rojane
-
Jinen Iraqî yên li kampa Holê qala zilma DAIŞ’ê kirin
Penaberên jinên Iraqî yên ne DAIŞ’î, qala zilma ku ji malbatên DAIŞ’ê dibînin kirin; “Li vir azadiya me ji me tê standin, em bûne wekî lastîkekê kengê û çawa dixwazin me bi kar tînin.”
-
Li Êlihê jin 25’ê Mijdarê bi têkoşîna li dijî qeyûman pêşwazî dikin
Jinên Êlihê ku wê 25’ê Mijdarê bi têkoşîna li dijî qeyûman pêşwazî bikin, diyar kirin ku şaredariyê tevî tifaqa mêr-dewletê jî bi ferqek mezin bi dest xistine û gotin: “Li dijî qeyûmên ku jinan dikin hedef em ê li qadan bin.”
-
Zaroka ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin, dan malbata DAIŞ’ê
Hat diyarkirin ku “Velayeta” zaroka keç a ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye revandin û piştre li Enqereyê di bin parastina dewletê de hatibû girtin, bi biryara dadgehê radestî malbateke DAIŞ'ê hatiye kirin.
-
Îranê cezayê darvekirinê da Werîşe Mûradî
Dewleta Îranê cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd û Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Warîşe Mûradî birî.
-
Rêxistin û tevgerên jinan bernameya 25’ê Mijdarê aşkere kirin
Platforma rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê rêzeçalakiyên xwe yên ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê eşkere kir.
-
Di êrişa Îsrailê li ser Lubnanê de 20 kesan jiyan xwe ji dest dan
Wezareta Tendirûstiyê ya Lubnanê diyarkir ku li gora agahiyên destpêkê di êrişa duh ya hewayî ya Îsrail li ser bajarê Baalbek-Hermel de 20 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 14 kes jî birîndar bûne.
-
Îsraîlê li Xezayê mala ku sivîl lê bi cîh bibûn topbaran kir
Îsraîlê li herêma Cibaliya el- Beled maleke koçberê sivîl lê bi cîh bibûn topbaran kir. Di encama êrişê de 15 jê zarok 36 kes jiyana xwe ji dest dan.
-
Operasyona Ewlehiya Domdar di roja 5'an de didome
Operasyona Ewlehiya Domdar a li Kampa Holê hatibû destpêkirin di roja 5’an de dewam dike.
-
Şanaz Îbrahîm: Divê zîhnyeta dîktator bê guhertin
Endama Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed der barê avkirina hikumeta nû ya Herêma Kurdistanê de got: “Divê em zihniyeta dîktatorî veguherîninin zihniyeta xizmetkirinê.”
-
18 hezar koçberên Lubnanî koçî Iraqê kirine
Berdevkê Desteya Deriyên Sînor yên Iraqê ragihand ku ji meha Îlonê ve 18 hezar koçberên Lubnanî gihiştine Iraqê.
-
Di salvegera qetilkirina rojnameger Raşa Al-Harazî de banga darizandina kiryaran
Li ser qetilkirina rojnamevana Yemenê Raşa Al- Harazî a dûcanî ku ji aliyê Husiyan hatibû hedef girtin 3 sal derbas bû. Rojnamegerên Yemenê daxwaz dikin ku kiryar bên cezakirin.
-
Îsraîl li navenda Xezayê nexweşxaneyek bombebaran kir
Di encama bombebarana Îsraîlê de li ser çadireke awareyan li nav nexweşxaneyeke Xezayê, gelek kes jiyana xwe ji dest dan û birîndarkirin û 3 rojnamevan jî birîndar bûn.
-
Jinên Ereb ên Şengalê tevli kampanyaya TAJÊ bûn
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di 5’ê Mijdarê de kampanyaya bi dirûşma ‘Li dijî şîdeta li ser jinan, Jin Jiyan Azadî’ da destpêkirin û jinên Ereb ên Şengalê bi daxuyaniyekê tevlibûna xwe ya kampanyayê ragihandin.
-
Hejmara 89’emîn a Kovara Jin derket
Hejmara 89’emîn a Kovara Jin bi berga “Azadiya xweîfadekirinê ya di bin siya sîxûrtiya bandorê de” derket pêşberî xwendevanên xwe.
-
Rojnamegerên li Rojava di bin êrişan de rastiyan radigihînin
Jinên rojnameger ên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, hewl didin kiryarên li dijî jinan li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de tên kirin, ji cîhanê re ragihînin.
-
Li Yemenê jin ne xwedî zagonek parastinê ne
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Sosyalîst a Yemenê Talat El-Ehmedî diyar kir ku bi pêvajoya pevçûnê re mafê jinan tûne hat hesibandin û banga tekoşînê kir.
-
Li Tûnisê sansura medyaya dîjîtal: Jin dibin hedef
Tûnis di van demên dawî de behsa girtina hilberînerên naverokê di medyaya dîjîtal de dike. Jin dema ku bertek nîşanî sansura medyaya dîjîtal didin, diyar dikin ku jin hedef tên girtin.
-
Di doza Narîn Guranê de biryara domandina rewşa girtî hate dayin
Di danişîna doza qetilkirina Narîn Guranê de ji bo bersûcên girtî biryara domandina rewşa girtî hate dayin.
-
Odeyên Lezgîn li Sûdanê sembola hêvî û berxwedanê ne
Di rewşa jiyanî ya zehmet û ewlekariya tevlihev de komek ji dilxwazan li Sûdanê li herêmên ku şer li wan hene dixebitin û ji bo xilaskirina welatiyan jiyana xwe dixin xeterê.
-
Operasyona ‘Ewlehiya Domdar’: 70 DAIŞ’î hatin girtin, cenazeyê jinek hat dîtin
Di 4 rojên Operasyona “Ewlehiya Domdar” de 70 DAIŞ’î hat girtin, cenazeyê jinek hatiye qetilkirin hat dîtin. Şervana YAT’ê Ekîn têkildarî operasyonê axivî û got ku ew ê ji bo parastina gelê xwe di nav liv û tevgerê de bin.