Ji yekitiyê ber bi pêşengiya şoreşa jinan ve -4

Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Koçer Hisên kar û xebatên perwerdeyê nirxand û got: "Perwerde qadeke esasî ye, guhertin û veguhertina mêjî çêdike."

"Em çiqas xwe perwerde bikin, em dikarin ewqas bigihîjin heqîqeta jiyanê"

RONAHÎ NÛDA
Qamişlo – Yek ji kar û xebatên herî girîng di nava civakê de perwerde ye. Mirov ger bixwaze civakê zane bike û mafên xwe yên jiyanê bi dest bixe dikare bi riya perwerdeyê pir tiştan bi ser bixe. Yek ji pêwîstiya herî mezin perwerde ye ku wek nan û avê bi qîmet e. Mirov bi riya perwerdeyê dikare dîroka xwe zindî bike û nifşên pêşerojê fêrî dîroka xwe bike. Her wiha perwerde ew tişt e ku zimanê zikmakî ji zarokatî ve tê hînkirin. Mamosteya yekem a jiyanê jin e û dema zarok ango civaka xwe hînî jiyanê dike gelek kedên mezin dide. Komîteya perwerdeyê ya Kongreya Star bi riya perwerdeyê şoreşa zîhnî, avakirina civaka exlaqî û polîtîk esas digre. Yek ji destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi riya perwerdeyan tê parastin û nifş bi nifş di dibistanan de derbasî zarokan tê kirin. Her wiha bi şoreşê re gelek dibistan, peymangeh û zaningehên Kurdî hatin avakirin ku yek ji destkeftiyên şoreşa jinan e. Der barê kar û xebatên perwerdeyê de Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star, Koçer Hisên nêrîna xwe parve kir. 
"Bi perwerdeyê dikarin bigihîjin jiyana wekhev û azad"
Koçer Hisên rola komîteya perwerdeyê wiha nirxand: "12 rehendên Kongreya Star hene û ji wan yek jî komîteya perwerdeyê ye. Rola komîteyê ya esasî ew e ku pirsgirêkên di nava civakê de hatine jiyîn, bi riya perwerdeyê çareser bike. Her wiha em dixwazin fikir û ramanên Rêber Apo di nava gel de bidin belavkirin. Rola me yek jî ew e ku em divê xwe û dîroka xwe hîn bêhtir nas bikin. Tişta herî esasî ew e ku divê em ji xwe bipirsin ku em kî ne? Pirsgirêkên ku em wek civak dijîn em dikarin bi riya perwerdeyê çareser bikin. Her wiha em di aliyê çandî de her roj ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve tên helandin, em vê pirsgirêkê bi riya perwerdeyê dikarin ji holê rabikin. Em dikarin bi riya perwerdeyê xwe bigihîjînin jiyana wekhev û azad. Divê em her peyvê bikolin û rastiya heyî derxin holê. Rêber Apo gelek girîngî dide perwerdeyê, loma gotina perwerde sê caran dubare dike. Her wiha ger perwerde nebe em nikarin ber bi jiyana azad ve biçin. Em dikarin heqîqeta jiyanê û pêşeroja civakê bi riya perwerdeyê fêm bikin. Di rêxistinbûna civakê de jî perwerde roleke bingehîn dilîze. Perwerde qadeke esasî ye ku guhertin û veguhertina mêjî çêdike. Em dema zîhniyeta desthilatdar dikolin di hemû aliyan de bi dest digirin, ji ber heta roja îro jî ew zîhniyet tê jiyîn. Em dikarin bi riya perwerdeyê li dijî zîhniyeta desthilatdar têbikoşin."
"Komîteya perwerdeyê heqîqeta heyî nîşanî civakê dide"
