rojane
-
Li Zirganê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Broşur hat belavkirin
Kongra Star di çarçoveya "Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe biparêze" de li kolanên Zirganê û malên wê, broşurên têkildarî tundiya li ser jinê belavkirin.
-
Danişîna rojnamegeran hat taloqkirin
Danişîna doza rojnamegerên ku di sala 2022’an de li Amedê di çaroveya lêpirsîna der barê wan de hatibû vekirin bi operasyonê hatibûn binçavkirin û girtin, taloqî 15’ê Gulana 2025’an hat kirin.
-
Li Rojhilata Navîn şer, berxwedan û 25’ê Mijdarê: Efganistan
Jinên Efganistanê, tevî zextên rêveberiya Talîbanê yên qedexe, îşkence û qetilkirinê bûn pêşengên têkoşînê.
-
‘Pêngava serhildanê li dijî zihniyeta baviksalar hat destpêkirin’
Ji Koordînasyona Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê, Meyada El Ehmed got ku sedsala 21’ê sedsala azadiya jinan e ji ber wê tundiya siyasî û civakî ji aliyê dewletên desthilatdar ve zêdetir bûye.
-
Pêyama jinên Êlihê zelal e: Ewil tecrîdê rakin
Jinan di mîtinga Êlihê de bal kişandin ser aştî û azadiyê û gotin: “Yên ku dibêjin aştî divê gavên ji dil bavêjin û ewil tecrîdê rakin.”
-
‘Li dijî şîdeta dîjîtal divê tirs û bêdengî were şikandin’
Li gorî daneyan li Mexribê 1,5 milyon jin rastî şîdeta dîjîtal hatine. Derûnînas Şeyma Ablaq, diyar kir ku jin ji ber li dijî vê yekê bêdeng dimînin, bi travmaya ku ji ber tiştên dijîn bi wan re çêdibe re, bi tena serê xwe dimînin.
-
‘Em dixwazin ji hişmendiya mêrsalarî xelas bibin’
Mêrên ku tevlî dewreya Perwerde a Kongra Star bûn tekez kirin ku tundiya li ser jin tundiya li ser civakê bi xwe ye û gotin: ”Em dixwazin ji hişmendiya baviksalarî xelas bibin.”
-
'Rêya xelasbûna ji tundiyê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ye’
Endamên Navenda Jineolojî a bajarê Helebê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê diyar kirin ku pêwîstî bi tekoşîn û xebatê heye û wiha vegotin: "Ji bo bi dawîkirina cureyên tundiyê li ser jinan pêwîstî bi tekoşînê heye.”
-
Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê: Emê sedsala 21’emîn bikin sedsala jina azad
Bi boneya nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, li Şengalê bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ meşek girseyî hat lidarxistin.
-
Jinên ciwan ên Mexmûrê meşek girseyî li dar xistin
Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûr (TJCM) di çarçoveya rêzêçalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan Cîhanê de, meşek girseyî lidarxistin û gotin: “Emê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî Serbixe Azadî’ her qadê veguherînin qada serhildanê.”
-
Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 43 hezar û 922
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir ve li ser Zîvala Xezayê pêk anîn de di 24 saetên dawî de 76 kes jiyana xwe ji dest dane û derket 43 hezar û 922’an.
-
Li Kobanê derbarê 25'ê Mijdarê de semînerek hat dayîn
Bi pêşengiya Kongra Star a bajarê Kobanê di derbarê 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan semînerek hat dayîn.
-
Meclisa Jinan a DBP’ê rapora atolyeya ‘şerê taybet’ eşkere kir
Meclisa Jinan a DBP’ê rapora xwe ya atolyeyên “Li Dijî Şerê Taybet Hevdîtina Jinan” eşkere kir. Di raporê de wiha hate gotin: “Ji bo bi rêya jinên rêxistinkirî civakeke azad were avakirin dê têkoşîna me bidome.”
-
Meşa mêran a li dijî tundiyê: Em rexnedana xwe didin jinan
Li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê mêr bi dirûşmeya “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe biparêze” li dijî her cûre tundiya li ser jinê meşiyan. Mêrên ku beşdarî meşê bûn gotin ku ew rexnedana xwe didin jinan.
-
Li miduriyeta polîsan a Mêrdinê gefa êrişa zayendî
Hate diyarkirin ku di çalakiyên protestoyî yên Mêrdînê de welatî bi awayekî derhiqûqî hatine binçavkirin û gefa êrişa zayendî li wan hatiye xwarin.
-
Li Suweydayê têkildarî mafê jinan civînek hat lidarxistin
Xwepêşanderên jin li Swêdayê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de, duyemîn rûniştina diyalogê ji bo balkişandina mafên jinan di civakê de lidar xistin.
-
RSF: Îsrail hewl dide rojnamevanên li Xezayê weke ‘terorîst’ nîşan bide
RSF diyarkir ku Îsrail hewl dide rojnamevanên li Xeza weke ‘terorîst’ nîşan bide û ev rewş fikaran zêde dike.
-
Li Til Temir civîna 25’ê Mijdarê: Divê mêr xwe berpirsiyar bibînin
Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê de li bajarê Til Temirê civînek ku bi dehan jin û mêr beşdar bûn, hat lidarxistin. Di civînê de hat gotin ku divê mêr xwe berpirsiyarê têkoşîn û rizgariya ji hişmendiya baviksalarî bibînin.
-
Ji TJK-E banga 25’ê Mijdarê: Bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ dakevin qadan
TJK-E, di çarçoveya çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê lidarbixin de bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ banga beşdariyê li tevahî jinan kir.
-
Hevpeymaniya NEDA ji bo Werîşe Muradî bang kir
Hevpeymaniya NEDA cezayê darvekirinê yê li çalakvana mafên jinan Werîşe Muradî hatî birîn şermezar kir û bang li rêxistinên feminîst û mafên mirov kir ku li dijî cezayê darvekirinê yê li Werîşe Muradî hatî birîn helwest nîşan bidin.