rojane
-

Navenda Mafên Zarokan a Amedê: Di 6 mehan de 344 zarok mirin
Rapora ku ji aliyê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê ve der barê nîvê ewil a sala 2026’an de hate amadekirin, binpêkirinên mafan ên ku zarok pê re rûbirû dimînin û kêmasiyên di pegala parastinê de raxist berçavan.
-

YPJ: Biryara darvekirinê ya Werîşe Muradî êrîşeke li dijî tevahî jinan e
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), diyar kir ku biryara darvekirinê ya li dijî jina Kurd Werîşe Muradî, êrîşeke rasterast e li ser îrade û azadîxwestina tevahiya jinan
-

Li Qudusê 7 malbat bi xetereya bêmalbûnê re rûbirû ne
Hêzên Îsraîlê li Qudusê avahiyeke ku zêdetirî nîv sedsal berê hatibû avakirin hilweşandin û di encamê de 7 malbatên ku li avahiyê jiyan dikirin, bi xetereya bêmalbûnê re rûbirû ne.
-

Li Sûdanê bijîjkek jin rastî şîdeta polîsek hat
Rêveberiya Nexweşxaneya Dongolayê ragihand ku bijîjkek wan di dema xebatê de rastî êrîşa polîsek hatiye û tekez kir ji bo parastina rûmeta xebatkarên tenduristiyê ew ê hemû gavên yasayî bavêjin.
-

Li Sûdanê êrîşên bi balafirên bêmirov sivîl û binesaziyê hedef digrin
Neteweyên Yekbûyî (NY), bal kişand ser bandora wêranker a zêdebûna êrîşê bi balafirên bêmirov (ÎHA) yên li ser sivîl û binesaziyê li Sûdan û herêma Abyeî û tekez kir ku bi êrîşan yasayên navneteweyî tên binpêkirin.
-

Li Yemenê 3 milyon kes ji xizmetên bingehîn bêpar in
Li Yemenê zêdebûna şer û êrîşên hewayî, gefê li jiyana bi milyonan sivîlan dixwe. UNICEF’ê hişyarî da ku nêzî 3 milyon kes ji xizmetên bingehîn bêpar in.
-

Piştgiriya fîlozofa naskirî Spivak ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re
Teorîsyen û bîrewera Hindî Gayatri Spivak ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nameyek şand û destnîşan kir ku ew piştgiriyê dide avakirina civakeke demokratîk û adil.
-

Di Mîhrîcana Şanoyê ya ‘Zab’ a li Pîranşarê de rola jinan sînordar ma
4’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Kolanan a Herêmî ya ‘Zab’ li Pîranşehrê dest pê kir. Tenê du berhemên ku derhêneriya wan ji aliyê jinan ve hat kirin û di juriya pênc kesî de tenê jinek heye.
-

Dosyaya Werîşe Mûradî gihîşt Parlamentoya Federal a Elmanyayê
Siyasetmedarên Elmanyayê Cansu Ozdemir û Sara Mirow daxwaz kirin ku cezayê darvekirinê yê li çalakvana Kurd Werîşe Moradî hatiye birîn tavilê bê betalkirin û were berdan.
-

NY: Polîtîkayên heyî yên avhewayê nikarin gerstêrkê xilas bikin
Emîsyonên gaza serayê yên cîhanî gihîştine asta rekorê û li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, germahiya Erdê heta dawiya sedsalê dibe ku 2,6 heta 2,8 pileyên Celsius zêde bibe.
-

Birçîbûn bûye gefek li ser jiyana dayîk û zarokan
Kêmbûna alavên bijîşkî, cihê teng di nexweşxaneyan de û gihîştina sînordar a xizmetên tenduristiyê rewşa kêmbûna xwarinê li Efganistanê girantir dike. Pispor balê dikişînin ser girîngiya piştgiriya dayîkan û zêdekirina hişmendiya malbatan.
-

Du xwişkên xwepêşander wek namzetên Xelata Sakharov a 2026’an hatin bijartin
Du xwişkên cêwî Taraneh û Romîna Rehîmi ku cezayê darvekirinê û 25 sal cezayê girtîgehê li wan hatî birîn, wek namzetên Xelata Sakharov a 2026’an hatin hilbijartin.
-

Buroya Hiqûqê ya Asrinê xwest Komîteya Wezîran ji nêz ve pêvajoyê bişopîne
Buroya Hiqûqê ya Asrinê gilînameyek ji Sekreteriya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li derveyî Yasaya Çarcoveyî hatiye hiştin, xwest Komîteya Wezîran ji nêz ve pêvajoyê bişopîne.
-

'Herî zêde jin rastî bikaranîna xirab a amûrên ragihandinê tên'
Parêzera Helebceyî Derya Fetah derbarê zagona bikaranîna xirab a amûrên ragihandinê li ser torên civakî de got “Kesên bi kiryaran re dimînin dikarin bi riya zagonê daxwaza parastinê bikin. Herî zêde jin bi zext û gefan re rûbirû dimînin.”
-

Evîn Cuma: Lawaziya zagonan li Sûriyeyê bûye sedema zêdebûna kuştina jinan
Çalakvana Mafên Mirovan Evîn Cuma diyar kir ku li Sûriyeyê kuştina jinan zêde dibe, destnîşan kir ku lawaziya zagonan û bêbandoriya saziyên berpirsyar rê li ber berdewamiya van binpêkirinan vedike.
-

Xwendekarên Zanîngehê ya Misirê serdana Navenda Jineolojiyê kirin
Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Misirê, serdana Navenda Jineolojiyê Misirê kir û ji ber hevkariya wan a berhemdar belgeya spasî û teqdîrê da Navenda Jineolojiyê.
-

Nahîd Khodajo sewqî Girtîgeha Kaçuyî ya li Kerecê hate kirin
Nahîd Khodajo ya di 7’ê Cotmehê de hatibû girtin, piştî du hefteyan bi malbatê re hevdîtina telefonê pêkanî û ragihand ku ew li qawîşa tenduristî ya Girtîgeha Kaçuyî ya li Kerecê tê ragirtin.
-

Li Mexmûrê 10’emîn Festîvala Çandî ya Şehîd Bêrîtan destpê kir
10’emîn Festîvala Çand û Hunerî ya Şehîd Bêrîtan a li wargeha penaberan a Mexmûrê, bi turnuvaya voleybolê destpê kir.
-

Dayîkên Aştiyê yên Kurdistanê: Em li dijî darvekirinan banga yekîtiyê dikin
Dayîkên Aştiyê yên Kurdistanê yên beşdarî kampanya ‘Sêşemên ji darvekirinê re na’ bûn, ji bo rawestandina darvekirinan ji partiyên Kurdistanî û civaka navdewletî re banga yekîtî û pêngavên bilez kirin.
-

Dezgehên çapemeniyê li 10 bajaran dê bêjin ‘Ji sansurê re na! Azadî ji bo nûçeyan’
Dezgehên çapemeniyê wê di 24’ê Cotmehê de li 10 bajarên Tirkiye û bakûrê Kurdistanê bi dirûşmeya "Ji sansurê re na! Azadî ji bo nûçeyan" li dijî sînorkirin û girtinên li ser çapemeniyê xwepêşandanan li dar bixin.