Ji warê afrêneriyê kêliyên Berxwedana Serdemê 2

Li bajarê jinan ê bi xemil û xêz Efrînê pêvajoyên Şoreşê Şoreşa Rojava ya li Kobanê dest pê kir, mîna agirê azadiyê di demên pir kin de belavî Rojavayê Kurdistanê û tevahî Kurdistanê bû. Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinên Kurd dest pê kir û veguherî Şoreşa Jinê, ji tevahî gelê Kurd, jinên cîhanê û ji tevahî mirovahiyê re bû çavkaniya hêviyê.

Li bajarê jinan ê bi xemil û xêz Efrînê pêvajoyên Şoreşê 
Şoreşa Rojava ya li Kobanê dest pê kir, mîna agirê azadiyê di demên pir kin de belavî Rojavayê Kurdistanê û tevahî Kurdistanê bû. Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinên Kurd dest pê kir û veguherî Şoreşa Jinê, ji tevahî gelê Kurd, jinên cîhanê û ji tevahî mirovahiyê re bû çavkaniya hêviyê. 
SARA ŞÊX HESEN
Heleb – Dîrok 19’ê Tîrmeh 2012... Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li Kobanê mîna pêtek ji agir dest pê kir û kêlî bi kêlî mezintir bû. Li hemberî ferzkirinên netew-dewletê yên yek netew, yek ziman, yek ol û yek al; li Rojavayê Kurdistanê paradîgmaya neteweya demokratîk kêlî bi kêlî bi şoreşê re xwe bi jiyanî kir. Li aliyekî parastin û pêkanîna şoreşê, li aliyê din avakirina pergala neteweya demokratîk a xwe dispêre azadîxwaziya jinan bi hev re meşiyan. Şoreşa Rojava ya weke Şoreşa Jinê tê pênasekirin bingeha xwe ji vê rastiyê digre. Yên ku bûn pêtên agirê vê şoreşê jî jin bûn û ev şoreş bi pêşengiya jinan hat pêşxistin. Yek ji bajarên Rojavayê Kurdistanê Efrînê di vê pêvajoyê de bi pêşengiya jinan bi erka xwe ya şerê gel ê şoreşgerî rabû. Ji hemû pêkhateyên civakê pêl bi pêl herikandina şoreşê û rakirina barê şoreşê pêk hat. Lewre ev şoreş veguherî şoreşa tevahî jin û neteweyên li Rojavayê Kurdistanê û bû hêviya tevahî jinan û gelên bindest ên cîhanê. 
Dema ku şer û alozî li Sûriyeyê di sala 2011’an de bi giştî dest pê kir ku îro wekî şerê navxweyî yê Sûriyeyê tê zanîn, Kurd bi serê xwe weke xeta sêyemîn a derveyî şer man û bi riyên demokratîk xwestin mafên xwe bi dest bixin. Kurdan li herêmên xwe pergala xwe ava kirin, nexwestin ne li rex hêzên çekdar ên di bin navê artêşa azad bikevin şer û ne jî tevli artêşa Sûriyeyê bibin, pergalek cuda ya xwe dispêre pergala neteweya demokratîk ava kirin ku bikeve xizmeta hemû neteweyên ku li ser axa wan dijîn. Di 29’ê Kanûna 2014'an de Rêveberiya Xweser li Efrînê hat avakirin. Dema ku Efrîn ji aliyê pergala rêveberiya xweser ve dihat birêvebirin, rêveberiya xweser di her warî de projeyên xwe ji bo pêşxistina herêmê bi pêş xist û ev proje li ser erda rastiyê jî pêk dianîn. Piştî ku Kurdan li herêmên xwe rêveberiya xwe ya xweser ava kirin û ragihandin êdî hêzeke xwe ya parastinê ku ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê û beşên din ên civakê pêk tê ava kirin. Kurdên Efrînê bi çanda xwe ya Kurdî ve girêdayî bûn. 
Di beşa duyemîn a dosyayê de der barê şerê li Sûriyeyê û pêkhatina Şoreşa Jinê ya li Rojavayê Kurdistanê de em bi Endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Efrînê Şêrîn Hesen re axivîn. Şêrîn Hesen behsa rewşa herêma Efrînê ya beriya êrîşên dagirkeriya dewleta tirk kir û got: “Efrîn bi navê bajarê jinan dihat nasîn. Rêjeya bêkariyê di Efrînê de pir kêm bû. Efrîn û gelê wê hembêza xwe ji hemû koçberan re vedikirin. Rihê komûnalbûnê li Efrînê li pêş bû."