Koçer diyar kir ku komîteya perwerdeyê di sala 2016'an de hatiye avakirin û wiha domand: "Komîteya perwerdeyê di sala 2016'an de hat avakirin. Her wiha piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelek akademî, dibistan, peymangeh û zanîngehên Kurdî hatin vekirin. Armanca me wek komîte ew e ku civaka xwe ji şaşîtiyan şiyar bikin û heqîqeta heyî nîşanî wan bidin. Komîteya me li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin. Me xwe li ser bingeha komîn û meclisan bi rêxistin kir." 
"Civak her ku heqîqetê dibîne, ber bi herikandinê ve diçe"
Koçer diyar kir ku ew perwerde didin sazî, dezgeh û akademiyan û wiha pê de çû: "Em li gorî pêwîstiyên komîn, sazî, dezgeh, akademî, bajêr û navçeyan perwerde didin. Em perwerde didin gelek pêkhateyan û em bi riya îqnakirinê perwerdeyên xwe dewlemend dikin. Her wiha em di perwerdeyan de rê û rêbazan jî esas digrin. Em bi perwerdeyên jineolojî, dîroka jinan û semîneran gelê xwe perwerde dikin. Her wiha ji bo projeya me bê nasîn em girîngî didin neteweya demokratîk, ji ber çareseriya tevahî pirsgirêkan projeya neteweya demokratîk e. Dema jin dîroka jinan dibînin û serhildana jinan ji nêz ve nas dikin hêza wan zêdetir dibe. Di dîroka jinan de têkoşîn, berxwedan û li dijî tundiyê derketinên mezin çêbûne. Dema em perwerde didin civakê dibêjin wekî ku em kor bûn nû dibînin. Heqîqeta ku civak dibîne, zêdetir ber bi herikandinê ve diçin."
"Perwerde didin hemû pêkhateyan"
Koçer diyar kir ku ew perwerdeya xwe didin hemû beşan û wiha domand: "Em perwerdeyên xwe didin zarok, ciwan û kesên temenê wan mezin. Ji ber ku zarok pêşeroja me ne û em bi riya perwerdeyê, dîrok, çand û hebûna wan didin nasîn. Her wiha ciwan jî enerjiya civakê ya herîkîne em dikarin bi riya perwerdeyê wan ber bi rastiyê ve bibin. Kesên temenê wan mezin jî dîroka me ne em hem wan perwerde dikin, hem jî tiştên ku di tarîtiyê de mane û divê bên ronîkirin ji wan hîn dibin.  Em perwerdeyên xwe didin hemû pêkhateyan. Rola me ya esasî ew e ku em hîn bêhtir jinan perwerde bikin û dîroka wan bidin nasîn. Em jinan ji dîrokê bigre heta hundirê mala wan, perwerde dikin. Eleqeya jinan jî ji perwerdeyê re gelek e. Jinan bi perwerdeyê rastiya xwe nas kirin. Her wiha em di akademiyan de perwerdeyên mêran jî didin, demên pêş di plana me de heye em careke din ji bo mêran dewreya perwerdeyan vekin. Em bi dewreyên mêran encamên baş jî dibînin."
"Em bi perwerdeyê re dikarin bigihîjin heqîqeta jiyanê"
Koçer herî dawî perwerdeyên ku didin wiha bi lêv kir: "Li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê akademiyên me hene û em li gorî pêwîstî û bernameyan, akademiyên xwe vedikin. Em hem dewreyên vekirî, hem jî yên girtî vedikin. Piranî perwerdeyên me şîrovekirin û diyalogê berdewam dike. Perwerdeyên mîna hevjiyana azad, neteweya demokratîk, rexne û rexnedayîn, jineolojî, dîroka jinan, uslûb û xîtabet tên dayîn. Perwerdeyên me di nava komîn û saziyan de her domdar in. Kesên ku beşdarî perwerdeyan dibin, nakokiyên ku dijîn bi rehetî ferq dikin û parve dikin. Em dikarin bi riya perwerdeyê hemû zorî û zehmetiyên xwe çareser bikin. Em dikarin bi riya perwerdeyê jiyana azad û wekhev bijîn. Em çiqas xwe perwerde bikin, dikarin ewqas bigihîjin heqîqeta jiyanê."
Sibê: komîteya civakî