil de wekî veguherandina ji toreke destpêkê ji bo naskirinek serbixwe, mayinde û bi bandor pênase dike. Soadî diyar dike ku divê saziyeke wiha karibe zêdetir jinan birêxistin bike, daxwazên siyasî pêş bixe û di zêdekirina hebûna jinan a di avahiyên biryargirtinê yên siyasî de xwedî rol be.
Her wiha Soadî bal kişand ser zêdekirina pirrengiya erdnîgarî, civakî, nifşî û siyasî ya endaman û li ser danûstandina bi partiyên siyasî, tifaq û saziyên siyasî re bi armanca veguherandina daxwazên jinan bo nava soz û guhertinên berbiçav. Soadî her wiha naskirina konseyê ya di qada navneteweyî de wekî yek ji dengên rêxistinbûyî yên jinên Îranî û çalakvanên siyasî û zêdekirina têkilî, gihîştin û hêza siyasî ya jinên Îranî wekî armancên din ên torê nîşan da.