"Sûriye tenê yek netew yek al û yek ziman bû"
Şêrîn Hesen di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku beriya şoreşê zimanê Kurdî li ser Kurdan hatibû qedexekirin û wiha got: "Beriya şoreşê, Efrîn di bin desthilatdariya pergaleke nijadperest û şovenîst de bû. Tenê yek netew dihat destgirtin û neteweyên din ji mafên xwe bêpar diman, ev yek ne tenê li Efrînê pêk dihat li tevahî herêmên Sûriyeyê dihat dîtin. Pergala xwe li ser esasê yek al û yek ziman danîbûn. Ev yek jî dibû sedem ku di nava gel de nijdaperestî bi pêş bikeve. Weke pêkhateya Kurd mafê me qet di nava pergalê de tunebû. Di hundirê dibistanan de û ji derveyî wê jî zimanê me hatibû qedexekirin û zimanê Erebî li ser me dihat ferzkirin. Ne tenê ziman, çanda me jî ber bi tunebûnê ve diçû. Bi her awayê şerê teybet li ser me dihat meşandin.”
"Rejîmê nîvê berhemên erdên me ji bo xwe dibir"
Şêrîn diyar kir ku di serdema rejîmê de berhemên axa Efrînê bi giştî ne ji xwediyên erd re bûn û wiha axivî: "Ji milê aborî ve, em xwediyên erd, milk û mewal bûn lê berhemên erdên me bi giştî me nedikarî bi serbestî ji xwe re bibira. Ji ber ku dewletê dest diavêt erd, nîvê berhemên erdên me ji bo xwe dibir û mafê kedkaran bi temamî nedihat dayîn, siyaseta dewletê ew bû ku her dem gel hewcedarê xwe bike, xwe li ser keda civakê mezin bike û civakê jî kole û bê îrade bike. Tevî hemû zextên rejîmê, Kurdên Efrînê bi çand û zimanê xwe ve girêdayî bûn her wiha ji bo vêxistina agir û lidarxistana şahiya  Newerozê gelek kes ji aliyê rejîmê ve hatin binçavkirin."
"Şoreşa Rojava xeyalên Kurdan kir rastiyeke berbiçav"
Şêrîn destnîşan kir ku bi pêketina çirûska şoreşa Rojava re gelê Kurd ji bo azadiya xwe û ji bo bidestxistina mafên xwe rabûn ser piyan û wiha domand: "Bi derketina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re Kurdan hewl dan xeyalên pîr û kalên xwe pêk bînin, ji zarokan heya kesên temenê wan mezin bi dilgermahiyeke pir mezin tevli şoreşê bûn û her kesê cihê xwe di nav şoreşê de girt. Tevî derfetên kêm her kesê hewl da zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bike. Bi awayekî komûnal û bi rihekî welatparêzî gel tev digeriya. Dema em derbasî dibistanên Kurdî dibûn, me jin, zarok û kesên temenê wan mezin ên ku xwe fêrî zimanê Kurdî dikin didîtin. Ji ber ku hesreta fêrkirina zimanê dayikê di dilê wan de mabû û xeyala wan ew bû ku ev roj pêk were. Şoreşa Rojava xeyalên Kurdan kir rastiyek berbiçav. Weke rêxistina jinan me sazî ava kir her wiha me mala jinan ava kir da ku em bikaribin pirsgirêkên jinan çareser bikin û jin xwe bike hêza çareseriyê ji bo hemû astengiyên ku li pêşiya wan û civaka wê ne derdikevin. Me hewl da em milê aborî jî zêdetir bi pêş bixin. Efrîn bi berhem û xwezaya xwe dihat nasîn û piştî vekirina saziya civaka sivîl êdî berhemên erd hemû ji xwediyên erd re diçûn, rejîmê nema dikaribû ji xwe re bibe."
