rojane
-

Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê: Dê perspektîfa dema nû bê avakirin
Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê, bi beşdariya zêdetirî 100 delegeyên ji 10 welatan li bajarê Haleen ê Hollandayê destpê kir. Di konferansê de dê ezmûna 10 salan were nirxandin, ji bo dema pêş perspektîfa nû ya xebatê bê diyarkirin.
-

Encamnameya 20’emîn Konferansa EUTCC hat eşkerekirin
Di encamnameya 20’emîn Konferansa EUTCC de, banga azadiya Abdullah Ocalan, avakirina hîmên hiqûqî yên pêvajoya aştiyê û beşdarî wekhev a jinan a her qonaxa pêvajoyê hate kirin.
-

Tora Bijîşkên Sûdanî derbarê rewşa 6 hezar girtî de hişyarî da
Ji ber kêmbûna xwarinê û ji îşkenceyê, jiyana hezaran girtiyên li navendên RSF’ê di xetereyê de ye. Bijîşk daxwaz dikin ku lêpirsînên navneteweyî bên destpêkirin û deriyên girtîgehan ji saziyên mirovî re bên vekirin.
-

Abdullah Ocalan: Projeya min a neqediyayî dê bi hêza têkoşîn û nîqaşên jinan bê temamkirin
Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ji Konferansa Jîneolojiyê re diyar kir ku koletiya jinê birîna herî kûr a civakê ye û got ku Jîneolojî zanista çareserkirina vê pirsgirêkê ye.
-

Li Bexdayê di civîna Penceşêra Memikan de banga bihîstyariyê
Di civîna ku di çarçoveya çalakiyên Cotmeha Pembe de li Bexdayê pêk hat de, akademîsyenan tekez kirin ku bilindkirina hişmendiya tenduristiyê û misogerkirina teşhîsa zû ya di parastina sermayeya tenduristiyê ya jinan de, stûnên bingehîn in.
-

-

Banga lezgîn ji bo paqijkirina mayîn û bermahiyên şer li Sûriyê
Bermahiyên şer li gelek parêzgehên Sûriyeyê gefê li jiyana sivîlan bi taybetî zarok, cotkar û şivanan dixwe. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûryeyê banga tedbîrên lezgîn dike.
-

Leyla Zana: Divê birêz Ocalan karibe pêwendiyê bi gelê xwe re deyne
Leyla Zana di peyama ku ji bo Konferansa Kurd a 20’emîn a li Parlementoya Ewropayê pêk tê re şand de got: “Divê birêz Ocalan karibe pêwendiyê bi gelê xwe re deyne.” Şîrîn Ebadî jî da zanîn ku dewlet bi berdana Ocalan re dê gavekê biavêje.
-

Di êrîşên Hûsiyan ên li Taîzê de sivîl hatin kuştin
Li bajarê Taîzê ya Yemenê, di encama êrîşa Hûsiyan de jin û zarok jî di nav de 11 sivîl mirin û birîndar bûn. Rêxistinên mafên mirovan, bang li civaka navneteweyî kirin ku bi awayekî lezgîn binpêkirinan rawestînin û sivîlan biparêzin.
-

Li Arnavutlukê xwepêşandanên xwendekaran a veguherî bûyerên tundiyê
Li Tîrana paytexta Albanyayê, xwepêşandanên xwendekar ên li dijî gendeliyê bûn êrîş û avahiya Wezareta Perwerdehiyê hat şewitandin. And so on, “Şoreşa Flamingoyê” careke din anî rojevê.
-

Li Edirneyê keştiya penaberên Kurd bin av bû
Li Edirneyê keştiyek ku malbatek Kurd tê de bû, bin av bû. Di bûyerê de du zarok winda bûn. Lêgerîna zarokên din didome.
-

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Dê îfadeya 6 kesan bê girtin
Di rapora bazê ya tengirî ku di çarçoveya lêpirsîna dosyaya Rojîn Kabaîş de hat pêşkêşkirin, Rojîn Kabaîş û 6 kesên di mesafeya nêzîk de hatin tespîtkirin. Hate diyarkirin ku dê îfadeya 6 kesan bê girtin.
-

Ji serxet û binxetê hevdîtina jinan: Emê pergal û pêşerojeke azad ava bikin
Bi dirêjahiya 10 rojan yekem hevdîtina jinên Bakur û Rojavayê Kurdistanê pêk hat. Di van hevdîtinên ku li Cizîr û Kobanê çêbûn, jinan ezmûnên xwe yên têkoşîn û modelên jiyana azad parve kirin.
-

Abdullah Ocalan ji Konferansa Kurd re peyam şand
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama şand de got: “Serkeftina projeya Aştî û Civaka Demokratîk ku me pêşniyar kiriye wê aştî, aramî û demokratîkbûnê bîne Rojhilata Navîn.”
-

Nesrîn Sotoudeh Xelata Dadwerî ya Thulani Masuko ya 2026’an stend
Parêzera Îranî û parêzvana mafên mirovan Nesrîn Sotoudeh wek xwediya Xelata Dadwerî ya Thulani Masuko ya sala 2026’an hatebijartin.
-

Platforma Jinan: Divê Rejîma Îranê destên xwe ji ser Kurdan bikşîne
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bang li rejîma Îranê kir ku destên xwe ji ser jinan û gelê Kurd bikşîne û ji cîhanê xwest li dijî Cezayên darvekirinê bêdeng nemînin.
-

Kongra Star: Êrîşên li ser wêneyên şehîdan û sembolên gelê Kurd nayên qebûlkirin
Li Qamişlo Kongra Star bi daxuyaniyek li hemberî destdirêjiyên li ser peykerê keziya jina Kurd û wêneyên şehîdan ên di van rojên dawî de li Hesekê pêk hatin, helwesta xwe anî ziman.
-

KJAR’ê ji bo Werîşe Muradî banga edalet û azadiyê kir
KJAR’ê, cezayê darvekirinê ya cara duyemîn li Werîşe Mûradî hate birîn şermezar kir û ragihand ku pergala dadwerî û saziyên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê, rasterast ji ewlehî û tenduristiya fîzîkî û derûnî ya Werîşe Muradî berpirsiyar in.
-

Şam hewl dide bi rêya Hesekê çanda tecawizê li Sûriyeyê rewa bike
Êrîşên DAIŞ’ê yên li ser erdnîgariya Kurdan, ne tenê şerekî leşkerî ye; Hewldana tunekirina çanda dayîksalarî ye bi rêya hovîtî û çanda tecawizê. Îro xwezaya şer ji aliyê feraseta dewletî û çeteyan ve wekî amûrekî vê tunekirinê tê meşandin.
-

Nobeta Jin û Bîranînê: Daxwaza me zelal e, em edaletê dixwazin
Jinên ku li ber Dadgeha Amed’ê li dijî şîdet û kuştinên jinan "nobeta edaletê" dest pê kirin, diyar kirin ku dewlet û pergala dadweriyê, ku divê polîtîkayên li dijî şîdetê biafirînin, li şûna eşkerekirina komkujiyan, zayendperestiyê ji nû ve hilberînin.