rojane
-

Jinên Kurd û Ereb li hember Ramî El-Dehş bertek nîşan dan
Jinên ji pêkhateyên cuda yên Hesekê, li hember Ramî Yûsif El-Dehş ê ku berê di vîdyoyekê de bi keziya qutkirî ya şervanek Kurd hatibû dîtin û di nav qelebalixa ku êrîşî koçberên Girê Spî kir de xuya bû, bertek nîşan dan.
-

Perya Nesirî a ku li dibistanê hatibû binçavkirin hat berdan
Li Îranê xwendekara 17 salî Perya Nesirî ku ji aliyê hêzên îstîxbaratê ve li dibistana xwe ya li Nexedeyê hatibû girtin, bi kefalet serbest hat berdan.
-

Jinên Kobanê li hember êrîşên li Girê Spî bi hêrs in
Jinên li bajarê Kobanê li dijî êrîşên ku li hember koçberên Girê Spî hatin kirin, bi gotina “heta ku hişmendiya çetegirî û talankar hebe emê koçber bimînin” hêrsa xwe anîn ziman.
-

Zextên li ser Rojan Îbrahîmî bûn sedema hewldana xwekujiyê
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî eşkere kir ku şervana hunerên şer Rojan Îbrahîmî, di bin zext û îşkenceya îstîxbarata Îranê de ku dixwestin hevkariya wan bike, hewl da dawî li jiyana xwe bîne.
-

Di 20 rojên dawî de li Îranê herî kêm 87 kes hatine darvekirin
Kampanyaya ‘Ji Darvekirinan re Na’ ragihand ku di 20 rojên borî de li Îranê herî kêm 87 kesên di nav de 7 girtiyên siyasî û 2 jin hene, hatine darvekirin.
-

Li Qamişlo û Hesekê têkildarî êrîşên li ser karwanê Girê Spî daxuyanî hatin dayîn
Ji ber êrîşên li ser karwanê Girê Spî, li Qamişloyê Însiyatîfa Gel, li Hesekê jî Meclîsa Malbatên Şehîdan daxuyanî dan. Beriya daxuyaniya ku ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Cîhan Erebo ve hat dayîn sirûda Ey Reqîb hat xwendin.
-

Li Darfûrê du xwişkên ji kampa koçberan derketin rastî destdirêjiyê hatin
Li bakurê Darfûrê du keçên ku yek ji wan 14 salî ye, dema ji bo agir ji kampa koçberan çûn ku daran berhev bikin, rastî destdirêjiya çekdarên rûpoş hatin.
-

Li Îranê di Cotmehê de 23 jin û 5 zarok hatin kuştin
Li gorî daneyên hatin weşandin, di Cotmehê de li Îranê 23 jin û 5 zarok hatin kuştin, 2 jin bi awayekî bi guman mirin û 2 jin jî hatin darvekirin. Ev dane, asta tundiya li dijî jin û zarokan nîşan didin.
-

Loristan Derwîş: Ragihandin bîra zindî ya civakê ye
Rojnamevan Loristan Derwîş diyar kir ku ragihandin di avakirina hişmendiya civakê, parastina nasname û bîreweriya gelan û belgekirina rastiyên dîrokî de roleke bingehîn dilîze.
-

‘Em dixwazin bi îradeya xwe di nava hêzên Iraqê de bên naskirin’
Jinên beşdarî merasîma li Çiyayê Şengalê ya ragihandina tevlîbûna hêzên YBŞ-YJŞ’ê di nav hêzên ewlehiyê Iraqê de bûn, diyar kirin ku ev gav destpêkek e û gotin: “Em dixwazin bi îradeya xwe di nava hêzên Iraqê de bên naskirin.”
-

Îlham Ehmed: Cihgirtina zimanê Kurdî di destûrê de mafekî rewa ye
Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed, di semînerekê de li Silêmaniyê axivî û bal kişand ser temsîliyeta jinan di mekanîzmayên biryardayînê de û diyar kir ku divê zimanê Kurdî di destûrê de were bicihkirin.
-

Malbatên vedigeriyan Girê Sipî rastî êrîşê hatin
Li Girê Spî, malbatên Kurd ên ku dixwestin vegerin mal û milkên xwe, rastî êrîşê hatin. Malbatên ku piştî vexwendineke fermî bi belgeyên xwe çûn avahiya rêveberiya navçeyê, bi keviran û daran hatin pêşwazîkirin.
-

Gerîlayên HPJ’ê: Şehîd Bêrîtan ji bo me sekna sembola jina azad e
Gerîlayên Hêzên Parastina Jin a Rojhilatê Kurdistanê, bi boneya salvegera Bêrîtan Hêvî dan zanîn ku ew weke jin di kesayeta Bêrîtan Hêvî de kesayeta xwe û azadiya xwe nas kirine û banga xwedîderketina xeta wê kirin.
-

Rojnamevana Sûdanî Zeyneb Mihemed Salih xelata Knight a 2026’an girt
Rojnamevana Sûdanî Zeyneb Mihemed Salih ji ber wêrekiya xwe ya di belgekirina binpêkirinên mirovî yên li Darfûr û Xartûmê de xelata navneteweyî ya Knight a rojnamevaniyê ya 2026’an girt.
-

Musa Orhan di doza Îpek Er de hate beraetkirin
Di doza Musa Orhanê ku piştî êrîşa zayendî ya li dijî Îpek Er bi sûcdariya teşwîqkirina wê ji bo xwekuştinê hatibû darizandin, biryara beraetê hat dayîn.
-

Mamoste Medya Omer: Bila zarokên otîstîk jî mîna zarokên din bên dîtin
Mamoste Medya Omer, tekez kir ku zarokên otîstîk jî mîna hemû zarokekî din xwedî mafê perwerdehiyê û mafên wekhev in û diyar kir ku astengiya herî mezin, nebûna hişyarbûna di nava civakê de ye.
-

Girêdayî entegrasyona Şengalê daxuyanî
YBŞ’ê di daxuyaniya têkildarî pêvajoya entegrasyona li nav artêşa Iraqê de destnîşan kir ku îro ew ne rûpela dîroka xwe digirin û ne jî fedakariyên salên berxwedanê red dikin. Wan tekez kirin ku ev biryar bingeha aramiyê ye.
-

Taîz: Di 48 saetan de 42 binpêkirinên Hûsiyan pêk hatin
Tora Yemenî ya Maf û Azadiyan ji karesateke mirovî ya nêzîk li parêzgeha Taîzê hişyarî da. Li gorî rapora torê, di nav 48 saetan de 42 binpêkirin û sûc ji aliyê Hûsiyan ve hatine tomarkirin.
-

Li Şengalê Bêrîtan Hêvî hat bibîranîn
Li Şengalê têkoşer Bêrîtan Hêvî di salvegera xwe ya 35’emîn de hate bibîranîn. Di bîranînê de li ser wate û girîngiya tekoşîna şehîd Bêrîtan axaftin hatin kirin.
-

Jinên xwedî pêdiviyên taybet: Ji bêewlehiya kar ber bi serxwebûn û şikandina qaliban ve
Lêkolîna Şîrîn Ehmedniya li ser ezmûnên jiyana 15 jinên xwedî pêdiviyên taybet a di bazara kar a nefermî de, nîşan dide ku tevî bêewlehiya aborî û nebûna piştgiriya civakî dikare bingehek ji bo serxwebûna kesî peyda bike.