"Rêveberiya xweser li Efrînê hemû ol û pêkhateyan di nav xwe de dihewand"
Şêrîn eşkere kir ku dema Rêveberiya Xweser li Efrîn hatiye avakirin hîn zêdetir projeyên civakê û saziyên wê berferehtir bûne û wiha axivî: "Di sala 2014'an de dema Rêveberiya Xweser li Efrînê hat avakirin qadên me hîn berfirehtir bûn. Hemû proje û plansaziya Rêveberiya Xweser ji bo avakirina bajar bû, di hemû aliyan de xizmeta gel dikirin. Civaka Efrînê ji destpêka şoreşê ve bi taybetî jin, zêdetir li pêş bûn, bi çoşeke mezin tevli şoreşê dibûn, ji ber xwesteka wan ew bû ku welatê xwe bigihîjînin asta herî bilind ji pêşketin û avakirinê re. Pêşwaziya gelê Efrînê ji avakirina rêveberiyê re gelek bû û ne tenê pêkhateyê Kurd, hemû pêkhateyan hêviyên xwe di vê Rêveberiyê de didîtin. Ji ber ku di dema rejîmê de mafên gelê Ereb û pêkhateyên din jî hatibûn binpêkirin. Her qonaxek ji vê şoreşê gavên dîrokî dihatin avêtin ji ber ku dema dest pê kir zemînê wê saxlem bû, xwedî armanc û projeyeke demokratîk bû.” 
"Efrînê û gelê wê hembêza xwe ji hemû koçberan re vedikir"
Şêrîn da zanîn ku tevî ewqas şer û pevçûnên ku li Sûriyeyê dihatin meşandin jî Efrîn cihê herî ewle û aram bû û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di dema Rêveberiya Xweser de Efrînê xwe di her aliyê de bi pêş xistibû. Şerên dijwar li derdora Efrînê diqewimîn, Efrînê û gelê wê hembêza xwe ji hemû koçberan re vedikirin. Dema ku gelên bajarên din dihatin Efrînê matmayî diman ku çawa pergaleke wisa li deverek ji Sûriyeyê tê meşandin, ev yek dibû sedem ku her kes berê xwe bide Efrînê. Gelê Efrînê pir qedrê kesên ku ji şer reviyabûn û berê xwe dabûn Efrînê digirtin û alîkariya wan dikirin." 
 "Rêjeya bêkariyê li Efrînê pir kêm bû"
Şêrîn anî ziman ku gelê Efrînê afrîner e û wiha pê de çû: "Rêveberiya Xweser pir alîkarî dikir da ku bêkarî li Efrînê çênebe, ji ber vê yekê rêjeya kesên ku kar nedikirin û bê kar mabûn li Efrînê pir kêm bû, ji ber derfetên kar li pêşiya gel vebubûn. Li Efrînê, di her cihî de rihê komînalbûnê hebû. Tevî ku gelê Kurd pir zilm û zorî ji destên Ereban jî dîtibû lê dema şer li bajarên wan qewimî gelê Efrînê bi destên wan girtin û bi nêrînek xwişk û biratiyê li wan mêze dikirin. Yek ji taybetmendiyên gelê Efrînê ew e ku hemû netew û pêkhateyan qebûl dike."
"Efrîn bi navê bajarê jinan dihat nasîn"
Şêrîn destnîşan kir ku bajarê Efrînê bi navê bajarê jinan dihat nasîn û wiha lê zêde kir: "Jinên Efrînê taybetmendiyên ku ji xwezaya xwe girtibûn di jiyana xwe de pêk dianîn, di hemû saziyan de cih digirtin û roleke çalak û pêşeng di şoreşê de dilîstin. Gelek destkeftî ji aliyê jinan ve hatin bidestxistin, yek ji wan destkeftiyan jî ew bû ku hişmendiyeke giştî û hevbeş hat avakirin, ji ber ku tenê bi xwe fikrandin ne ji taybetmendiyên jinan e, ew li ser derdorê re jî difikirî. Di milê zîhnî de jinên Efrînê gelek guhertin çêkirin, berhemên herî dawî pergala hevserokatiyê bû ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatibû pêşxistin û bi ked û têkoşîna jinan ev pergal di hemû saziyan de hat avakirin."
"Rêveberiya Efrînê ji civaka xwe re bibû bersiv"
Şêrîn bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Destkeftiyên ku di salên dawî de li Efrînê hatibûn bidestxistin hemû bi saya şehîdan bû. Ji bo ku sîstemeke wekhev û demokratîk were avakirin, riya azadiyê ji me re dan nîşandan ji ber vê yekê em şopdarên şehîdên xwe ne. Rêveberiya ku di Efrîn de hatibû avakirin bibû bersiv ji civaka xwe re." 
Sibê: Têkildarî mijarê Endama Meclîsa Jin a PYD’ê Elîf Hesen ku şahîdîya hemû kêliyên şer kir ye rojên Berxwedana Serdemê ya li hemberî dagirkeriyê dinirxîne.