rojane
-

Li Xezayê di bin siya şer de kevneşopiya çinîna zeytûnan
Li Xezayê tîma dilxwaz a "Heyat", bi armanca zindîkirina çanda Filistînê û xurtkirina têkiliyên civakî, çalakiya çinîna zeytûnan li dar xist. Di çalakiyê de govenda kevneşopî ya dabke jî hate pêşkêş kirin.
-

Li Arjantînê ji hezaran jinan banga têkoşîna hevpar: Jin, jiyan, azadî
Peyama Tevgera Jinên Kurdistanê ya ji 39’emîn Hevdîtina Navneteweyî ya Jinan a bi beşdariya bi hezaran jinan li bajarê Córdoba yê Arjantînê dest pê kir re, bandoreke mezin kir. Jinan bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" peyama piştevaniyê û têkoşîna hevpar dan.
-

‘Bersiva herî rast li dijî êrîşan hevgirtina gelan e’
Kongra Star a bajarê Kobanê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî hewldanên derxistina fitne û dijminatiyê da û diyar kir ku bersiva herî rast li dijî van kiryaran hevgirtina gelan e.
-

Li Cîbûtîyê keştî binav bû 109 koçber mirin û 116 jî winda ne
Keştiya bi 350 koçberî ku ji Cîbûtîyê diçû Yemenê binav bû. Di karesatê de di nav de jin û zarok herî kêm 109 kesan jiyana xwe ji dest dan û lêgerîna li zêdetirî 116 kesên winda berdewam dike.
-

Li Koysancaqê mîhrîcana çandî ya Berîdan hate li dar xistin
Enstîtuya Zeyneb Xan, di çarçoveya projeyek de bi hevkariya Enstîtuya Goethe û bi koordînasyona Mîhrîcana Akademî, Atolyeya Çandî û Navenda KCAC’ê re “Mîhrîcana Çandî ya Berîdan” li dar xist.
-

Belgefîlma derhêner Pegah Ahangaranî bû namzeda Oscarê
Keyaniya Yekbûyî belgefîlma ‘Rehearsals for Revolution’ ji bo 99’emîn Xelatên Akademiyê di kategoriya fîlmên navneteweyî de nîşan da. Berhem bi dîmenên arşîvê û çîrokên kesane dîroka Îranê ya ji sala 1979’an heta îro tîne ser ekranê.
-

Li Îranê şampiyoniya Muay Thai ya jinan hat rawestandin
Di pêşbirka Ehlê Beytê ya li Qomê de, piştî ku komekê ji ber cil û bergên werzişvanan bertek nîşan da û kevir avêtin kompleksa werzîşê, maçên fînalê yên jinan bi temamî hatin betalkirin.
-

Wezareta Tendirustiyê ji bo Taizê hişyarî kir
Xizmetên tibî yên jiyan, rizgarkirin û dermankirinê, li bajarê Taizê bi xetera girtina tevahî re rûbirû ne. Ji ber ku derman, pêdiviyên tibî û sotemenî ji ber dorpêça berdewam a Hûsiyan hema bibêje li ber xilasbûnê ne.
-

Dayîka Sarir Moghan Jîla Sadiqî hat girtin
Zîla Sadiqî ku welatiyeke Baheyî ye li Esfehanê dijî û dayîka Sarir Moghan ê li Girtîgeha Dowlat-Abadê tê girtin e, hat girtin.
-

Bermahiyên şer li Sûriyeyê bûne kujerê sereke yê sivîlan
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku ji destpêka vê salê ve ji ber teqîna bermahiyên şer û cebilxaneyên neteqiyayî 263 kes hatine kuştin û 408 kes jî birîndar bûne. Di nav qurbaniyan de bi dehan zarok û jin hene.
-

Hejmara 189’an a Kovara Jinê derket
Kovara Jinê bi di hejmara xwe ya 189’emîn bi sernavê ‘Aştiya Ekolojîk û Azadiya Civakî’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
-

Devrîm Demîr: Li Rojava ji bo parastina destkeftiyên jinan têkoşîneke giran pêwîst e
Hevşaredara bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê Devrîm Demîr da zanîn ku ji bo bihêzkirin û parastina keda jinan pêwendiyên li Rojava girîng in û destnîşan kir ku divê tecrubeyên herdu parçeyan bibin yek da ku modela rêxistinbûna jinan xurtir bibe.
-

Di êrîşa li ser Kordofana Başûr de malbatek hate qetilkirin
Di encama êrîşa li dijî eyaleta Kordofana başûr a Sudanê de 3 jê zarok malbatek hate qetilkirin. Piştî bûyerê rêxistinên mafên mirovan, banga belgekirina binpêkirinan û darizandina berpirsan kirin.
-

Li Ewropayê konferansa Jineolojiyê: Dê nexşeriya Jineolojiyê bê diyarkirin
Bi dirûşma ‘Bi Jineolojiyê ber bi avakirina jiyana azad a komînal ve’ Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê tê lidarxistin. Di konferansa ku di 16-18’ê Cotmehê de li Hollandayê bê lidarxistin de, rola Jineolojiyê û tecrubeyên li Ewropayê dê bên gotûbêjkirin.
-

Tevlîbûna xebatê ya jinên Mexribe daketiye ji sedî 18.1’ê
Di navbera xewna kar û barê malê de bi boneya 10’ê Cotmehê, daneyên nû nîşan didin ku beşdariya jinên Mexribî di hêza kar de daketiye ji sedî 18.1’ê. Nebûna demjimêrên nerm û şert û mercên aborî serxwebûna wan a pîşeyî asteng dikin.
-

Dayîkên Şemiyê ji bo Mecîd Baskin çalakî pêk anîn
Dayîkên Şemiyê di hefteya xwe ya 1124’an de ji bo ku kiryarên Mecîd Baskin ku hate kuştin bên dîtin, çalakiyek pêk anîn.
-

Ji bo kişandina ceza bang li Lîda Aleksanî hat kirin
Hemwelatiya Xirîstiyan Lîda Aleksanî ya li Tehranê dijî, ji bo kişandina cezayê girtîgehê yê 8 salan bangî wê hat kirin.
-

‘Êrîşên li Hesekê provokasyonên plankirî ne’
Têkildarî aloziya li Hesekê, Kongra Star destnîşan kir ku parastina sîvîlan û kontrolkirina komên çekdar berpirsiyariya hikûmetê ye û bang li hemû pêkhate û hêzên demokratîk kir ku li dijî hewldanên pevçûnê bibin yek.
-

Jinên Hesekê: Nekevin xefika fitneyê, parastina aştiya civakî bikin
Jinên Hesekê destnîşan kirin ku Kurd, Ereb û Suryan bi salan e bi hev re dijîn û bang li civakê kirin ku nekevin bandora gotinên provokatîv. Her wiha xwestin ku parastina hevgirtina civakî bikin.
-

Li Îranê di salek de 2 hezar kes hatin darvekirin
Di nava 2 hezar û 33 kesên ku di sala borî de li Îranê hatine darvekirin de 47 jin hene. Rapora salane ya Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan jî radigihîne ku di heman heyamê de herî kêm li 16 jinan cezayê darvekirinê hatiye birîn.