rojane
-

Li Tehranê maraton bû sedema lêpirsînê
Piştî ku dîmenên jinên bê hîcab di maratona li Parka Velayatê ya Tehranê de hatin parvekirin, der barê organîzasyonê de lêpirsîn hat destpêkirin. Berpirsan diyar kir ku tevî soznameya li ser ‘rêgezên îslamî’, hin beşdaran ev rêgez binpê kirine.
-

Li Lahijê di encama bombebarana Hûsiyan de 7 sivîl hatin kuştin
Li Yemenê êrîş û bombebarana bêserûber a Hûsiyan a li ser deverên niştecîbûnê didome. Di encama êrîşa li bazara Rebû ya Lahijê de 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û zarokek birîndar bû.
-

Çalakiya Dayîkên Şemiyê di hefteya hezar û 121’an de didome
Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya hezar û 121’an de aqûbeta Cemîl Kirbayir ê ku di sala 1980’an de hatibû windakirin pirsîn û gotin: “Dayîka Cemîl, Berfo Kirbayir tenê tiştek dixwest, beriya mirina xwe dixwest kurê xwe bibîne.”
-

SOHR: Zêdebûna bûyerên sûc û kuştinê fikaran zêdetir dike
Li Sûriyeyê bi zêdebûna êrîş û sûcan re rewşa ewlehiyê her diçe xirabtir dibe. Li gorî amarên ku ji destpêka salê ve hatine tomarkirin, bi sedan bûyerên kuştinê qewimîne û bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
-

Li Sudanê alîkariyên lezgîn di xeterê de ne
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) hişyarî da ku alîkariyên li Sûdanê di bin xetereya qedandinê de ne û banga fînansmana lezgîn kir.
-

Li pey şopa du birayan daxwaza aştiyê û rûmetê
Malbatên ku di bîranînên zarokên xwe de axivîn, bal kişandin ser biryara domandina têkoşînê û diyar kirin ku ew tenê ji bo bidawîkirina mirinan û parastina nasnameyê aştî û xwedîderketinê dixwazin.
-

Hevpeymaniya “Jinên ji bo Aştiyê”: Pêdivî bi parastina jinên Yemenî heye
Hevpeymaniya Jinan ji bo Aştiyê li Yemenê ragihand ku ji ber zêdebûna pevçûnan bi sed hezaran kes koçber bûne û jin û keç bi xetereyên mezin re rûbirû ne. Hevpeymaniyê xwest ku di hemû pêngavên mirovî de pêşengî ji jinan re bê dayîn.
-

Bi riya Mojo rastiyên civaka Cezayîrê bûn rêze belgefîlm
Komxebata perwerdehiya rojnamevaniya mobîl (Mojo) ku ji aliyê BBC Media Action ve hate organîzekirin, bi dawî bû. Di vê komxebatê de rojnamevanên Cezayîrî bi bikaranîna telefonên xwe yên desta belgefîlmên balkêş ên li ser çanda û herêmî çêkirin.
-

Dayîkên Şemiyê: Di sûcên mirovahiyê de biryara demboriyê ne pêkan e
Dayîkên Şemiyê ji bo biryara demboriyê ya di doza Ridvan Karakoç de diyar kirin ku windakirina bi darê zorê sûcê li dijî mirovahiyê ye, lewma divê nerazîbûn bê qebûlkirin û berpirsyar bên darizandin.
-

Li Lubnanê perwerda ‘Çima Jineolojî’
Komîteya Perwerdehiyê ya Kongra Star a Lubnanê rûniştineke perwerdehiyê ya li ser Jineolojî û têkoşîna li dijî zayendîperestiyê pêk anî. Di perwerdeyê de li ser xurtkirina hişmendiya rêxistinî û azadiya jinan hate nîqaş kirin.
-

Li Kongoyê ji ber şewba Ebolayê 3 hezar û 577 kes mirin
Li Komara Demokratîk a Kongoyê hejmara kesên ku ji ber şewba Ebolayê mirin gihîşt 3 hezar û 577’an û hejmara bûyerên piştrastkirî bû 7 hezar û 404 kesan.
-

Jinên Yemenî xurtkirina hebûna jinan a di pêvajoyên biryardanê de nîqaş kirin
Beşdarên Konferansa dawî ya projeya zêdekirina beşdariya jinên pêşeng di biryardanê de, dan zanîn ku divê hebûna jinan di postên biryardanê û serokatiyan de zêdetir bin û daxwaza xurtkirina beşdariya siyasî ya jinan kirin.
-

Li Nîla Şînê jiyana 42 hezar mirovan li ber lûtkeya karesetê ye
Ji ber pevçûnên li herêma Nîla Şîn a Sûdanê nêzî 42 hezar kes bêwar mane, ku piraniya wan jin û zarok in. Saziyên sivîl hişyarî didin ku bi nêzîkbûna demsala payîzê û kêmbûna xwarin, av û dermanan re, rewşa mirovî ber bi karesatê ve diçe.
-

Li Efganistanê polên perwerdeya veşartî
Tevgera Dadwer a Jinan li Efganistanê tevî gef, şert û mercên dijwar ji bo zarokên keçên ên ku ji xwendinê dûr mane heşt polên veşartî yên perwerdeyê vekir.
-

Jineke şoreşger dengekî nemir: Merziye Feriqî
Hunermend û pêşenga jinê Merziye Feriqî, bi jiyana xwe ya tijî têkoşîn, stranên li çiyayan gotî û mîrateya çandî ya li pey xwe hiştî, bûye sembola berxwedan û azadiyê.
-

NY: Xuyaye dê bi salan wekheviya zayendî pêk neyê
Raporeke Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku tevî hinek pêşveçûnên biçûk jî gihîştina wekheviya zayendî ya tam di warê ked, perwerde û siyasetê de hê jî gelekî li paş e û dibe ku bi qasî 171 salan bidome.
-

Li başûrê Kurdistanê beşek medya û feraseta mêrsalar pirzewacê asayî dikin
Rojnamevan Soma Xalid diyar kir ku hinek kes dixwazin bi rêya medyayê diyardeya pirzewacê vegerînin û got: “Hinek dezgehên medyayê, ji bo bidestxistina temaşevanan, hewl didin vê diyardeyê normal bikin.”
-

Jinên Wanê: Armanc derxistina şerê Kurd û Ereban e
Jinên ku qetilkirina şervanê Tugaya Hesekê Sîpan Hiznî û bûyerên li Rojavayê Kurdistanê nirxandin, bertek nîşan dan û hişyariya "Dixwazin di navbera Kurd û Ereban de pevçûn derxin" dan.
-

Jinên Suryan: Entegrasyon tenê bi naskirina mafên wekhev û zimanî pêkan e
Jinên Suryan yên li Hesekê li ser pêvajoya entegrasyona di navbera HSD’ê û hikûmeta Şamê de diyar kirin ku divê mafên çandî, zimanî û siyasî yên hemû pêkhateyan werin parastin û bal kişandin ku aştî bi çareseriya siyasî û beşdariya demokratîk pêkan e.
-

Li Îranşehrê zaroka 15 salî ya Belûc ji ber xemsariyê mir
Li Îranşahrê zaroka Keç a 15 salî ya Belûc, piştî ku rewşa wê ya tenduristiyê xirabtir bû, mir. Malbata zarok, derengmayîna destwerdana bijîşkî, nebûna bijîşkekî pispor û dereng veguhastina wê ya ji bo Zahedanê wekî sedema mirina wê destnîşan kirin.