rojane
-

Ji rojnamevanên jin ên Sûdanî banga maf û azadiyan
Rojnamevanên jin ên Sûdanî, avakirina mekanîzmayeke neteweyî ya ji bo têkoşîna li dijî tawanên sîber red kirin û hişyarî dan ku ev mekanîzma dikare ji bo zêdekirina zextên li ser çapemeniyê û bêdengkirina azadiya derbirînê bê bikaranîn.
-

Akademîsyen Sepîde Birşak ji zanîngehê hat dûrxistin
Ji 15’ê Cotmehê ve dersdayîna Sepîde Birşak li Zanîngeha Tehranê hat rawestandin. Tevî ku zanîngeh behsa "paşxaneya wê ya medyayî" dike, biryar piştî hemleya ragihandina dewletê ya ji ber beşdarbûna wê ya li BBC Persîanê hat girtin.
-

Kampanyaya "Sêşema Ji Darvekirinan re Na": 72 kes hatine darvekirin
Girtiyên siyasî yên li Îranê di hefteya 143’an a berxwedanê de dengê xwe li dijî darvekirinan bilind dikin. Bi sedan kes bi metirsiya darvekirinê re rûbirû ne.
-

YPJ: Em di entegrasyonê de mîna hêzeke xweser cih digrin
YPJ’ê di daxuyaniya têkildarî pêvajoya entegrasyonê de ragihand ku di nîqaşên têkildarî pêvajoya nû de, ew wekî hêzeke xweser cih digirin û bingeha wan, parastina destkeftiyên jinan e.
-

Girtiya siyasî Atîfe Tacîk a nexweşa penceşêrê ji bo dermankirinê hat berdan
Girtiya siyasî Atîfe Tacîk ya 48 salî ku nexweşa penceşêra hestîmar e, piştî ku kefalet ji bo wê hat dayîn, ji bo betlaneya dermankirinê şandin malê.
-

Rojnamevanên Filistînî beşdarî konfransa yekrêziya medyayê bûn
Rojnamevanên jin ên Filistînê li ser zehmetiyên karê medyayê li Xezayê, riyên têkoşîna li dijî dezenformasyonê û bihêzkirina baweriya gel di konferansê de bi saziyên medyayê re nîqaş kirin.
-

Ji FAO’yê Xelata Navneteweyî ji bo Emel el-Maknî
Karsaz û endezyara Tunisî Emel el-Maknî ji bo piştgirîkirina aboriya jinên gundewarî bû yek ji 100 jinên pêşeng ên pergalên çandinî-xwarinê.
-

‘Çavkaniya tundiyê ne kes e şert û mercên civakî ne’
Êrîş û bûyerên tundiyê ku li dibistanan çêdibin, nîşan didin pirsgirêk tenê nabe şexsî were ravekirin. Civaknas Omur Çiftçî, balê dikşîne ser şert û mercên ku tundiyê ava dikin, bandora medyayê û kêmasiya mekanîzmayên pêşîlêgirtinê.
-

Li Sûdanê xala veguhestina sivîlan hate bombebaran kirin: 80 kes mirin
Di du êrîşên ku li dijî xala ku ji aliyê sivîlan ve ji bo mîsogerkirina pêdiviyên rojane û çûnûhatina di navbera herêman de dihat bikaranîn hate kirin de, bi giştî 80 kes hatin kuştin.
-

Li Îranê ji bo çavdêriya cilûbergên jinan “Koma Kar a Hîcabê" hate avakirin
Di demekê ku rejîma Îranê zextên xwe yên li ser xwendekarên jin ên zanîngehan zêde dike de, li Zanîngeha Tehranê "Koma Kar a Hîcabê" hatiye avakirin.
-

‘Ger di gotinê de aştî hebe divê di budçeyê de jî aştî hebe’
Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku budçeya heyî xizaniyê kûr dike û bang kir ku gotinên li ser aştiyê di polîtîkayên aboriyê de jî bibin rastî; divê pereyê ji şer re diçe ji bo gel bê veqetandin.
-

Ji 9 rêxistinên pîşeyî û sivîl banga dawîkirina qedexeyên li ser zimanê dayîkê
Neh rêxistinên sivîl û pîşeyî ji Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi daxuyaniyek hevpar bang li hikûmeta Sûriyeyê kirin ku mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê nas bike. Îmzevanan diyar kirin ku sepandina modela ‘yek netew, yek ziman’ dê ji bo pevçûn û cûdakariyê
-

Ji Kongra Star daxwaza avakirina komîteyek serbixwe ya ji bo Werîşe Muradî
Koordînasyona Kongra Star ji bo çalakvana Kurd Werîşe Muradî ya ku cezayê darvekirina wê hat dubarekirin hişyarî da û daxwaza avakirina komîteyek lêkolînê ya serbixwe ji bo binpêkirina mafên wê kir.
-

Li Mexrîbê ji bo şopandina mafên jinan mekanîzmayeke sivîl a serbixwe
Komeleyên jinan û mafên mirovan, sendîkayan û pisporan, ji bo ku pêkanîna erkên neteweyî û navneteweyî yên Mexrîbê di warê mafên jin û keçan de bişopînin û çavdêriyê li ser bikin, mekanîzmayeke sivîl a serbixwe ava kirin.
-

Jin ji bo têkoşîneke kolektîf a li dijî qeyranên piralî dibin yek
80 Jinên ku bi bangewaziya "Em bi hev re ne, em behsa pêşerojê dikin" derketin rê, di 31’ê Cotmehê û 1’ê Mijdarê de li Enqereyê konferansek li darbixin. Akademîsyen Yıldız Onen ragihand ku armanca wan ew e jinên ji hemû qadên têkoşînê bînin cem hev.
-

‘Bi êrîşên li ser gorên şehîdan nikarin îradeya me bişkînin’
Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Cîhan Gulo destnîşan kir ku êrîşên li ser gorên şehîdan û wêneyên wan ne tenê li ser nirxên pîroz ên civakê ne, hewldanek e ji bo şikandina îradeya malbatên şehîdan e.
-

Li Tunisê ji bo tenduristiya jinan semînera înteraktîf hat lidarxistin
Bi hevkariya UNFPA yê bo hişyarkirina li ser tenduristiya jinan semînerek hat organize kirin ji bo ku hawîrdoreke ewle ji bo diyalogê bê afirandin.
-

Jinên Filistînê li nêzî "Xeta Zer" biryardariya xwe ya parastina axa xwe tekez kirin
Filistîniyên li nêzîkî Xeta Zer a Xezeyê li dijî kocberiya zorê daketin qadan û tekez kirin ku ew tevî hemû gefan, bombebaran û xetereyan jî dev ji axa xwe bernedin.
-

Ji Konferansa Jineolojiyê banga 'Na ji darvekirinê re'
Şandeya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê Cezayê darvekirinê yê li ser Werîşe Muradî şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li dijî darvekirinên li Îranê bisekinin.
-

Li Xezayê hejmara miriyan gihîşt 74 hezarî
Li Zîvala Xezayê ji ber berdewamiya êrîşan û hilweşîna zêdetirî 102 hezar avahiyan karesateke mezin a mirovî diqewime. Tîmên Parastina Sivîl hişyariyê didin ku hezaran avahî di bin xetereya hilweşînê de ne.